FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan

img
AMED – 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja 3’yemîn de berdewam kir. 
 
Bernameya 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya di saet 17.00 û 19.00’an de bi hemû hêz û kelecana xwe berdewam kir. Di bernameya saetên 17.00 û 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê belgefîlmên “Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casîmê Celîl” û “Hêza” hatin nîşandan. Di heman demê de li Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr jî belgefîlmên bi navê “Koçer” û “Tamî Aw” hatin nîşandan. Her wiha li gor bernameyê di saet 19.00’an de li Zarok Ma’yê belgefîlmên “Harmoniya Ji Bo Piştî Şer” û “Heft Senfoniyên Zagros”, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî belgefîlmên “Mehla Qorê” û “Harmoniya Ji Bo Piştî Şer” hatin nîşandan.
 
Piştî nîşandana belgefîlman bi derhêneran re gotûbêj hatin lidarxistin. Temaşevanan rexne, pêşniyarî û pirsên xwe gotin û derhêneran jî bersiva wan da. Ji bo hemû belgefîlman jî eleqeyeke zêde hebû û bi sedan kes li cihên cûda bi hezkirineke mezin belgefîlm temaşe kirin.
 
‘HARMONIYA PIŞTÎ ŞER’
 
“Harmoniyên Ji Bo Piştî Şer”, ji hêla Pablo Tosco û Migûe Roth ve hatiye derxistin. Fîlm bi zimanên kurdî, îspanî û erebî ye û 26 deqeyan dirêje. Fîlm di sala 2019’an de hatiye çêkirin. Fîlm behsa muzîkjenên li Rojava dike. Muzik bi şer bi dawî nabe lê alîkariya dürxistina nebaşiyê dike. Başûrê rojavayê Kurdistanê yê li Sûriyeyê ji ber şerên demdirêj hat ruxandin; lê di nava wan wêraneyan de, muzikjen, helbestvan, mamoste û bi dehan zarok hatin gel hev û enstruman jenandin-qet nebe ji bo demeke - dengé girêjî yê tundiyê tepisandin. Muzîkjenë Kurd Gani Mirzoyê ku li Barselonaye mişextî ye. kampanyayek da destpêkirin (bi beşdariya Muzikjenën Sinornenas û rêxistinên Welate Baske) da ku ji dused heban zedetir enstrumanan bigihijine wê qadê.
 
‘MEHLA QORÊ’
 
Belgefîlma “Mehla Qorê” bi derhêneriya Fatma Çelîk hatiye çêkirin û zimanê belgefîlmê kurdî ye. Fîlm 8 deqeyan dirêj e û di sala 2021’an de hatiye çêkirin. Mehla Qorê ji bîranîna yekem a Fatmayê dest pê dike û taxa ku zarokatiya wê tê de derbasbûyî ji nû ve saz dike. Film wêneyên taxa di pêvajoya pevçûnan a 2015’an de hilweşiyayî, albûmên kevn ên malbatê, tiştên ku tên bîra jinên malbatê û tiştên ku ew naxwazin bi bîr bînin tîne cem hev, dide pey şopa lêgerîna Fatmayê ya wê bîranîna yekem.
 
‘HEFT SENFONIYÊN ZAGROS’
 
“Heft Senfoniyên Zagros” ji hêla derhêner Perwîz Rostemî ve hatiye amade kirin û zimanê belgefîlmê bi zaraveya kurdî soranî ye. Dirêjahiya belgefîlmê 23 deqeye û di sala 2021’an de derketiye. Belgefilma Heft Senfoniyên Zagrosê filozofiya Heft Haweyên muzîkê yên kevntirîn amûra bayê (şemselê) ya di jiyana gelê Zagrosê de vedibêje. Heft Hawe bi monologa pîremêrekî ku 65 salên jiyana xwe bi jenandina şemselê bihurandiye, tê vegotin. Karakter di navenda çîroka film de ye û filozofiya Heft Haweyan a di jiyana wî de hatiye nîşandan. Di olên cuda de 'heft' wek hejmareke pîroz tê dîtin û naveroka belgefilmê hinkî jî bi awayekî bi vê mijarê re têkildar e.
 
‘KOÇER’
 
Selîm Alan derhêneriya belgefîlma “Koçer” kiriye û îsal kişandiye. Belgefîlm, bi zimanê kurdî hatiye amade kirin û 62 deqeyan dirêj e. Ji komên Kurd ên koçber ên ku bi awayekî bi pergal niştecih nebûne re Koçer tê gotin. Her tim di konan de dijîn. Hema bibêje bi awayekî giştî debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Zozan û germiyanên wan ên diyar hene. Dema ku hewa dicemide, koçer hem ji bo xwe, hem jî ji bo ajalên xwe li stargehên germ digerin û berê xwe didin germiyanan. Bi giranî konên xwe li cih û warên bilind û di geliyan de, li mêrgên nêzî avê vedigirin. Ji ber vê yekê jî, bi cîhanê re têkiliyên wan zêde xurt nîn in Di van komên ku bi awayekî bi pergal niştecih nabin de asta perwerdehiyê, xwendin û nivîsandinê kêm e. Avaniya mêrsalar serdest e.
 
HÊZA’
 
Belgefîlma “Hêza” ji hêla Derya Denîz ve par hatiye amade kirin. Belgefîlm, 54 deqeyan dirêj e û zimanê wê jî kurdî ye. Ev belgefilm li ser jineke êzîdî ye ku di dema êrîşa DAIŞ'ê li ser Şengalê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dest pê kir, bûye kole. Tê de behsa wê yekê dike ku wê di destê DAIŞ’ê de çi jiyaye, ji bo ku rizgar bibe çawa hewl daye û çawa wê jiyana xwe piştî Rizgarbuna ji dest DAIŞ'e domandiye. Heza, di xewna xwe ya herî xirab de qet nedifikirî ku wê rojekê bibe fermandara bi sedan şervanên jin û mêr di şerê li dijî DAIŞ'ê û wan têk bibe. Heza tenê keçeke ciwan bû ku tevî 5000 jinên din ên êzîdî dîl ket destê DAIŞ'ê û bu kole. Piştî êş û azarên bi salan direve. Ev belgefilm şahidiya zindî ya êş û azarên Heza û têkoşîna wê ya ji bo edaletêye.
 
‘JIYANA REWŞENBÎREKÎ KURD: CASIMÊ CELÎL’
 
Belgefîlma “Jiyana Rewşenbîrekî kurd: Casimê Celîl” ji hêla Ozlem Dîler û Celîl Badîkanli ve di sala 2021’an de hatiye çêkirin. Belgefîlm 56 deqeyan dirêj e û bi zimanê kurdî hatiye amade kirin. Casimê Celîl di sala 1908'an de, li gunde Oblaste yê navçeya Digorê ya Qersê, wek zarokeki malbateke Ezdi te dinyayê. Jiyana wi ya li gund a ligel malbatê ku dê heta dawiya emrê xwe her û her bi hesret bi bir bine, di sala 1918'an de bi qirkirina ku rûbirû bûne re dawî dibe. Di pêvajoya meşa dirêj a ber bi Erivanê de, tevahiya endamên malbata xwe wenda dike. Casimê ku bi tena serê xwe dimine, li Erivanê di maleke sewiyan de tê bicihkirin û navê wî te guherandin. Ji bo ku eslê xwe ji bir neke, her sibe ji nava nivinan radibe û ji xwe re dibêje 'navê min Casim e, ez kurê Celil im, ji Oblasta Digore me, ez Kurd im, Kurdê Êzidî me'.
 
'TAMÎ AW'
 
“Tamî Aw” ji hêla derhêner Ebrahîm Saedî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, hatiye çêkirin. Zimanê fîlm kurdî, tirkî û farisî ye û 80 deqe ye. Filmê “Tamî Av” sala par hatiye çêkirin. Fîlm behsa gundê Dîzaj Dol dike. Dîzaj Dol gundekî li qeraxê Gola Ûrmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye. Li hinek deverên gund bîrên avê û darên li zeviyan ji ber kêmbûna avê zuha bûne û hatine terikandin. Li pêşberî gund, ber bi golê ve, qasî ku çav dibînin zeviyên xwê yên zuha û spî hene.
 
Bernameya sibê ya mîhrîcanê wiha ye:
 
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 11.00 û 14.00 - Forûm (Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman)
 
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 15.00 – Bedewiya Nepen a Îraqê
 
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 17.00 – Paşa, Dayika Min û Ez
 
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 19.00 – Di Valahiyê de
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 15.00 – Daristanên Bakûr
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 17.00 – Hatay: 17-24 Nîsan 2023
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 19.00 – Piştî Baxçeyên Zeytûnan, Cîhana Di Serê Min De û Ma Qey Ev Jî Nebû Gol
 
Zarok Ma – Saet 19.00 – Dîwarên Dê Bên Hilweşandin
 

Sernavên din

30/09/2023
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin
20:23 Cenazeyê Akman piştî 10 mehan radestî malbatê hat kirin
19:41 Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin
19:03 Di Doza Vartînîsê de biryarên der barê JÎTEM, Mûsa Anter û Madimakê de hatin bibîrxistin
16:19 Belgefilma ku qala têkoşîna Emîne Şenyaşar dike ji bo Festîvala Babelê hat bijartin
16:07 Parlamenter Bozan ji walî re got: Hedê te nîne tu li ser xebatên me biaxivî
15:53 Partiya Çepên Kesk 400 kesên li qada naveteweyî vexwend kongreya xwe
15:51 Weqfa Arti Medyayê: Em xwe nû dikin
15:33 Li Geverê liv û tevgera leşkerî
15:11 Partiya Çepên Kesk serdana dikandaran kir
15:01 Şîna rojnameger Evran bi girseyî hate ziyaretkirin
15:01 Walîtiya Şirnexê 14 herêm qedexe kirin
14:55 Gulebarana polîsan bû sedema qezayek xeternak
14:51 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Binarê Qendîlê kir
14:21 4 sal û 2 meh ceza li Selma Irmak hat birîn
14:08 Tevî îfadeyên zarok jî faîlê tacîza zayendî beraet kir
13:48 Di doza ‘tacîza zayendî ya li dijî zarok’ de daxwaza girtinê
12:56 OHD: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin, dawî li tecrîdê bînin