Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD’ê ku binçavkirin û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê protesto kirin, diyar kirin ku hatina bahev ne sûc e. 
 
Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê tên cem bahev çalakiya xwe ya 963’yemîn li dar xistin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara “binpêkirinê” daye jî 23 hefte ye çalakiya Dayikên Şemiyê bi hinceta biryara “qedexe” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê tê astengkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran bi daxuyaniyan astengkirina Dayikên Şemiyê protesto kirin.
 
RIHA
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê ji bo piştgiriya çalakiya Dayikên Şemiyê li avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em dev ji lêgerîna windayên xwe, ji Qada Galatasarayê û daxwaza xwe ya edaletê bernadin” dinivîsî hat daliqandin. Parazvanên mafên mirovan û nûnerên saziyên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Îsmaîl Tûtal ku metna daxuyaniyê xwend bal kişand ser binçavkirina Dayikên/Mirovên Şemiyê û wiha got: “Çalakî û meş mafekî qanûnî ye. Lê mafê dayikên şemiyê yê çalakiyê tê binpêkirin.  Astengkirina dayikên şemiyê yek jî binpêkirina mafan e. Em ji Wezîrê Dadê ku dozger giradayî wî ne û Wezareta Karên Hûndirîn ku polîs giredayî wî ne dipirsin tevî ku delîlên sûc pêk nehatinê hûn çi ma Dayikên Şemiyê binçav dikin?  Lê em li dijî van êrişan dev jî têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Em Kenan Bîlgîn ku di 12’ê Îlonê 1994’an de li Enqerê hat binçavkirin û piştrê jî hat windakirin û hemû windayên xwe ji bîr nakin.”
 
WAN 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê jî ji bo piştgirî bidin Dayikên Şemiyê/Mirovan li Wanê di hefteya 963’yemîn de xwestin daxuyaniyê bidin. Lê wekî her hefteyê vê heftê jî bi hinceta qedexeya walîtiyê destûr nehat dayîn ku daxuyanî bê dayîn. TUHAY-DER, Serhat GOÇ-DER, OHD û gelek parazvanên mafên mirovan tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama lijneya Rêvebiriya Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Ayten Kiran ve hat xwendin.
 
Kiran, anî ziman ku Dayikên Şemiyê her roja şemiyê di şert û mercên ku qedexeya îşkence û muameleya xerab binpê dike de tên binçavkirin û got ku dema ku delîlên xurt hebin ku mirov sûc kiriye, biryara binçavkirinê dikare were dayîn. Ayten, axaftina xwe wiha domand: “Di serî de Dadgeha Destûra Bingehîn, astengkirina Dayikên Şemiyê binpêkirina mafan e û di hevdîtinên wan de hêmaneke sûc nîne. Em ji dozgerên ku girêdayî Wezîrê Dadê ne dipirsin û li benda bersivekî ne; tevî ku hêmanên sûcdar tune ne çima em tên binçavkirin? 
 
Ji ber ku ji aliyê qanûnî ve ne mimkun e ku biryara binçavkirinê bi mebesta tirsandin, rêgirtin an jî rûreşkirina mirovan were dayîn, gelo we erka xwe ya pêkanîna hemû kiryar û danûstandinên xwe li gorî serweriya qanûnê rawestandiye? Em ê serî li ber vê feraseta ku zagon, hiqûq û edaletê nas nake, sazûmaniya sazûmanî ya dewletê xera dike û bi pêkanînên kêfî dixwaze civakê tengav bike, serî netewînin. 
 
Em ê bi bîr bînin ku yên ku dewletê bi rê ve dibin, di hemû tevger û kiraran erka wan a girêdayî hiqûqê bimînin. Em ê dev ji lêgerîna hezkiriyên xwe yên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin binçavkirin, bernedin. Em ê israr bikin ku hemû îmkanên hiqûqê ji bo gihîştina winda û edaleta xwe bi kar bînin. 
Em ê Kenan Bîlgîn ê ku di 12’yê Îlona 1994’an de hat windakirin û hemû windayên xwe ji bîr nekin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê, bi armanca piştgiriya Dayikên Şemiyê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de metne daxuyaniya çapemeniyê yê hevpar Sekretera Şaxa ÎHD’a Edeneyê Havîn Olmez xwend. 
 
Olmez, bal kişand ser astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê û wiha got: “Em ê li dijî vê feraseta ku bi pêkanînên keyfî armanc dike civakê bitepisîne serî netewînin. Em ê dest ji hezkiriyên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin û windakirin bernadin. Ji bo xwe bigihînin windayan û edaletê em ê israr bikin ku hemû derfetên xwe bi kar bînin.”
 
Olmez, diyar kir ku dê Kenan Bîlgîn ê di 12’ê îlona 1994’an de hate binçavkirin û windakirin û dosyaya wî hate girtin û hemû windakiriyan ji bîr nakin. 
 
Şaxên ÎHD’ê yên Şirnex, Mêrsîn û Îzmîrê jî bi daxuyaniyeke hevpar astengkirin û binçavkirina Dayikên Şemiyê şermezar kirin. 
 
 

Sernavên din

12/09/2023
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'