Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin

  • jin
  • 12:55 20 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Armanca bingehîn a tecrîda girankirî ew e ku fikrên birêz Ocalan negihin gelan. Heta ku tecrîd bê şikandin û Ocalan azad bibe wê têkoşîna me bidome.”
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica, li Buroya Şewirmendiya Navenda Giştî ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Sarica ya têkildarî rojeva jinan nirxandin kirin bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.
 
Sarica, anî ziman ku li Îmraliyê her ku diçe tecrîd kûrtir dibe û wiha got: “Her ku tecrîd kûrtir dibe bandorê li gelê kurd, li civakê û li Rojhilata Navîn dike. Armanca bingehîn a tecrîda girankirî ew e ku fikir û ramanên gel negihin gelan. Em jî heta ku tecrîd were şikandin, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bimeşînin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Kûrkirina tecrîdê li ser girtîgehan jî bi bandor bibe. Rojên derbasbûyî li Agiriyê bi benê berazan îşkence li jinên girtî hate kirin û gefa kuştinê li wan hate xwarin. Ne tenê li Agiriyê li hemû girtîgehan zext û îşkence heye. Jinên têkoşer tu caran paş ve gavê naavêjin. Em li girtîgehê jî bin li derve jî bin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘JINAN ASTENGÎ NASNEKIRIN’ 
 
Sarica, di salvegera yekemîn a qetilkirina Jîna Emîniyê de ew bi bîr anî û wiha berdewam kir: “Bi ser qetilkirina Jîna Emîniyê re salek derbas bû. Çirûskeke biçûk bû û bi felsefeya ‘Jin jiyan azadiyê’ belavî hemû cîhanê bû. Rejîma Molla û hêzên zextker li Îranê dîsa xwe nîşan dan. Di bîranîna Jînayê de bav û apê wê jî di nav de bi hezaran kes hatin binçavkirin. Tê xwestin ku jin bên astengkirin. Di serî de li Îranê jinan li tu derê cîhanê astengî nas nekirin.”
 
‘EM Ê YEKITIYA XWE XURT BIKIN’ 
 
Sarica, diyar kir ku PDK di dîrokê de her tim li ser xeta îxanetê meşiyaye û wiha lê zêde kir: “Em weke kurdan bi hev re hene û bi yekitiya xwe xwe bidin nasîn. Daxwaza Serokkomarê dewleta tirk û Barzanî şer e. Hem bi awayê aborî hem jî siyasî paşketin e. Ji ber vê yekê jî dixwazin bi şerê di nava gel de xwe li ser piyan bihêlin. Êrişî her derê dikin. Em weke DBP hefteyeke çalakiyan dikin û dibêjin em xiyanetê qebûl nakin. Me li Silopiya, Gever, Îzmîr û Mêrsînê çalakî kirin. Li dijî çalakiyên hatin kirin êrişî gel hate kirin. Kesên beriya 100 salan Kurdistan parçe kirin îro dîsa hewl didin parçe bikin. Ji bo yekitiya kurdan xebat tên meşandin. Di demekî ku kurd evqas nêzîkî statuyê bûn de bi Barzanî tê xwestin ku kurd bên parçekirin. Ta ku em hebin em ê yekitiya xwe xurt bikin. Heke li cihekî şer hebe ji vî şerî herî zêde jin bi bandor dibin. Jin li her derê rola pêşeng dilîzin. Em destkeftî û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê qet destûrê nedin ku hûn dest bidin destkeftiyên me. Em ê destûr nedin ku hûn xiyanetê li gelê kurd bikin.”
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
 
Sarica, qala polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên birêvebirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî li ser jinên kurd polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Kesên li navçeya Geverê tecawizî Esraya 13 salî kirin hatin berdan û Esrayê xwe kuşt. Ji ber ku got dengê wê nehate bihîstin. Li Mêrdînê 3 cerdewan tecawizî jina 22 salî dikin. Ev cerdevan jî tên berdan. Li Kurdistanê ji bo başiya jinan biryar nayên dayîn. Zilamên nêzî dewletê tên parastin. Ev êriş encama polîtîkayên şerê taybet in.” Sarica, bi lêv kir ku yek ji pêkanînên şerê taybet jî şandina cenaze û cilên kesên jiyana xwe ji dest dane bi kargoyê ye.”
 
Sarica, qala kampanyaya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” daye destpêkirin da û diyar kir ku jin wê li her derê têbikoşin.
 
BANGA JI BO DANIŞÎNÊ 
 
Sarica herî dawî ji bo danişîna Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku dê di 22’yê îlonê de li Nisêbînê bê lidarxistin û danişîna aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn a dê di 28’ê îlonê de bê lidarxistin banga tevlibûnê kir. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/09/2023
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin
20:05 Girtiyê nexweş Ozalp ji emeliyat bû
18:24 Li Bismilê du malbat bi hev ketin: 3 kes mirin
17:33 Li balafirgeha Silêmaniyê teqîn
17:16 Têketina gundê Banayê hat qedexekirin
17:13 Li Hewlêrê li dijî avahiya KNK'ê êrişa çekdarî: Kesek hat qetilkirin
16:11 Tehliyeya Bat careke din hate taloqkirin
14:46 Platforma Jinan a Enqereyê: Êrişên li dijî jinên kurd zêde bûn
14:35 PDK li Geverê hate protestokirin
14:25 Akin: Îktîdar bi sepanên dermirovî rê li ber karesatên mezin vedike
14:14 Nûnerên THÎV'ê hatin beraetkirin
13:59 Recep Balta li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da
13:51 Îtîrazên ji bo nivîskar Menaf Osman hatin redkirin
13:42 BÎSAM: Sînorê birçîtiyê derket 12 hezar û 34 lîreyan