Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê

  • rojane
  • 15:07 12 Îlon 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 43’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û hat xwestin Zindana Amedê ya Jimara 5’an veguherînin “Muzeya Mafên Mirovan” û destûrek bingehîn a sivîl a nû bê çêkirin. 
 
Bi ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ku ji aliyê Serfermandarê Giştî yê wê demê Kenan Evren ve hat birêvebirin ve 43 sal berbas bûn. Bi boneya salvegera darbeye li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. 
 
STENBOL 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ber avahiya Radyoya TRT’ê ya berê daxuyanî da û gelek rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulser Yolerî behsa tiştên di 12’ê Îlonê de qewimîne kir û xwest destûrek bingehîn a nû ku demokratîkbûnê û azadiyan esas digire bê çêkirin û li gel vê jî pêvajoyek çareseriyê û pozîtîf were pêkanîn. 
 
Hewldana 78’yan a Stenbolê jî li Kazanci Yokuşu yê Taksîmê daxuyanî da û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn. Parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê girtî û xwest Can bê berdan. Endamê Hewldana 78’an Îsmet Evren axivî û destnîşan kir ku siyaset û pêkanînên darbeya 12’ê Îlonê îro jî didomin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk jî axivî û got li dijî zîhniyeta darbeyan têkoşîna wan didome. 
 
MUZEYA MAFÊN MIROVAN
 
Di daxuyaniyê de daxwaz hatin kirin û hat destnîşankirin ku divê rastiya li Zindana Amedê ya Jimara 5’an a Leşkerî bê gotin û ji bo mirovahiya mezin û welat bila veguherînin “Muzeya Mafên Mirovan.” 
 
RIHA 
 
Hewldana 78'an a Rihayê jî li ber avahiya Baroya Rihayê têkildarî 12’ê Îlonê daxuyanî da. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Serokê Giştî yê Basin-Îşê ya DÎSK’ê Farûk Eren û gelek kes tev li daxuyaniYê bûn. Hevserokê DBP’a Rihayê û endamê Hewldana 78’an Vahît Akgun daxuyanî da û bertek nîşanî girtina Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can da û destnîşan kir ku di roja me ya îroyîn de jî pêkanîn û zilma 12’ê Îlonê berdewam dike. Akgun anî ziman ku divê li dijî polîtîkayên zilmê têkoşînek hevpar bê dayîn. 
 
HATAY
 
Şaxên ÎHD’ê yên Îskenderûn û Hatayê jî daxuyanî dan û pêkanînên 12’ê Îlonê şermezar kirin û hat destnîşankirin ku pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Komeleya Hewldana 78’an a Mêrsînê li Parka Zarokên Azad daxuyanî dan. Seroka Komeleya Hewldana 78’an Yeşîm Daggeçen daxwaz kir ku destûrek bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhev bê amadekirin û got: “Em dixwazin ku Zindana Amedê ya ku hovîtiya mezin lê hat kirin veguherînin Muzeya Mafên Mirovan.” 
 
AMED: DAXUYANIYA LI BER HEJMARA 5’AN
 
Komeleya 78’an a Amedê û ÎHD’ê li ber Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ya yek ji navendên îşkenceyê ya serdema darbeyê bû daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Edalet Kaya, Mehmet Kamaç û Cengîz Çandar û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek kes beşdar bûn.
 
Endamê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş daxuyanî bi kurdî Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî bi tirkî xwend. Bariş di daxuyaniyê de wiha got: “Feraseta damezirandina  komarê, jixwe xwedî pratîk û wesfeke tekparêz û înkarker bû, lê darbeya 12ê Îlonê vê pirsgirêkê kûrtir kir û bû sedema gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên îroyîn. Welatê ku bi Destûra Bingehîn û feraseta 12ê Îlonê tê birêvebirin, di salên dawî de bi temamî ji rêgezên gerdûnî yên hiqûqê dûr ketiye, pêkanînên antîdemokratîk zêde bûne, mafê siyaseta sîvîl ê kurdan hatiye desteserkirin, bi mayindekirina polîtîkayên qeyûman azadiyên kurdan ên bijartin û hilbijartinê hatine binpêkirin, mafê darizandina adil  hatiye rawestandin û mafên bingehîn ên wekî azadiya ramanê û rêxistinkirinê ji holê  hatine rakirin.
 
Têkildarî van xalan, ji helwesta çareseriyeke bi rêbazên demokratîk a ji bo meseleya kurd dûrketinek çêbûye û di ‘Polîtîkayên Ewlehîparêz’ de ku pirsgirêkên heyî kûrtir dikin, rêbaza zext, zor û çewisandinê hatiye bijartin. 
 
Ev helwest û nêzîkatî, her roj bêtir dibe sedema binpêkirinên mafan ên giran û her diçe welêt ji hêviya ji bo aştiya civakî dûr dixe. Eşkere ye ku dê welat êdî nikaribe bi van rêbazên çewisîner û antîdemokratîk were birêvebirin. 
 
Bi rêgezên hiqûqa gerdûnî, feraseta rêvebiriyeke demokratîk, wekhevîparêz û pirdengî, bi hevrûbûna feraseta darbeyê û hemû saziyên wê re, bi hesabpirsîneke rasteqîn û  destûreke bingehîn a nû, sivîl, demokratîk û pirrengî dê pêkan be. 
 
Di ronahiya van rastiyan de; Daxwaza me ew e ku, Zindana Leşkerî ya Hejmara 5’an a Amedê, ku piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê bûbû navenda sûcên mezin û binpêkirinên mafan ên giran, wê tu car ji bîra gelê kurd neçe, bibe Muzeya mafê Mirovan a bîra mirovahiyê.”
 
TANRIKÛLÛ: DARBEYEKE FAŞÎST BÛ
 
Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î anî ziman ku girtîgehê ji gelek îşkence û zalimtiyê re şahidînî kiriye û wiha got: “Heta ku bi paşêrojê re hevrû nebin ev travma nayên derbas kirin. Darbeya 12’ê Îlonê darbeyeke faşîst ku fermandarên artêşa tirk ve hate kirin bû. Em ê teqez ji vê feraseta faşîst a darbe kirî hesabê bipirsin.”
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Kamaç jî wiha got: “Di bingeha hemû darbeyên siyasî yên li Tirkiyeyê pêk tên pirsgirêka kurd a mehkûmî neçareseriyê hatî heye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ev darbekarî bi dawî nabe.”
 
Parlamenter Adalet Kaya jî ji darbeya 1980 ya heya niha tundî didome û wiha got: “Ev der tam cihekî hafizayê ye. Weke cihê tundiya ku hiş û aqlê mirovê negire, divê ev der weke muzeya şermê bimîne. 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn ê li Hejmara 5’an mayî jî wiha got: “Bila Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
DÊRSIM
 
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî ev daxuyanî da: “12’ê îlonê mîladek nîne. Mîlîtarîzm cewhera kevneşopiya siyasî ya vê erdnîgariyê ye. Ji ber vê yekê weke parazvanên mafên mirovan di salvegera 12’ê îlonê de dixwazin helwesta xwe ya li dijî mîlîtarîzmê careke din bi raya giştî re parve bikin.” 
 
DBP: 12’Ê ÎLONÊ BI VÎNA JI POLA KET
 
Navenda Giştî ya DBP’ê jî têkildarî darbeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Gelê kurd tevî hemû îşkence û komkujiyan têkoşîna xwe mezin kir û ji hemû gelên Rojhilata Navîn re dibin hêvî. Her cure hewldana li Zindana Amedê hate kirin bi vîna ji pola ket. Têkoşîna me dê ji bo qanûn û saziyên Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ji holê bên rakirin pêkanîn dermirovî û komkujî û Darbeya 12’ê Îlonê  bên tazmînkirin bidome. Têkoşîna me ya birûmet ku ev 43 sal in didome, li dijî hêzên leşkerî û paramîlîter ên serdema 12’ê Îlonê, alîgirên wê ye. Weke Partiya Herêmên Demokratîk ev 43 sal in tevî gelên şoreşger û vîna gel temsîl dike em vê têkoşînê dimeşînin û em ê vê yekê bidomînin.”
 

Sernavên din

14/09/2023
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê
13:20 Encamnameya konferansa Partiya Çepên Kesk: Em ê bibin pêşengên guhertinê
12:49 MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
12:49 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn beraet kir
12:39 Tedawiya zarok Tajdîn ê wesayîtê zirxî lêxistibû didome
12:27 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:52 Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn
11:50 Rapora Hengawê: Li 201 welatiyên kurd 715 sal ceza hat birîn
11:47 Li Efrînê teqîn çêbû
11:28 AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da
11:27 DFG: Em xwedî li Gok û Orûç derkevin
11:01 Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan
10:40 Hunermendê kurd Beytocan wefat kir
10:34 Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e
10:23 Leşker ketin qada nobetê ya Daristana Akbelenê
10:07 Derheqê Mizrakli de bi îdiaya ‘lêçûnên mîhrîcanê pêşwazî kir’ îdianame hat amadekirin
10:02 6 sal in ji bo cenazeyê xwişka xwe bigire têdikoşe
09:42 Teqîna Koşuyoluyê: Bûyer baş nehat ronîkirin
09:13 Akademîsyen Berwarî: Tirkiye dixwaze demografiya Kerkûkê biguherîne
09:09 Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin
09:04 Krîza aborî bandor li amadekariyên zivistanê jî kir
09:03 Dê qeydên ji bo kursên NÇM'ê heya dawiya îlonê bidomin
09:03 Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan
09:02 Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle