Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû

  • rojane
  • 09:47 26 Îlon 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Seyîd Evran di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Hevreyê wî Azîz Koyluoglû yê ku 24 sal in pê re dixebitî wiha qala wî kir: “Em di şexsê heval Seyîd de bi awayekî zelal dibînin ku divê şoreşger, rojnamegerek çawa bijî."

Zêdetirî 30 sal in xebatkarê Çapemeniya Azad e. Ew rojnamevan-nivîskar Seyîd Evran e. Di 22'yê îlonê de li nexweşxaneya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku lê dihat dermankirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Evran 30 sal zêdetir e bû şopdarê heqîqetê û di çapemeniya azad de bênavber têkoşiya. Evran, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ragihandina heqîqetê xebitî. Evran, ji bo çapemeniya azad mîraseke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû ku 24 sal in bi Seyîd Evran re dixebite û wî nas dike qala berxwedan û têkoşîna hevrêyê xwe kir. 
 
‘HER TIM DI LÊGERÎNA PEYDAKIRINA NÛÇEYAN DE BÛ’ 
 
Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku Evran ji bo raya giştî ji rastiyan agahdar bike her tim di nava têkoşînê de bû û wiha qala wî kir: "Ez heval Seyîd ji sala 1998'an û vir ve nas dikim. Lê di bihara 2000'an de firsenda min çêbû ku ez wî ji nêz ve nas bikim. Min nas kir. Ji wê demê heta niha nas dikim. Em bi çapemeniya azad de bi hev re xebitîn. Ji wê demê û vir ve 24 sal in em hev nas dikin. Em di gelek qadan de bi hev re xebitîn. Li başûrê Kurdistanê em bi hev re xebitîn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê me bi hev re nûçe şopandin. Em heta sala 2021’an li Rojava bi hev re bûn. Heval Seyîd ji şopandin û nivîsandina nûçeyan hez dikir. Tevî wî temenê xwe bi refleksên nûçegihanekî 20 salî nûçe dişopandin û nûçe dinivîsand. Her tim di lêgerîna nûçeyan de bû. Ew bi xwezabûna xwe heta rojên xwe yên dawî jiyan û têkoşîna xwe berdewam kir. Dema ku agahiyek baş jê re dihat, bi raya giştî re parve dikir. Wî ji nûçe çêkirinê û nivîsandinê moral dîgirt. Dema ku wî rewşek analîz dikir, teqez xwest ku vê analîzê ji raya giştî re ragihîne. Armanca wî agahdarkirina raya giştî bû. Û ji bo vê armancê dixebitî. 
 
DIGOT HER TIŞT JI BO GEL E 
 
Ew lehengek û kesayetek hêja bû ku mirov wî ji xwe re mîna bigirta. Dikaribû bi her kesî re li hev bike. Bi heval Seyîd re hemû taybetmendiyên rojnamegeriyê hebûn. Şoreşger bû û digot 'her tişt ji bo gel e'. Lê armanca wî ya sereke ew bû ku agahiyan ji raya giştî re ragihîne û raya giştî rast agahdar bike. Û ew her tim di nava lêgerînê de bû digot ez ê çawa dikaribim zêdetir beşdarî vê têkoşînê bikim. Dema ku em di qadê de dixebitîn yek ji hevalên herî çalak bû. Bi taybetî di civînên me yên nûçeyan de hem rewşê heyî analîz dikir û hem jî pêşniyarên nûçeyan dikir. Di vî warî de jî çalak bû."
 
'EW NE TENÊ ROJNAMAGER BÛ ŞOREŞGEREKÎ MEZIN BÛ JÎ’  
 
Koyluoglû anî ziman ku Seyîd Evran ji kevneşopiyeke mezin a têkoşînê tê û wiha got: "Hevalê Seyîd hevalekî ku demeke dirêj derbarê Ermenistan û Asyaya Navîn bi taybetî jî li ser kurdên Kazakistanê nûçe amade dikirin. Serpêhatiya wî ya rojnamegeriyê bi çapemeniya azad dest pê kir û bi çapemeniya azad bi dawî bû. Nûnerê rojnameyê yê bajarê Agiriyê yê bakurê Kurdistanê bû, navê rojnameya wê demê nayê bîra min, yan Ozgur Gundem yan jî Ozgur Ulke bû. Wê demê weke nûçegîhan û nûnertî kar kir, paşê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di sala 1996'an de li çiyayên azad xebatên gel kir û li wir beşdarî xebatên çapemeniyê bû, Seyîd ne tenê rojnameger bû, di heman demê de şoreşger bû, hevalekî ku taybetmendiyên şoreşgerî di cewherê xwe de dihewand bû. Guhertin her tim di nava wî de hebû, hevalek ku di her şert û mercan de dikaribû xwe ji nû ve sererast bike bû. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe, moralê wî timî bilind bû. Dem bi dem ji nişka ve carna hêrs dibû. Lê miroveke ne bi rik bû. Di esasê xwe de hevalek ku bi hevrêyên xwe re dibû hevrê. Û hevrêtî ji bo wî pir girîng bû. Pir nivîsand, pir analîz kir, gelek nûçe çêkirin. Li çar perçeyên Kurdistanê geriya." 
 
DI ŞOREŞA ROJAVA DE ROLA SEYÎD 
 
Koyluoglû diyar kir ku Evran li çar parçeyên Kurdistanê di lêgerîn heqîqetê de bû û diyar kir ku Evran di Şoreşa Rojava de ji bo ragihandina şoreşa gel bi gel re bir ola xwe rabû û wiha axivî: "Hem li rojhilatê Kurdistanê nûçe çêdikir û hem jî li başûrê Kurdistanê nûçegihan bû. Her wiha di destpêka Şoreşa Rojava de cih girt. Ji sala 2012'an û vir ve di destpêka şoreşê de li Rojava rojnamegerî dikir. Li her derê geriya. Seyîd nûçegihanê şer bû. Li hemû qadên şer ên Şoreşa Rojava, li Heleb, Efrîn, Kobanê, li Minbic, Reqa, Qamişlo, Hesekê bajarekî ku lê nexebitîbû nebû. Heval Seyîd rastiya şer bi zimanê herî zelal vedigot. Têkoşer bû, bi israr bû, ji berê ve ji kevneşopiyeke wisa dihat, bapîrên hevalê Seyîd beşdarî serhildana Şêx Seîd bûn û li wir hatin darvekirin, ew ji kevneşopiyeke malbatî bû, nûnerê wê kevneşopiyê bû. Tiştek bêyî têkoşînê nayê bidestxistin, her tişt bi têkoşînê tê qezenckirin, tu tişt bi serê xwe nabe. Her tişt hewldan hewce dike. Heval Seyîd xwedî vê taybetmendiyê bû. Her tim têdikoşiya. Li dijî paşverûbûnê û dijmin her tim di nava têkoşînê de bû. Ew hişê çapemeniya azad ê zindî bû. Ne tenê yê çapemeniya azad, hişê Kurdistanê jî bû. Heval Seyîd xwedî bîrek pir xurt bû. Wî tu carî nav û cihan ji bîr nedikirin.  Herêm, nav û bûyer ji bîr nedikir, wan bibîr dianî û yek bi yek qala wan dikir. Heval Seyîd hem ji bo kurdan hem jî ji bo çapemeniya azad bû bîranînek zindî, ev yek wê bibe sedemê xwedîderketina bîranîn û têkoşîna wî.” 
 
'EM BERDEWAMA MÎRATEYA ŞEHÎD SEYÎD ÎN'
 
Koyluoglu da zanîn ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna Seyîd Evran bimeşin û di dawiyê de wiha got: "Ji me re mîrasek girîng hişt. Ji bo berdewamkirina vê mîrateyê, mezinkirina wê û belavkirina wê mîrateyek ji me re hişt. Yek ji mîrateyên sereke yên heval Seyîd berdewamkirina têkoşîna şehîdan bû. Ev dê ji bo me jî wisa be. Em parêzvanên vê mîrasê ne. Heval Seyîd jî digot, 'Em berdewamên şehîdan in'. Niha jî em berdewama mîrateya hevalê şehîd Seyîd in. Ji bo vê jî çi ji destê me tê em ê li cihê ku hiştiye bidomînin. Ji bo ku xeyalên wî pêk bînin û bigihînin vê armancê em ê têbikoşin. Em di şexsê heval Seyîd de bi awayekî zelal dibînin ku divê şoreşgerek, rojnamegerek çawa bijî.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

27/09/2023
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin
12:48 Li Etîyopyayê hezar û 329 kes ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan
11:36 Di lêpirsîna hunermend Çat de biryara neşopandinê hate dayîn
11:36 Pirtûka wî bi hinceta ‘tê lêkolînkirin’ nadinê
11:36 Hejmara ermenên ji Qerebaxê koç dikin nêzî 30 hezarî bû
11:31 Rojnameger Evran ji hêla bi hezaran kesan ve hate oxirkirin
11:22 Komên paramîlîter li Efrînê 3 welatî revandin
11:08 Partiya Çepên Kesk: Pereyên ji bo erdhejê hatin komkirin li ku ne?
11:07 14 sal in kujerên Ceylan Onkol nehatine dîtin
10:41 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
10:09 Jinên karker ku çandiniya tûtinê dikin: Em heqê keda xwe nastînin
10:08 Ji Stenbolê bertek: Divê bêyî PDK’ê bi yekitiya netewî têkoşîn bê mezinkirin
09:37 Li Mêrsînê 12 kes hatin binçavkirin
09:02 Ji bo Çemê Êlihê biryara îmarê: Siberoja zarokên xwe tarûmar nekin
09:01 Mamosteyê Kurdistanê: Denîz Bulbun
09:01 ‘Rakirina tecrîdê bi yekitiyê pêkan e’
09:01 Parêzer Şakar: PDK'ê nehişt sûcê şer eşkere bibe
09:01 Rêwiyê heqîqetê û welatê xwe: Seyîd Evran
09:00 Parêzerê ku 7 caran çûye serdana Îmraliyê: Çaleraşa hiqûqê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:41 Li eywaneke dawetê ya Mûsilê şewat: Zêdetirî 100 kesî mirin
26/09/2023
20:13 Îdianameya der barê rojnamevan Muftuoglû de: Xebatên wê yên pîşeyî sûc hatine hesibandin
16:53 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Hesekê çalakî hat destpêkirin
16:45 Rapora ÎHD’ê ya sala 2022’yan: Înkar û red pirsgirêka kurd çareser nake
16:32 Cezayê DEDAŞ’ê yê bi îdiaya ‘bikaranîna qaçax’ derew derket
15:47 DFG’ê û MKGP’ê serdana şîna Evran kirin
15:34 KJAR: Endama me Werîşe Mûradî ji hêla hêzên rejîmê ve hate revandin
14:54 Danişîna doza rojnamevan Çapan hate betalkirin
14:53 Peyama rojnameger Evran ji bo Abdullah Ocalan nivîsandî hate weşandin
14:25 Rapora Bana ya ku di bin dorpêçê de: Gundî nikarin ji malên xwe derkevin
14:18 Daxwaza girtina Sutçu ku êrişî avahiya HDP’ê kiribû hate redkirin
14:17 Doza Kobanê: Gelo her kesê ku di Deriyê Xabûrê re derbas dibe diçe Qendîlê?
13:30 Li Semsûrê vînç wergeriya: 3 karker bi giranî birîndar bûn
13:06 Dirûşma kongreya Partiya Çepên Kesk diyar bû
13:03 Partiya Çepên Kesk li dijî tecrîdê biryara têkoşîna topyekûn da
13:02 HSD’ê pêşî li êrişeke nû ya li dijî Dêrazorê girt
11:41 Ji bo çûna Îmraliyê du serlêdanên cuda hatin kirin
11:01 Mîhrîcana FilmAmed sibê dest pê dike
10:53 Emniyet nahêle şîna rojnameger Evran were danîn
10:39 ‘Li dijî tecrîdê dê hewldanên me hebin’
10:38 Evran dê li Qamişloyê were oxirkirin
10:38 Nirxandina Seyît Evran a têkildarî komployê: Fikra ku dixwestin tune bikin li cîhanê belav bû
10:27 Di serdegirtinên malan de tundî û binpêkirin zêde bûn
09:47 Koyluoglû: Seyîd Evran ji bo kurd û çapemeniya azad bîrek zindî bû
09:29 Meleyên kurd: Nêzîkatiya cenazeyan hovîtî ye divê herkes li dijî vê zilmê raweste
09:17 Jinên mexdûrên erdhejê di kîjan şert û mercan de ne?
09:15 Doza Vartînîsê: Sûcê li dijî mirovahiyê nakevin ber demboriyê
09:13 Samûr a 63 salî îşkenceya lê hatiye kirin vegot
09:12 Ji parêzerên Abdullah Ocalan ên ewilî: Hêj ji rojên destpêkê ve tecrîd kete meriyetê
09:07 Ên çav li fiyetan dikevin vedigerin: Êdî kes nikare penêrê bi sîrik bikire
09:06 Guherandina Destûra Bingehîn: Gava piştî vê Efxanistan e
09:03 Ji ber peyva ‘Kurdistanê’ derheqê Goktaş de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2023'YAN
25/09/2023
16:39 Li Amedê dê Mihrîcana Hewselê bê lidarxistin
16:10 Ji ber ku ‘tîma neteweyî pîroz nekir’ derheqê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hate vekirin
16:10 Di danişîna doza teqîna Îstîklalê de 3 kes hatin berdan
15:48 21 salî ket girtîgehê 51 salî hate berdan
15:42 Navê qeyûm li korika avê kir!
15:16 Rojnameger Işik, li ser Evran nivîsand: Îman pê anîbû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe
15:05 Rapora Girtîgeha Tîpa L ya Panosê: îşkence, lêpirsîn, sirgun
14:28 Danişîna rojnamevan Bayram hate taloqkirin
14:24 Doza Kobanê: Îdiayên weke hinceta girtinê hatine nîşandan îdiayên 8 sal berê ne
13:55 Li Îzmîrê dê dîwana dengbêjan were danîn
13:37 Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
13:30 Welatiyên li Zorava hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:09 DFG: Bîranîna Evran dê di têkoşîna gelê kurd de bijî
12:40 Peyama Evran a dawî: Ber bi rêwîtiya dawî ve!
12:24 Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin
11:49 YRA: Hafizaya 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
10:26 Li Çînê di kana komirî de şewat derket: 16 kes mirin
10:22 Rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da
09:05 Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike
09:04 ‘Tecrîd ne bi gotinan bi hewldanan dikare were têkbirin’
09:03 Tecrîda Îmraliyê: 449 serlêdanên hevdîtînê bêencam man
09:02 Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan
09:01 Abdullah Ocalan: Hinek kesên din senaryo nivîsand, li Îmraliyê hate lîstin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:37 Xwebûn bi manşeta "PDK çavdêrî, Tirkiye êriş dike" derket
08:37 Zaroka di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de gule lê ketibû jiyana xwe ji dest da
24/09/2023
23:58 Li Qamişloyê ji bo Abdullah Ocalan meş hate lidarxistin
23:54 Rojên Fîlmên Ekolojîk ên Amedê bi dawî bûn
23:01 Li Hatayê avahiyek hilweşiya: Kesek mir
21:51 Stand-up’a “Vik û Vala” li Amedê derket pêşberî temaşevanan
18:48 Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
17:39 Bayindir: Em ê tecrîdê rakin, Ocalan azad bikin
15:40 Li Arsîsayê 16 zarokên din ji qursa zimanê kurdî mezin bûn
15:40 Ji bo jinûvesazkirina DÎK’ê civîn hat lidarxistin
14:46 Ji ciwanan çalakiya geştê: Tecrîd parçeyeke şerê taybet e
14:32 Ji bo kesên li Efrînê hatine revandin fîdye tê xwestin
14:32 DFG ji bo piştevaniyê çû serdana xebatkarên Sputnîkê
14:31 Berfîn Polat hate girtin
13:08 Dorpêça li ser Banayê didome: Ev 12 roj in gundî nikarin baxçeyên xwe av bidin
12:51 Di encama êrişa rejîma Îranê de 3 kolber birîndar bûn
12:23 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
11:34 Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
11:05 Kovara Jinê di manşeta xwe de cih da kampanyaya TJA’yê
10:43 Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin