Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê

  • rojane
  • 11:25 1 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêx û nûnerên eşîran ên li Hesekê hatin ba hev, piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re ragihandin û diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze DAIŞ’ê dîsa zindî bike. 
 
Eşîr, rûspî û şêxên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li mala serokeşîrê Begerayê Ewad El Ugla ya li gundê Til Tewil ê Hesekê hatin ba hev. Li gorî nûçeya ANHA’yê; nêzî sed şêx û rûspiyan daxuyaniyeke hevpar dan û piştgiriya xwe ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ragihandin. 
 
Daxuyanî ji aliyê rûspiyê qebîleya Begera, Hisên El Kebeş ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bang li qebîle û eşîrên Dêrazorê hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Xwişk û birayên ezîz ên li herêmên Dêrazorê, êdî armanc û rastî ji her kesî re zelal bûn. Divê em xîtabî we bikin ku bûyerên duh rû dane planeke qirêjî bû. Aliyên ku siyasetên wan li dijî gelê me têne gel hev, ji bo parvekirina hegemonî û berjewendiyên xwe kar kirin, heman aliyên ku tevgera Sûriyeyê ji xeta wê derxistin, guh nedan silametiya gelê me û pêkvejiyana wan a ebedî. Xwestin tevna civakî ya pêkhateyên gelê me têk bibin da ku armancên xwe yên madî û berjewendiyên xwe yên taybet pêk bînin. Pereyên heram derbasî herêmê kirin û herêm tije çek kirin. Bi vê yekê re revandin û qetilkirin çêbûn û agirê şerê ragihandinê gur bû.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dan, ji bo vejandina serdema tarî li Sûriyeyê bû û ev tişt hatin parvekirin: “Îran û cîranê xwe civiyan. Îranê xwest têgeha fitneyî ya teng zindî bike û cîrana wê xwest DAIŞ'ê zindî bike. Yên ku hewl didin fitneyan biafirînin kujerên rasteqîn ên gelên me ne.”
 
Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re anîn ziman û bal kişandin ser van xalan: 
 
* HSD, li ser daxwaza qebîleyên me hate avakirin. Stûna vê hêzê zarokên me ne.
 
* HSD nûnera rewa ya tekane ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
 
* Tu niyetên HSD'ê yên cudexwaziyê tune ye. HSD'ê dirûşma Sûriye yek e, Sûriye welatê hemûyan e hildaye.
 
* Îran û Tirkiyeyê li pey hewldanên derxistina fitneyan e û hewl didin li ser têla neteweyî û etnîkî bilîzin. Em dizanin ku Îran û Tirkiye ji bo netewe û eşîrên me rêzê nagirin. 
 
* Ketina nav hewlên derxistina fitneyan xiyanetek li siberoja gelê me ye. Her wiha hewldaneke ji bo lawazkirina ezmûna me ye. Di heman demê de hewldaneke ji bo zindîkirina terorê, revandin û afirandina şerê navxweyî yê eşîr û qebîleyan û derxistina fitneyan e.
 
* Yên xwe spartina rejîmê û navên malbatên xwe yên bi rûmet bi kar tînin dixwazin bibin xwediyên pere û desthilatê. Ev kes nûneretiya xwe tenê dikin û nûnertiya tu kesên din nakin.
 
* Tevahî eşîr di aliyê civakî û siyasî de xwedî rûyên bi bandor in, nabe navê qebîle yan eşîrê bi kesekî tenê ve were girêdan. Hinek kesên nîştimanperwer ên bi bandor hene ku mîraseya eşîran diparêzin.
 
* Li ser vê bingehê divê helwest were diyarkirin. Yên ku bi vejandina fitneyan û têkbirina aştiya navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de û bikeve pey van aliyan, ew di xindeqên dijber an ku xindeqa têkçûyî de ne. Yên ku xweşiyê ji eşîr û qebîleyên me re dixwazin divê li hemberî hêzên terorîst ên fesadiyê belav dikin, gelan qetil dikin û ditirsînin, bisekinin.”
 

Sernavên din

03/10/2023
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin