Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê

  • rojane
  • 12:35 23 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyan jî bariyerên polîsan derbas kirin û qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê. 
 
Dayikên Şemiyê yên bi daxwaza aqûbeta windayan zelal bibe û faîl bên darizandin û girtin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin, di hefteya 965’emîn de jî çalakiyê li dar xistin. 
 
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî qedexekirina qadê biryara “binpêkirinê” da jî 25 hefte ne polîs nahêlin ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin. Polîsan dîsa bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê çalakiya dayikan asteng kir. Polîsên ku destûr nadin çalakiyê wek her hefteyê qadê û hemû kolanên ku derdikevin qadê bi bariyeran girt. 
 
Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ûmît Efe, Parlamenera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. 
 
POLÎSAN GOTINÊN TACÎZÊ JI PARLAMENTER RE GOTIN 
 
Dayikên Şemiyê û beşdaran xwestin di Cadeya Îstîklalê de bimeşin Qada Galatasarayê, polîsan ew derpêç kirin. Di dorpêçê de polîsan ji parlamenter Ayşegul Dogan re gotinên tacîzê gotin, “Hefteya bihûrî porê we fonkirîbû lê vê hefteyê na, hema bêje me we nas nekir.” 
 
‘EZ DIXWAZIM BI WAN RE HEVRÛ BIBIM’ 
 
Hanîfe Yildiz a ku polîsan wê li pişt bariyeran hişt diyar kir ku ew hesabê windakirina lawê xwe Mûrat Yildiz dipirse û got: “Ez ê her tiştî ji bo lawê xwe bikim. Ez dixwazim bi Ramazan Kaya, Tahîr Şerbetçî, Îsmaîl Ozturk re hevdîtin bikim. Ez dixwazim bi wan re hevrû bibim. Ez dayikek im ku min bi destê xwe lawê xwe bir qereqolê. Çawa viya li min kirin. Ez ê li van bipirsim. Ka kamera we li ku ye? Ez gazî wî komiser Ramazan Kaya dikim, 28 sal bûn te min xapand, te lawê min ji min veqetand. Niha lawê min tune ye, ez ê çi bikim. Lawê min ew bi tenê bû. Ez ê her biqîrim.” 
 
Di vê navberê de polîsan destûr neda rojnamevan karê xwe bikin û wan derxist derveyî qada dorpêçkirî. 
 
BARIYERAN DERBAS KIRIN Û ÇÛN QADÊ 
 
Ji çalakvanan Masîde Ocak, Besna Tosûn û yên li gel wan bariyeran derbas kirin û heta qadê hatin û qerenfîl avêtin qadê. Polîsan wan li vir dîsa dorpêç kir. Polîsan diyar kir ku Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal banga beşdariya çalakiyê kirine. Bestna Tosûn ku bavê wê hatiye windakirin diyar kir ku ev agahî ne rast in û wan bangek wiha nekiriye. 
 
‘AYM CUMARTESİ ANNELERİNİ KORUYUN DİYOR’
 
Masîde Ocak jî li ber astengiya polîsna rabû û destnîşan kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn dibêje divê Dayikên Şemiyê bên parastin lê polîs her hefte zextan li wan dikin. 
 
BINÇAVKIRIN 
 
Polîsan gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kelemçe kirin û kirin binçavan. 
 
ASTENGKIRINA NEHEQ 
 
Koma din ku nêzî qadê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin nerazîbûn nîşanî astengiyê û dorpêçê dan. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew carek din bi awayek neheqî hatine astengkirin. 
 
‘HIQÛQ VÊ ŞEMIYÊ JÎ QEDEXE YE’ 
 
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dan û hat destnîşankirin ku Cadeya Îstîklalê ji her kesî re qedexe ye û wiha hat gotin: “Hiqûq, destûra bingehîn û mafên mirovan vê şemiyê jî qedexe ye! Qada Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye.” 
 
AQÛBETA YAHYA YAKÛT HATE PIRSÎN 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê pişt re li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xisitn. Li eywana ku Malbatên Windakiriyan civîn li dar xist pankarta "Galasaray ya me ye, Galatasaray ya me hemûyan e. Em dest jê bernadin" hate daliqandin. Di daxuyaniya Malbatên Windakiriyan a vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Yahya Yakût ê di sala 1993'yan de bi zorê binçavkirin û careke din agahî jê nehate wergirtin.  
 
'JI BO HEMÛ WINDAKIRIYÊN ME EDALET' 
 
Xizma windakiriyan Setenay Yarici ku aqûbeta Yakût pirsî xwest derbarê sûcdaran de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û wiha got: "Em ê ji bo Yakût û hemû windakiriyên me dest ji edaletê, bibîrxistina hiqûqê ya li dewletê û Qada Galatasarayê ya cihê me yê hevdîtinê ye bernedin."
 

Sernavên din

24/09/2023
10:42 ‘Bexda tu daxwazên tirkan qebûl nake lê PDK hemû daxwazên wan pêk tîne’
09:58 Xizmên Bulbun: Divê kujer bên girtin
09:35 Bi saetan kîloya îsotan ji bo 2 lîreyan ji hev dibijêrin
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Pêvajoya Îmraliyê
09:00 Li Wanê modela aboriya komunal: VAT-ÎŞ-KOOP
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
23/09/2023
21:42 Li Parîsê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya bêîteatiya sivîl
20:16 Dayikên Şemiyê: Tu qedexe nikarin pêşî li ber me bigirin
19:02 Projeya 'Balyozxaneya Cîhaneke Nû: Kurdistan' li Lozanê dest pê kir
15:31 ÎHD: Dayikên Şemiyê ne bi tenê ne
15:05 Bal kişandin ser rewşa Besra Erol: Dibe ku êdî çavê wê nebînin
14:56 Partiya Çepên Kesk û HDP: Dest ji şer berdin
14:49 Ji bo girtiyê nexweş Demîrtaş banga berdanê hat kirin
14:32 Di binçavan de hat windakirin: Dewlet tiştên wisa nake!
14:10 Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn: Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevpariyê dike
13:43 Kampanyaya TJA’yê: Armanc pêkanîna azadiya Ocalan e
13:39 Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin
12:35 Di operasyona medyaya dîjîtalê de 8 rojnameger hatin girtin
12:35 Dayikên Şemiyê ku dorpêçê derbas kirin qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê
12:09 Ji bo Zindana Amedê dê ‘Desteya Şêwirê’ bê avakirin
11:54 Dadgehê ji girtiyê hatiye derbkirin re got: Derewan nekin, tişta wisa nabe
09:08 Sariyildiz: Tirkiye ji ber tecrîdê 8 sal in di nava pêvajoyeke tarî de ye
09:04 Ustercî: Xebatên parêzvanên mafên mirovan tên astengkirin
09:03 'Sedema êrişên nijadperest ên li dijî penaberan polîtikayên bêcezakirinê ne'
09:01 Gav bi gav komploya navneteweyî: Çarmixkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:33 Cenazeyê Bulbun bi merasîmeke girseyî hate veşartin
22/09/2023
22:51 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter: Çapemeniya Azad li dijî tecrîdê roleke teşhîrker dilîze
21:42 KASED’ê salvegera damezrandina xwe pîroz kir: Em pişta xwe didin berxwedana jinan
20:54 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk dest pê kir
19:22 Bi girseyî çûn şîna Cîhat Ay
19:03 Der barê Hevserokê DBP'a Sêwregê Bas de lêpirsîn
17:27 Cenazeyê Bulbun 5 saet in li nexweşxaneyê tê sekinandin
16:22 Dema binçavkirina 4 kesên gazî îfadeyê hatibûn kirin hate dirêjkirin
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin