Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e

  • rojane
  • 11:17 30 Îlon 2023
  • |

STENBOL - HDK, DBP, TJA, HDP, Partiya Çepên Kesk, Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û wiha gotin: “Em ê ji her herêmê, ji çar hêlan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Azadiya birêz Ocalan; azadiya me hemûyan e, azadiya bindestan e.”

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hatibû dayîn, li Stenbolê daxuyanî tê dayîn. Daxuyanî li avahiya HDP’ê hat dayîn. Nûner û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Li eywana ku daxuyanî lê tê dayîn pankarta bi nivîsa, “Heya tecrîd bê şikandin em ê meşa xwe ya azadiyê bidomînin” hat daliqandin. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Heta ku tecrîda Îmraliyê hebe, ew ê pirsgirêka kurd bê çareserî û Tirkiye bê demokrasî bimîne!” ku ji hêla Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ve hat xwendin wiha ye: 
 
“Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 15'ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin. Ji 20 salî zêdetir e bi rejîmeke bêhiqûq û taybet li Girava Îmraliyê tê girtin. Bi komploya navnteweyî hate armanckirin ku têkoşîna gelê kurd di serî de têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bê tesfiyekirin. Komplo di roja me de jî hîna bi gelek aliyan ve berdewam dike.
 
ROJHILATA NAVÎN DIXE NAVA FIKARAN
 
Tecrîda girankirî ya Îmraliyê yek ji wan sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ye û bi bêxeberhiştina mutleq a 31 mehî bûye milekî din ê vê tecrîdê. Nahêlin ku birêz Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û bi tu awayî xeber jê nayê girtin. Ev tecrîda mitleq  a dermirovî ku dikare wek sekinandina hiqûqê li Îmraliyê bê nirxandin, di serî de gelê kurd, gelên li Rojhilatê Navîn jî dixe nav fikaran. Berdewambûna bêxeberhiştina mutleq her ku diçe vediguhere hêrseke civakî ya mezin.
 
Tecrîda derhiqûq û dermirovî ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, li dijî destûra bingehîn û li dijî peymanên navneteweyî û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî ye ku Tirkiyeyê ew îmze kirine. Ev tecrîd bi temamî bi awayekî derhiqûqî, derexlaqî û dermirovî tê meşandin û bûye sedem ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên herî bingehîn bê çareserî bimînin.
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ DIBE SEDMA BÊHIQÛQIYÊ
 
Di gel vê yekê de Rejîma Tecrîdê belavî seranserî Tirkiyeyê bûye, faşîzmê çar aliyên Tirkiyeyê dorpêç kiriye. Civak bê nefes tê hiştin, hêviya pêkvejiyanê ya gelan tê dizîn. Kesên ku birçîbûn û feqîriyê bi ser me de ferz dikin, kesên ku polîtîkayên cudakariyê dimeşînin, kesên ku ji bo rantê li dijî bajar û xwezayê sûcan dikin, dîsan ew kes in ku rejîma tecrîdê dimeşînin. Kesên ku dijminiya gel û bindestan dikin, diyar in û tecrîda Îmraliyê kûr dikin û di neyartiya gel de israr dikin. Em ê bi israr bibêjin! Kesên ku polîtîkayên tecrîdê dimeşînin, ew kes in ku welat mehkûmî zem, çete, mafyayên tiryakê, dijmintiya koçber û penaberan û qetlîama jinan kirine. Lewma tecrîda Îmraliyê dibe sedema her cure bêhiqûqî, kedxwarî, newekhevî û bêedaletiyê.
 
Ji ber vê yekê dixwazin di şexsê birêz Ocalan de gelên Rojhilata Navîn mehkûmî jiyaneke tecrîdkirî bikin; dixwazin polîtîkayên cudakarî û dijminkariyê bixin nav hemû rehên civakê.
 
DIXWAZIN CIVAKÊ TESLÎM BIGIRIN
 
Dîrokê pir bi zelalî nîşan daye ku heta ku tecrîd neyê şikandin û birêz Ocalan neyê azadkirin, ne mimkin e ku gelê kurd azad bibe û bigihîje statûyê û kedxwariya ekonomîk, polîtîk, çandî û dînî li ser gelên Tirkiyeyê rabe. Tecrîda mitleq a Îmraliyê û bêçaresermana pirsgirêka kurd, encama wê daxwaza desthilatdariya AKP-MHP’yê ye ku dixwaze hemû civakê bê şert û merc teslîm bigire. Ji ber vê yekê, her ku tecrîd kûrtir bibe, mafê gelê kurd ê azadiyê û mafê gelên Tirkiyeyê yê demokrasiyê her roj zêdetir tê binpêkirin. Lewra têkoşîna li dijî tecrîdê, di heman demê de têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna gelên Tirkiyeyê ya ji bo demokrasiyê ye.
 
MUXATABÊ ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCLANA E
 
Têkoşîna li dijî tecrîdê pêwîst e ku bibe têkoşîna bingehîn a her kesî ku dibêje heq, hiqûq, edalet, wekhevî û azadî. Lewma rakirina Pergala Tecrîdê ya Mitleq a Îmraliyê qonaxeke girîng e ji bo siberoja civakê ya demokratîk û ji bo ku têkoşîna aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe civakî, ew ê bibe gaveke dîrokî.
 
Em dikarin bi îradeya xwe ya hevpar ne kedxwarî, koletî û mirinê lê belê wekhevî, edalet û aştiyê pêk bînin. Ji bo ku pirsgirêka kurd li gorî nirxên gerdûnî, siyaseta demokratîk û lihevkirina demokratîk çareser bibe, tenê dema ku gel û bindest midaxeleyî vê rewşê bikin,  helwesta xwe diyar bikin û îradeyê derxin holê, dikare pêk were. Ji bo ku pirsgirêka kurd li gorî van prensîbên ku me diyar kirine, bê çareserkirin, kesê ku çareseriyê bimeşîne, gotûbêjan bike û hêsankariyê bike, birêz Ocalan e. Her du tecrubeyên pêvajoyên çareseriyê yên dawî ev rewş têra xwe baş îsbat kiriye.
 
DEM DEMA RAKIRINA TECRÎDÊ YE 
 
Ji bo rizgariya me ya hevpar, ji bo şikandina polîtîkayên tecrîdê û ji bo ku gel aştiyeke birûmet pêk bînin, armanca me ya bingehîn ew e ku azadî û ewlehiya birêz Ocalan pêk were û ji bo ku li ser çareseriyê bixebite, şert û mercên xebatê divê jê re bên çêkirin. Heta ku Rejîma Tecrîdê ya Mitleq a Îmraliyê neyê rakirin, ew ê rewşa pevçûn û şer îro û sibeya me bidize. Ji ber vê çendê, tecrîda ku di şexsê Birêz Ocalan de bi awayê bêxeberhiştina mitleq tê meşandin, ji bo rakirina wê dem dema wê ye ku em bi hemû hêza xwe bikevin nav liv û tevgerê.
 
BANGA JI BO RAYA GIŞTΠ
 
Banga me li wan mirov, derdorên siyasî û partiyan e ku fikarên wan ên hevpar ji bo siberojê hene, banga me li rêxistinên girseyî yên demokratîk, li komele, sendîka, yekîtiyên pîşeyan, saziyên hiqûqê, rêxistinên jin, ciwan û jîngehê, li sazî û dezgehên navneteweyî ye.
 
Her ku dengê birêz Ocalan digihîje civakê, taristana mirinê cihê xwe dide ronahiya jiyanê. Ev deng dengê daholên şer bêdeng dike, dengê baskên kevokên aştiyê bilind dike. Birêz Ocalan bi perspektîfa xwe ya çareseriyê ya demokratîk polîtîkayên şer û kedxwariyê pûç dike, li dijî sermayeya tekpereset û baronên şer e ku xwe bi xwîn, êş û hêsiran xwedî dikin. 
 
BER BI GEMLÎKÊ VE 
 
Bi vê bawerî û biryardariyê heta ku Tecrîda Îmraliyê bê şikandin, ew ê berê me li Gemlîkê be. Em ê ji her herêmê, ji çar hêlan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Em ê hûrgiliyên vê plansaziyê ji raya giştî ya hêja re parve bikin.
Em dubare dikin! Em ê tu carî nehêlin ku tu kes hêviya gelan a ji bo pêkvejiyan û jiyana azad bidize! Azadiya birêz Ocalan; azadiya me hemûyan e, azadiya bindestan e. Heta ku em vê azadiyê pêk bînin, em ê bê navber têbikoşin. Em vê yekê di serî de ji bo gelê kurd, radigihînin hemû raya giştî ya demokratîk.
 
HETA KU TECRÎDA ÎMRALIYÊ BÊ ŞIKANDIN, EW Ê BERÊ ME LI GEMLÎKÊ BE, EW Ê MEŞA ME YA AZADIYÊ BÊ NAVBER BIDOME”
 

Sernavên din

03/10/2023
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn