Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin

  • rojane
  • 09:02 29 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Gundê Kiwexê yê êzidiyan ku tê texmînkirin xwedî dîrokeke hezar û 200 sala ye, di hedefa dewletê de ye. Bi meha ye propagandaya “Êzidî vedigerin gundê xwe” tê kirin lê belê li gund tu êzidî najîn û di bin navê turîzmê de pêşkeşî sermayeyê tê kirin. 
 
Civaka êzidî ji ber baweriya xwe ya qedîm ji dîrokê ve rastî 74 fermanan hatine. Di her fermanê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, yên mayî bi rêyên koçberiyê ketin. Çerxa zext, zordarî û qirkirinê ya li ser êzidiyên bakurê Kurdistanê jî xwedî çîrokeke dûvdirêj e. Bi hezaran êzidî ji ber gefa qirkirinê berê xwe dan welatên Ewropa û cîhanê. Li gorî lêkolînan, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 550 êzidî û li Ewropayê jî 150 hezar êzidî dijîn. 
 
Bi sedan gundên êzidiyan li Şirnex, Êlih û Mêrdînê hebûn. Lê belê ji ber polîtîkaya qirkirinê ya me li jor vegotî, gelemperiya van gundan vala bûn û niha li şûna wan hinek kesên din dijîn. Yek ji van gundan jî gundê Kiwexê yê navçeya Hezex a Şirnexê ye. Li gundê behsa xeberê 130 mal hene lê di nav wan de yek êzidî tune ye. Heta salên 1980’an jî bi sedan êzidî li Kiwêxê dijiyan. Lê bi giranbûna zextên siyasî û leşkerî, êzidiyên gund neçar man ku berê xwe bidin Ewropayê. 
 
MALÊN LI SER ŞIKEFTAN HATINE AVAKIRIN
 
Li gorî lêkolînên dîrokî, gundê Kiwexê hezar û 200 sal berê hatiye avakirin. Lê gund 37 sal in vala ma. Tevî terikandina gund, gundê Kiwexê hêj tevna xwe winda nekiriye û li binê hin xaniyan bi metreyan qadên jiyanê hene. Malên gund hêj jî li ber xwe didin. Yek ji taybetiyên avahiyên gund ew e ku li ser şikeftan hatine avakirin. Sedema vê jî weke parastina ji êriş û komkujiyan tê destnîşankirin. 
 
ÊZIDÎ JI BER ZEXTAN NIKARIN VEGERIN LÊ WALÎTÎ DIBÊJE ‘ARAM E’ 
 
Niha li gundê Kiwexê tu êzidî najîn lê walîtiya Şirnexê seferberî ragihandiye. Gundê ku êzidî nikarin lê vegerin, di bin navê “turîzmê” de pêşkeşî sermayeyê tê kirin. Çapemeniya medyaya navendî jî propagandaya “Êzidî vedigerin gundên xwe û gundê herî aram ê Şirnexê ye” dike. Di bin navê “turîzmê” de reseniya gund tê xerakirin. Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê niha ji bo Kiwexê xebatên birina rê, ceyran û avê dike. 
 
HEWL DIDIN GUND PÊŞKEŞÎ SERMAYEYÊ BIKIN 
 
Midûrê Midûriyeta Çand û Turîzmê yê Şirnexê Hazim Ûcûn demek berê daxuyaniyek da û bi van gotinan pêşkeşkirina gund a ji sermayeyê re piştrast kiribû: “Îxtîmaleke mezin e ev der dê ji turîzmê re were vekirin. Ji bo vê jî xebat tên meşandin. Armanca me ew e ku em bala turîstan bidin vê derê.”
 
DIXWAZIN LI GUND QEREQOLÊ AVA BIKIN
 
Koçerên herêmê her sal di demsala payîzê de li derdora gund bi cih dibin. Lê belê leşkeran îsal bi hinceta “fermana walî heye” nehiştin koçer li wir bicih bibin û ji gund derxistin. Li gorî agahiyan, dê qereqoleke nû li gund were çêkirin.
 
ÊZIDÎ NERAZÎ NE Û DOZ VEKIRIN
 
Têkildarî mijarê em bi êzidiyên gund re ku niha li Ewropayê dijîn axivîn. Nexwestin navên xwe bidin û sedema wê jî wiha vegotin; “Heke sibe du sibe em vegerin gundên xwe, ditirsin ku dewlet zextê li me bike û me bigire.” Êzidiyan, diyar kirin ku bêyî destûra wan mudaxileyî gundê wan hatiye kirin. Bi domdarî destnîşan kirin ku ji ber zextên dewletê bi sala ye nikarin vegerin gundê xwe û gundê wan niha pêşkeşî sermayeyê tê kirin. Welatiyên êzidî dan zanîn ku li dijî vê hewldanê doz vekirine û doza wan didome. 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

30/09/2023
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin