Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!

  • rojane
  • 09:56 20 Îlon 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Ramazan Cirik ê erdê wî di navbera poligona aîdî Midûriyeta Tîmên Taybet a Mêrdînê de dimîne xwest biçe nav erdê xwe lê bi îdiaya “gefê” 18 roj cezayê hepsê lê hat birîn. 
 
Ramazan Cirik ê li taxa Misûriyê ya bi ser navçeya Artûklûya Mêrdînê ve nikare biçe nav erdên xwe ku ji bav û kalên wî man e. Sedema vê jî ew e ku erdên xezîneyê yên li der û dorê dewrî qada poligona aydî Midûriyeta Tîmên Taybet hatiye kirin. Cirik her cara ku dixwaze biçe nav erdê xwe lê çûna wî tê astengkirin. Cirik ji ber ku nikare biçe nav zeviyên xwe bi Midûrê Tîmên Taybet ê Mêrdînê yê berê R.D. re nîqaş dike û li ser gilîkirina vî midûrî doz li Cirik tê vekirin. Li ser vê gilîkirinê 18 roj cezayê hepsê li Cirik hat birîn. 
 
ERDÊ WÎ DI NAVBERA TÎMÊN TAYBET DA MA 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; eraziyên xezîneyê yên der û dora eraziyê Cirik di sala 2006’an de bi armanca “temînkirina ewlehiya polîgona guleberdanê” ji bo Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê tahsîskirin. Piştî vê tahsîskirinê eraziyê malbata Cirik di nav vê qada polîgonê de dimîne. Malek dîrokî ya malbatê jî di nav vî erdê wan ku hatiye dorpêçkirin de maye. Her çiqas demek malbat li vir mabe jî lê niha çûna wan a nav wî erdî û malê qedexe ye. 
 
NIKARE BIÇE NAV ZEVIYÊ XWE 
 
Malbat Cirik ji ber ku nikare biçe nav erdên xwe têkildarî mijara navborî rewşê veguhezand dadgehê. Doz hê didomiya Ramazan Cirik ê xwest biçe nav erdê xwe her car hat astengkirin. Cirik di 4’ê mijdara 2022’yan de ji bo destûra çûna nav erdê xwe hewl da bi Midûrê Tîmên Taybet R.D. re hevdîtin bike. Di hevdîtinê de nîqaş derketiye û li ser vê yekê R.D. der barê Cirik de bi îdiaya ku “gef lê hatiye xwarin” gilî kir. Li ser gilîkirinê doz hat vekirin û doz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê hat lidarxistin. Di dozê de beyanên R.D. û şahidiya polîsekî esas hat girtin û 18 roj cezayê hepsê li Cirik hat birîn.
 
‘BAX Û BOSTANÊN ME HIŞK BÛN’ 
 
Ramazan Cirik ku tiştên bi serê wî de hatin vegot û diyar kir ku ji ber Midûriyeta Tîmên Taybet salek e ew û malbata xwe perîşan bûne û got: “Em nikarin biçin nav baxçeyê xwe. Bêxwedî maye. Darên me hişk bûne. Mêwên me hişk bûn. Ez çûm cem midûr min got ji bo xatirê xwedê. Midûr got, ‘Xwedî li ku heye?’ Darên me zeytûnan tenê mane. Em nikarin zeytûnan jî berhev bikin. Ew bax û bostanên me têra 6 malbatan dikir. Îro ez nikarim bi meaşê teqawîdiyê xwe xwedî bikim. Gelo em çi bikin, em biçin parsekiyê bikin, em biçin diziye bikin?” 
 
‘HEYWANÊN ME KUŞTIN’ 
 
Cirik bang li Serokkomar Erdogan û rayedaran kir û xwest rê li ber çûna wî ya nav bax û bostanan wî bê vekirin û got: “Midûrê tîmên taybet berî min dide, nahêle ez biçim nav baxçeyê xwe. Gelo sûcê min çi ye? Heywanên me ji aliyê tîmên taybet ve hatin kuştin. Baxçeyên me hatin şewitandin. Her cara ku ez dixwazim biçim nav erdê xwe bi heqareta polîsan re rû bi rû dimînim. Min gelek hewl da lê min tu tiştek bi dest nexist.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

20/09/2023
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan
13:23 Leşkeran baxçeyên gundiyan gulebaran kir û agir bi baxçeyan ket
12:53 Tevî rêziknameyê jî tembûra rojnameger Arslan nedanê
11:48 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:40 Zarokê di dawetê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:15 Encamnameya Konferansa Lozanê: Hebûn, ziman û statuya gelê kurd nas bikin
11:09 Nasnameyên 3 YBŞ’iyên di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dayîn hate eşkerekirin
10:57 Partiyên Kurdistanî: Li dijî êrişan hewcedarî bi yekitî û seknekE neteweyî heye