Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye

  • rojane
  • 10:45 10 Îlon 2023
  • |

ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di “Konferansa Mezin” a partiya xwe de axivî û wiha got: “Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e.” Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku di serdema nû de pisûlaya wan paradîgmaya HDP’ê ye. 

Partiya Çepên Kesk li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi dirûşma “Rexistin Azadî ye” konferansa xwe ya mezin li dar dixe. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê 800 delege tev li konferansê bûn. Di konferansê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin û dê konferans du rojan bidome. Dê di konferansê de pêşniyarên gel ên di civînan de derketin pêş bên nîqaşkirin û biryar bên dayîn. 
 
Konferans, bi hilbijartina dîwanê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin di konferansê de axivîn. 
 
NEXŞERÊYEKE NÛ 
 
Ji ewil Akin axivî. Akin, di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên girtî silav kir û wiha got: “Em ê bi saya wan rêhevalên xwe nexşerêyeke xurt derxînin. Tirkiye di pêvajoye krîtîk re derbas dibe. Lewma ev konferans girîng e. Li Tirkiyeyê gelek krîz hene. Krîza aborî, perwerdeya nîjadperest-mezhebperest, polîtîkayên cihêkar ên zayendî û tunekirina ekolojiyê çendek ji pirsgirêkên me yên civakî ne. Ev pirsgirêk bi destê îktîdara AKP-MHP’ê hatin afirandin. 
 
ÇIMA NEÇARESERKIRINA DI PIRSGIRÊKA KURD DE 
 
Sedema bingehîn a krîzên li welêt, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Pêvajoya ji sala 2014’an heta niha di esasê xwe de rastiyeke ku em tevek di nav de vedibêje. Di sala 2013’an de ‘pêvajoya aştiyê’ hatibû destpêkirin. Lê Erdogan di sala 2014’an de Mutebeqeta Dolmabahçeyê ku AKP’ê îmze kiribû red kir û pêvajo xera kir. Bedela van krîzan jî gelên Tirkiyeyê didin. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Bi Doza Kobanê ne tenê hevalên me yên bi roleke çalak rabûn didarizînin, di heman demê têkoşîna aştiyê ya gelê me, bedenên ciwanên me yên rastî tundiyê hatin e. Birîna bêderman a dayikên me, pêşeroja zarokên me ye. Ev jî encama siyaseta înkar û tunekirinê ya sedsalî ye. Lewma ev pêvajo, pêvajoya darizandina me tevan e. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Mijara tecrîdê divê ne weke sepaneke li dijî şexsekî tenê were famkirin. Em li vir bang li her kesî dikin; mesele bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî derdorekê dest pê kir lê niha tevahiya Tirkiyeyê bi sepanên dijdemokratîk, derhiqûqî û li dijî mafên mirovan rû bi rû ye. Lewma heke em di rojên pêş de bixwazin xwe ji vê îktîdarê xelas bikin, divê muxalefet jî li gorî vê rastiyê siyasetê bike. 
 
VEBIJÊRKA RÊYA SÊYEMÎN
 
Di pêvajoya pêş de yek ji pirsgirêkên herî girîng, çîroka bloka li dijî îktîdarê ye. Siyaseta du qutb a li vî welatî me dintengijîne. Em jî dibêjin; olperest, nîjadperest, rejîma otorîter a li dora rejîma faşîst a qesrê kom bûyî ne tenê rejîmek e lê di heman demê de bûye dewlet bi xwe. Heke hûn li dijî wê têbikoşin, divê hûn hêviyekî bidin gel û vebijêrkên cuda biafirînin. Vebijêrka me jî Rêya Sêyemîn e. Hemû bindestên vî welatî dê bi saya vê vebijêrkê pêşeroja xwe ava bikin. 
 
HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMΠ
 
Weke ku hûn jî dizanin, vê îktîdarê piştî hilbijartinê starta hilbijartinên rêveberiyên herêmî da. Ev 7 sal in em li Tirkiyeyê bi qeyûman re rû bi rû ne. Li dijî rejîma qesrê ya ku îradeya 15 milyonan xesp dike, em ê tevî gelê xwe vê rejîma qeyûm ji holê rakin. Em ê li hemberî vê siyaseta tesfiye û tecrîdê, bi awayekî herî xurt û birêxistinkirî bisekinin û teqez bi ser kevin. 
 
EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN
 
Weke hûn jî dizanin ev 4 meh in me pêvajoya xwerexnekirinê daye destpêkirin. Me nîqaşên xwe eşkere û zelal kirin. Me bi navçe û bajarên xwe û bi gel re civîn li dar xistin. Zêdetirî 30 hezar kes tev li civînên bi gel re bûn. Me rapor amade kirin û ji bo amadekirina nexşerêya pêşerojê, me komxebat li dar xistin. Di vê çarçoveyê de em ê di vê konferansê de biryaran bidin. Dê ev biryarên me di kongreya me de biencam bibin. Lewma ev biryar girîng in. Bila em paşerojê nîqaş bikin lê divê em li pêşiya xwe jî binerin.”
 
UÇAR: PISÛLAYA ME PARADÎGMAYA HDP’Ê YE
 
Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, di destpêka axaftina xwe de bi zaravayê kurdî dimilî axivî û got; “Em dibêjin gelî jinan, zilaman û kedkaran rabin ser pêyan. Em dizanin ku ro piştî tariyê hil tê. Rêya me vekirî be.” 
 
Bi domdarî Kiliçgun ev tişt anî ziman: “Em li ser tecrûbe, destkeftî û cewhera paradîgmaya HDP’ê bi hev re ne. Spasiyên xwe pêşkeşî hemî kesên baweriya xwe bi HDP’ê anîn, hêz û ked dane dikim. HDP, ji roja hatiya avakirin heta niha hemû kodên netewe dewletê xera kir. AKP’ê nekarî paradîgmaya HDP’ê têk bibe. Pisûlaya partiya me jî paradîgmaya HDP’ê ye. 
 
BÊHNÊ LI GELÊ ME DIÇIKÎNIN 
 
Em ketin sedsalek nû û îktîdara AKP-MHP’ê pesnê sedsala nû didin. Em bibiryar in ku vê sedsalê bikin sedsala guhertin û sedsala gelan. AKP’ê piştî hilbijartinê got; ‘em ê li polîtîkayên rasyonel vegerin.’ Li xwe mikûr tên ku tiştên heta niha kirine rasyonel nebûn. Sedema karesatan, tifaqên wê bû. Di mijareke din de jî li xwe mikûr tê; derdorên kapîtalîst weke qibleya xwe nîşanî me da. Ev rewş jî weke zem ji berîka gel derdikeve. Siyaseteke aboriyê ya bêhnê li gel diçikîne dimeşînin. Divê em di vê konferansê de herî zêde li ser aboriya şer a AKP’ê biaxivin ku wê li ser pêyan digire. Divê em tevî hemû derdorên din vê aboriya şer a AKP’ê teşhîr bikin û bikin ku ev aborî veguhere aboriya aştiyê. Ev hêza me heye. 
 
DESTKEFTIYÊN JINAN DI HEDEFÊ DE NE 
 
Ev eywan, dê bingeha aboriyeke adilane, wekhev û demokrasîk bi hev ra ava bike. Wezîrê Dadê got ku dê mafê me yê nefeqeyê ji destê me bistîne. Her wiha bi komeqanûnekê re kujerên jinan, tacîzkar û tecawizkar tên berdan. Di nava 2 mehên dawî de 110 hezar kes hatine berdan. Her wiha bi projeya ÇEDES’ê şêwirmendên manewî dişînin dibistanan. Ev mijar dê di konnferansa me de bên nîqaşkirin. 
 
ÎŞKENCEYA LI CENAZEYAN 
 
Li hemberî me aqilekî dewletê heye ku pirsgirêka herî girîng anku pirsgirêka kurd jinedîtî ve tê. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke înkar û tunekirinê ye. Ji bo ku em bibînin bê ka di vê mijarê de ketine qonaxeke çawa, em li tiştên di nava 10 rojan de qewimînin binêrin. Cenazeyên zarokên gelê me di qutiyan de radestî malbatên wan kirin. Îktîdara AKP-MHP’ê şerekî qirkirinê yê bêexlaq dimeşîne. Cilên şewitî yên Dayika Taybet, Heznî Înan di nava poşetekî de radestî malbata wê kirin. Divê mijarên me yên esasî ev bin. Heta ku ev neyê şikandin em nikarin xwe bigihînin hedefên gelê kurd û gelên Tirkiyeyê. 
 
VÎZYONA NÛ YA AKP’Ê 
 
Em li vir bangî berpirsyar û îktîdarê dikin; ew gor dîroka gelê kurd in, ew gor dîroka me ne. Di poşetê ji malbata Înan re hatine şandin du tişt derketin; yek ji wan wehşet û qirkirina dewletê, ya din jî berxwedana gelê kurd. Vî gelî tu caran serî netewand û dê netewîne. Vîzyona AKP’ê ya sedsala nû girtîgeh in. Li girtîgehan îşkence, mirin û dîlgirtiyên siyasî hene. Li girtîgehê rejîma mirinê di meriyetê de ye. Li ku derê muxalîfek, jin, kedkar, rojnameger û siyasetmedarekî li dijî AKP’ê diaxive hebe niha di girtîgehê de ne. Di sala 2022’yan de 81 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û 561 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê jiyana xwe ji dest da rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dabû. Dema malbata wî li nexweşxaneyê pê re hevdîtin kirî, dît ku di jêrzemîna nexweşxaneyê û di nava şertên nebaş de tê ragirtin û bêyî xatirê ji malbata xwe bixwaze wefat kir. 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Hefteyek piştre jî Erdogan bêyî xwe li benda biryara ATK’ê bigire, ji faîlên Komkujiya Madimakê Hayrettîn Gul efû kir. Bi vê efûkirinê re serokkomar peyamekî dide; dibêje ku ev doza qediyaye û ketiye ber demborînê. Bi dehan sererastkirinên înfazê hatin kirin lê girtiyên siyasî bi tu awayî nekarî jê sûd bigirin. Înfaza 300 girtiyên siyasî bi hincetên vala hatin şewitandin. Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan. Hevalên me yên jin ên li Girtîgeha Panosê ji hêla gardiyanên mêr ve hatin îşkencekirin û avêtin hucreyê. Rêbaza hîzbîkontrayê anku bi girêka beraz hatin girêdan. 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI ROJAVA
 
Wezîrê Karên Derve yê AKP’ê ku pirsgirêka kurd kûr dike, hewl dide ji bo domandina şerê li Rojhilata Navîn jî şirîkan peyda bike. Ji sala 2015’an heta niha ev îktîdar ji bo dijminatiya li kurdan di nava lêgerîna tifaqan de ye. Jixwe hemû cîhan bû qewimînên li Dêrazorê. Li wir provakasyonek hate kirin. Dewlet di nava krîzekê de ye û ji bo veşêre jî hewl dide pirsgirêka kurd kûr bike û destkeftiyên wê tune bike. Di nava du hefteyan de çûn seferên Îran, Iraq, Rûsya, welatên Kendavê û li dijî destkeftiyên gelê kurd biryar dan girtin. Hemû cîhan provakasyona li Dêrazorê temaşe dike. Çeteyên DAIŞ’ê weke eşîrên ereban nîşan didin. Tişta li Dêrazorê diqewime, Kobanê ya duyemîn e. Yên ku wê rojê li benda ketina Kobanê, faîlên aloziya li Dêrazorê ne. Li Kobanê û Rojava jiyaneke hevpar a mînak heye. Niha êrişî jiyana hevpar û hevgirtina gelên kurd-ereb ên li Dêrazorê dikin. Me berxwedana Kobanê çawa parastibe dê têkoşîna hevpar a gelên kurd û ereb jî biparêzin. 
 
PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ
 
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka ‘ewlehiyê’ nîne. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka demokrasî, azadî û statûyê ye. Aqilê ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsyartiyê li xwe nagire, me bi girtîgeh û dadgehan re rû bi rû dihêle. Hemû kes dizane ku girtekên dadgehên vî welatî bi dosyayên parastinê yên têkoşîna gelê kurd ve tije ne. Heke li wan dosyayan jî binêrin, dê bibînin ku gelê kurd ji têkoşîna xwe venagere û dê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Di pirsgirêka kurd de cihê ku polîtîkaya înkar û tunekirinê lê herî zêde kûr, tecrîd e. Ji ber ku di pirsgirêka kurd de tecrîd, înkar e. Ji ber vê înkarê jî li çar aliyan şer didome. Heta anîn astekî wisa ku axaftina li ser tecrîdê jî tecrîd kirin. Yên êrişî me dikin ew kes in ku çand, ziman û dîroka gelê kurd nas nakin. Lê çiqas êriş jî bikin em ê bibêjin tecrîd heye û ji bo rakirina wê dê têbikoşin. 
 
TENÊ PIRSGIRÊKA KURDAN NÎNE 
 
Tecrîda li Îmraliyê tenê pirsgirêka kurdan nîne. Li tevahiya welêt belav bûye. Qedere gelê kurd ku dixwaze azad û wekhev bijî û ya gelên Tirkiyeyê bêhtir girêdayî hev bûye. Lewma divê em li dijî tecrîdê jî bi hev re têbikoşin. Em nikarin bibêjin rizîbûna li vî welatî ji rejîma tecrîdê cuda binirxînin. Divê em vê rastiyê vebêjin. Divê em gelên xwe di mijara tecrîdê, şer û aştiyê de baş serbigihînin. Tecrîd, qirkirina hiqûqê ye. AKP’ê tu sînor nehiştin û dixwazin em serî li ber pergaleke edalet û hiqûq nehiştî bitewînin. Binçavkirina Dayikên Şemiyê û destûrnedayîna kombûna çar kesan, eleqeya xwe bi tecrîdê re heye. Lewma tecrîd pirsgirêka Tirkiyeyê ye û divê em bi hev re li dijî wê têbikoşin. 
 
SIYASETA DEMOKRATÎK 
 
Me piştî hilbijartinê civîn lidarxistin. Rexneyên wêrek hatin kirin. Ev yek nîşan dide ku rêhevalên me û gelê me xwedî li paradîgmayê derketiye. Me kêmasiyên xwe dîtin. Em ê îro li vê derê wan nîqaş şênber bikin û bikin biryar. Me nêrînên hevserokên xwe yên berê û hevalên di girtîgehan de jî girtin. Ez hemû hevalên di girtîgehan de û li sirgûnan silav dikim. Lihevkirina demokratîk, siyaseteke azad û hiqûqa gerdûnî rêgezên me yên sereke ne. Divê li cihê dewlet êrişî me dike em li wê derê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”
 
Konferans, bi nîqaşên delegeyan ên têkildarî serdema nû re didome. 
 
 

Sernavên din

12/09/2023
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2023'YAN
11/09/2023
22:58 Ciwanên ku wezîr Yerlîkaya ew hedef nîşan dabûn hatin girtin
22:12 Konferansa Partiya Çepên Kesk bi dawî bû: 24 biryar
19:17 Mizrakli ji ber 'îdianameyeke nû' nehat berdan!
16:56 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
16:43 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hate berdan
16:39 Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire
16:27 Yek jê cerdevan sê kes ji ber ku tecawizî jinekî kirin hatin binçavkirin
16:10 DBP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
15:47 Baroya Rihayê ji ber îşkence û miameleya xerab a li girtîgehan gilî kir
15:35 Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:33 Li şahid Akbiyik ê di dosyaya Mizrakli ya hatiye betalkirin de tune bû guhdarî kirine!
15:14 Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin
15:03 Cerdevanekî li Panosê du kes qetil kir û du kes jî bi giranî birîndar kir
14:20 Komeleya Birca Belek:Bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar in
14:06 Bi hinceta ‘heqaret’ li tecawizkar Orhan kiriye ceza dan stranbêj Taşçi
13:58 Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin
13:45 ‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’
13:39 MED-DER: Li dijî tunehesibandinê xwedî li zimanê xwe derbikevin
13:16 Serlêdanên ji bo Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê dest pê kirin
12:48 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
11:43 Navê ku herî zêde ji bo Partiya Çepên Kesk hatiye pêşniyarkirin: DHP
11:31 Doza Kobanê taloqî sibe hate kirin
11:23 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de didome
11:04 'Pergala zextê bi saya têkoşîna kurdan hate têkbirin'
10:47 Mihrîcana Borekan a Kurd di 17’ê îlonê de ye
10:32 Temellî: Tu demê hevdîtinên li ser fikriyata Ocalan ewqas xurt nebûbû
10:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk di roja duyemîn de ye: Em ê destpêkek nû bikin
10:09 Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê
09:15 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Berhema 12'ê Îlonê' derket
09:06 Dogan: Divê li dijî projeya ÇEDES’ê bariyer bên avakirin
09:05 Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne
09:05 Oyke: Lîjneya Îdare û Çavdêriyê li dijî hiqûqê tevdigere
09:04 ‘Girtî nikarin xwarinê bixwin, divê bihayê îaşeya wan bê zêdekirin’
09:03 Tirkiyeyê teahûd kiribû ku Sûr û Hewselê biparêze lê neparast
09:01 Şahidek Zindana Amedê: Derketina li dijî zilmê peywireke însanî ye
09:01 Li ser gorên ku 27 sal berê endamên PKK’ê lê hatin veşartin gorên nû hatin çêkirin!
09:01 Şahidên 12’ê Îlonê: Heman polîtîka îro jî hê bi dijwartir tê meşandin
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2023'YAN
10/09/2023
21:42 NÇM’ê ji bo jinan Şeva Dengbêjan li dar xist
21:23 Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir
20:05 Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Gulçîn Îsbert li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
18:05 Bafil Talabanî çû Îranê
16:44 Ji bo Çelîk û Ûzûn şîn hate danîn
16:39 Gelê Til Hemîsê ji bo piştgiriya bi HSD’ê re meşiya
16:05 Erdogan û Biden bi rojeva F-16’an hevdîtin kirin
15:35 Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlanço eşkere kir: 53 çete hatin kuştin
14:41 Di meha tebaxê de 201 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
14:36 Karkerên çandiniyê qeza kirin: 3 kes mirin, 17 kes birîndar bûn
14:28 Li Stenbolê jinek hate revandin
12:39 Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’
12:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘Qirkirina jinan polîtîkaya hevpar a dewletan e’ derket
12:22 Bi ser re 3 sal derbas bûn lê hêj jî biryara ‘nepeniyê’ nehatiye rakirin
11:54 Bul ê tehliye bûyî: Ji bo qeyûm were tayînkirin hatim girtin
10:45 Akin: Vebijêrka me Rêya Sêyemîn e
Uçar: Pisûlaya me paradîgmaya HDP’ê ye
10:40 Li Kocaeliyê 13 kes hatin binçavkirin
10:38 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
10:37 Ajokarê xerac nedayî OSO’yê hate derbkirin û gef lê hatin xwarin
10:23 Bulut: Nêzikatiya dewletê ya li hemberî cenazeyan polîtîkaya şerê taybet e
09:58 Rêya di navbera Şirnex-Wanê de ev 11 sal in nehatiye xelaskirin
09:25 Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin
09:14 Jinên rojhilatî di salvegera serhildanê de dadikevin qadan
09:13 Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin
09:12 Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome
09:10 'Jiyana girtiyan di xetereyê de ye'
09:08 Ji ber HDP'î ye ji kar hat derxistin
09:06 Qeyûm MARSÛ di nava deynan de hişt: Deynê wê bi ser 2 milyar TL'yî ket
09:04 Wek 'Parka Xweza û Neteweyî' îlan kiribûn, lê dar lê nehiştin!
09:02 Hejmara cenazeyên li Goristana Bêkesan a Şirnexê bû 21
09:01 Girtiyê xwînê vedireşe sewqî nexweşxaneyê nakin
09:00 ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
09/09/2023
21:41 Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin
21:00 Festîvala Çanda Kurd bi dawî bû: Ji bo statu û azadiyê bi hemû hêza xwe seferber bibin!
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû