ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin

  • rojane
  • 16:14 15 Îlon 2023
  • |
img
AMED - ÎHD'ê xwest ku girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê ku bûne navenda "hejmariya li ser pêyan, îzolasyon, lêgerîna tazî û muameleya xirab û tecrîdê", bên girtin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Tîpa S"yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Daxuyan li avahiya ÎHD'ê ya Şaxa Amedê hat dayîn. Gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD a Şaxa Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî Ercan Yilmaz daxuyanî da. Yilmaz got ku bi guherandina navên girtîgehên tîpa F'yê û girtîgehên ewlehiya bilind armanc bêtir tecrîdkirina girtiyan e. 
 
Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî Nûray Çevîrmen û Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD a Şaxa Amedê Yûsûf Erdogan raporê eşkere kirin. 
 
JI 19 GIRTÎGEHAN 155 SERÎLÊDAN
 
Çevîrmenê bilêv kir ku rapor li gor nameyên girtiyan, serlêdanên malbatan û hevdîtinên bi parêzeran re hatiye amadekirin û got: "Di sala 2022 û sala 2023'yan de têkildarî binpêkirinên mafan ji girtîgehên Tîpa S'yê 57 serlêdan û ji girtîgehên ewlehiya bilind 98 serlêdan û bi giştî ji 19 girtîgehan 155 serlêdan hatine kirin." 
 
Çevîrmenê diyar kir ku li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehên ku di 1'ê Hezîrana 2023'yan de eşkere kirine, bi giştî 19 Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û 7 Girtîgehên Girtî yên Tîpa S'yê hene." 
 
Çevîrmenê binpêkirinên mafan bi vî awayî rêz kirin:
 
“* Kesên cezayê muebeda giran û muebedê li wan hatiye birîn û kesên cezayên demborî li wan hatine birîn û piraniya girtiyan di hucreyên yekkesî de û pir kêm kes ji wan jî di odeyên 3 kesî de tên ragirtin. 
 
* Li van girtîgehan li gel kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn, kesên cezayê muebedê li wan hatiye birîn, kesên cezayê dmeborî li wan hatine birîn û kesên darizandina wan hê jî didome dimînin. 
 
* Li her qatê girtiyên ji dosyeyên cuda tên darizandin tên ragirtin. 
 
* Ji girtiyên nexweş û girtiyên astengdar hin jê jî li odeyên yekkesî tên ragirtin û ev jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê. 
 
* Girtî ji bêgavî kincên xwe li odeyên xwe dişon û ziwa dikin. Di hundirê odeyekê de serşo, daşir û qada jiyanê hene. Ev çendî rê li ber nexweşînan vedike. 
 
PACE HATINE GIRTIN
 
* Paceyeke tenê ya odeyan heye û ew jî bi têlan hatiye girtin. Ev jî nahêle hewayeke paqij bikeve hundir û dibe sedema nexweşînan. Ji bo ev têl bên rakirin li girtîgehên hejmara 1 û hejmara 2'yan ên Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê girtî dest ketibûn greva birçîbûnê. 
 
* Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S'yê girtiyan xwestiye têlên li ber pencereyan bên rakirin. Ji ber ku nehatine rakirin girtiyan ew rakirine. Ji ber vê li 7 kesan de 2 mehan cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn.
 
* Li Girtîgeha Sîncan a Hejmara 1'ê der barê girtiyan d eku têlên li ber paceyan rakirin doz hatine vekirin. 
 
* Li her girtîgehê girtî rojê tenê saetekê yan jî saet û nîvê derdikevin hewadariyê. 22 saet û nîv an jî 23 saetên mayî jî li cihekî yekkesî derbas dikin. Li Girtîgeha Eregliyê gava girtî diçin hewadariyê nîzama leşkerî li wan hatiye ferzkirin û meşa li ber dîwar li wan hatiye ferzkirin. Her wiha gava girtî biçin werzîşê, wê rojê nikarin biçin hewadariyê. 
 
FERZKIRINA NÎZAMA LEŞKERÎ
 
* Gava girtî ji modlê dertên ji wan tê xwestin ku pêlavên xwe derxin û gava diçin cihê hevdîtinê an jî werzîşê nîzama leşkerî li wan tê ferzkirin. 
 
* Li girtîgehên ewlehiya bilind û Tîpa S'yê dema hevdîtinên vekirî li gor înîsyatîfa îdareya girtîgehê tê diyarkirin; an 30 deqe an jî saetek. 
 
* Ên dixwazin hevdîtinên girtî bikin, 6 hejmarên dawî yên hejmara nasnameya TC'yê wekî hejmara telefonê bi kar tînin û hevdîtin tên tomarkirin. 
 
DESTÛRÊ NADIN ÇAPEMENIYA MUXALIF
 
* Li van girtîgehan qenalên TV'yan ne li gor daxwazên girtiyan li gort daxwazên îdareyê tên diyarkirin. Li girtîgehan destûra temaşekirina qenalên wekî Halk TV, Arti TV, Tele-1'Ê nayê dayîn. Her wiha girtî nikarin Meclis TV'yê jî temaşe bikin. 
 
* Weşanên radyoyê jî bi awayekî navendî tên kirin û ji ber vê radyoyên girtiyan nadin wan. 
 
* Destûra Rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û rojnameyên muxalif yên din nayê dayîn. 
 
* Wekî girtîgehên din li girtîgehên ewlehiya bilind û Tîpa S'yê jî lêgerîna tazî tê ferzkirin. 
 
* AHevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatê re heftê tenê 10 deqe ye û girtiyên siyasî nikarin sûdê ji mafê hevdîtina bi dîmen bigirin. 
 
* Kamera li gor qadên jiyanê yên girtiyan bibînin hatine bicihkirin. 
 
* Li girtîgehan pirtûk jî bi awayekî sînorkirî tên dayîn. Mesela li Girtîgeha Sîncanê her girtiyek tenê dikare 18 pirtûkan li cem xwe bihêle; ferheng û pirtûkên dersan jî di nav deç Li Girtîgeha Xarpêtê girtî tenê dikarin 7 pirtûkan li cem xwe bihêlin. Li Girtîgeha Manavgatê ya Tîpa S'yê jî girtî tenê dikarin 5 pirtûkan li cem xwe bihêlin. 
 
* Li Girtîgeha Eregliyê girtî 2 hefteyan carekê tenê saetekê dikarin biçin werzîşê. 
 
* Li girtîgehên hejmara 1 û hejmara 2'yan ên Amedê girtî mehê saetekê tenê dikarin tevî 3 kesên li heman odeyê biçin werzîşê. Gava biçin werzîşê wê rojê nikarin biçin hewadariyê. 
 
* Li gelek girtîgehan gava girtî bixwazin wêneyan bigirin, wênegirtina bi tena serê xwe tê ferzkirin û li hin cihan jî tenê destûra 3 kesan tê dayîn ku bi hev re wêne bigirin. 
 
LI GIRTÎGEHA ÎDIR A TÎPA S'YÊ ÎŞKENCE
 
* Li girtîgehên Tîpa S'yê şert û mercên tecrîdeke giran heye û bi vê tecrîdê mafê jiyanê tê binpêkirin. Girtiyê bi navê Hogir Batû, gava sewqî Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê tê kirin, rastî îşkenceyê û muameleya xirab hatiye. Ji bo vê serî li komeleya me daye. Her wiha malbatên girtiyên bi navê Sezer Aslan û Sînan Kaya yên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan jî, bi îdiaya berpirsên mirina zarokên wan îdareyên girtîgehê û gardiyanan serî li komeleya me dan. 
 
* Li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 2'yan jî girtî ji ber ku çûna hewadariyê ya bi tena serê xwe li girtiyan hatiye ferzkirin, girtî ketine greva birçîbûnê û piştî daxwaza wan hatiye qbeûlkirin greva xwe bi dawî kirine. 
 
* Li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 1'ê jî Nedîm Ozturk, ji ber şert û mercên tecrîda girankirî ketiye greva birçîbûnê û di roja 139'an a greva birçîbûnê de daxwaza wî ya ji bo sewqî hatiye qebûlkirin û sewqî girtîgeheke din hatiye kirin. 
 
* Li Girtîgeha Sîncanê ya Hejmara 1'ê Huseyîn KAraoglan ji bo girtîgehên ewlehiya bilind û Tîpa S'yê bên girtin, cezayên dîsîplînê bên betalkirin û sewqî girtîgeheke ku hevalên wî lê ne bê kirin, di 11'ê Îlona 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger kiriye. 
 
* Gava girtî ji girtîgehê sewqî yeke din tên kirin pirtûkên wan, kovarên wan, ajanda û qoliyên wan tên desteserkirin û xebatên wan ên bi kurdî, nivîsên wan û gotaêrn wan nadin wan. 
 
* Fatûreyên ceryanê zêde tên. Fiyetên eşyayên li kantînên girtîgehn pir biha ne û pir tişt li wan tune ne. Xwarina tê dayîn nebaş e û hindik e û carinan hin cism ji nav wan dertên.
 
* Daxwaza girtiyan a ji bo revîrê dereng tê bersivandin û di dema çûna nexweşxaneyan de jî cotkelemçe li destan tê xistin û di dema muayeneyê de kelemçe nayên vekirin. 
 
* Girtiyên enxweşîna wan giran û nikarin bi tena serê xwe di girtîgehêd e bimînin jî di odeyên yekkesî de dimînin. 
 
BILA GIRTÎGEHÊN EWLEHIYA BILIND Û TÎPA S'YÊ BÊN GIRTIN
 
Yûsûf Erdogan jî beşa nirxandinê û encamê ya raporê xwend. Erdogan destnîşan kir ku girtîgehên wekî hucreyan zirarê didin yekpareyiya ruh û bedenê û bandoreke nebaş li jiyana mirov dikin û wan ji azadiyê bêpar dikin. Erdogan got ku ev girtîgeh di heman demê de rêbazeke cezakirinê ne jî.
 
Erdogan ku got "cezayê girtîgehê kes ji azadiyê bêpar dihêle" û got ku ne pêkan e ku mirov tecrîda ku girtî rastî wê tên di warê hiqûqî de rave bike. Erdogan ji bo vê îşaret bi xala 17/1 a Destûra BIngehîn kir û got: "Divê Girtîgehên Ewlehiya Bilind, Tîpa S'yê û Tîpa F'yê bên girtin û ji bo girtî bi awayekî mirovan jiyana xwe bidomînin, şert û mercên bên vesazkirin. Her wiha divê mafê jiyan û mafê tenduristiyê yê girtiyan bê parastin." 
 

Sernavên din

18/09/2023
10:55 Jina ku bi dengê xwe şoreş û evîn gihande hev: Merziye Ferîqî
10:35 Xelatên Pêşbirka Mûsa Anter diyar bûn: Edîtorê MA’yê yê girtî Abdurrahman Gok hat xelatkirin
10:22 Moghaddam: Em tabloya 16’ê îlonê baş nizanin, bifikar in
09:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Bi xeta xiyanetê bawer nebin’ derket
09:21 Li Qoserê di êrişa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
09:01 Jinên Rihayê: Em ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bibin bersiva êriş û zextan
09:01 Jinên mexdûrên erdhejê xwe di konteyneran de biewle nabînin
09:01 Axa bejî ya rojavayê Kurdistanê bi destê jinan ji nû ve zindî bû
09:01 Mêvanê Kargeha Nivîskariya Afirîner Zeraq: Kargehekî derengmayî ye lê gelekî kêrhatî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:22 Kesên di protestoya PDK’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17/09/2023
22:35 ‘Ruhê têkoşînê bi 'jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû'
20:38 Amedspor ji Aksaraye bi serkeftî vegeriya
19:49 Îsmet Argul piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19:00 Di xwepêşdanên li Rojhilat û Îranê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
18:05 Tê gotin ku li gundê Daraqol bax û bostanên gundiyan hatine şewitandin
17:52 Jinan li Amedê tûra bisêklêtê li dar xist
16:37 Êrişên PDK’ê li Beyoglû û Akdenîzê hatin protestokirin
16:25 Li Stenbolê 6’emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan hate lidarxistin
16:07 Jinan rêveberiyên herêmî nîqaş kirin: Yekitî, serkeftinê tîne
16:02 Beriya maça Aksarayspor-Amedsporê strana ‘Ji bo te bimrim Tirkiye’ hate vekirin
14:21 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir
14:00 Serokê Enstîtûya Kurd a Almanyayê Ozmen wefat kir
13:53 Zem li bilêtên trêna bilez hate kirin
13:21 Bi sedema ‘piştgirî dane terorê’ li Amerîkayê doz li Halkbank û Sarraf hate vekirin
13:02 Li Brezîlyayê balafirek ket: 14 kes mirin
12:58 Otobûsa penaberan qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:00 Li çolterên Licê operasyona leşkerî
10:17 Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn
09:57 Kovara Jinê bi berga ‘Jin, jiyan, azadî’ derket
09:50 Helîkopterek kete nav ava bendavê
09:46 NY: Di lehiya li Dernayê de 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:39 Karkerê li Akkuyuyê jehrî bû: Derzî danîn û piştre şandin
09:04 AYM'ê ji bo îşkenceya li malbata Şahînê got 'binpêkirina maf e'
09:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî PDK'ê dan: Divê kurd li dijî îxanetê rabin
09:01 Şeniyên Banayê ku di bin dorbêçê de ye: Em nikarin heta mala cîranê xwe jî biçin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2023’YAN
16/09/2023
22:22 Jafariyê ku leşkerên rejîma Îranê ew gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
20:15 Gelê Îran û Rojhilatê: Bimre dîktator
19:58 'Em ê li dijî dîktatoran her bibêjin 'jin, jiyan azadî'
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan