Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?

  • rojane
  • 09:08 5 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Piştî gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve”, di navbera 6-8’ê cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî dest pê kirin ku weke “Serhildana Kobanê” tên pênasekirin. Di çalakiyan de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi ser bûyeran re 9 sal derbas bûn. Gelo di çalakiyan de çi qewimî û kê çi got? 
 
Di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê çalakî dest pê kirin. Di çalakiyan de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û van çalakiyan di dîrokê de weke “Serhildana Kobanê” cih girt. Bi ser çalakiyan re 9 sal derbas bûn. Li gel Efrîn û Cizîrê, Kobanê jî di çileya sala 2014’an de ji hêzên rejîmê hate rizgarkirin û “Xweseriya Demokratîk” hate ragihandin. DAIŞ’ê piştî êrişa li dijî Şengalê, di 15’ê îlona 2014’an de ji sê milan ve êrişî Kobanê kir. Di serdemeke ku endamên DAIŞ’ê di weşana zindî de sînorê Tirkiyeyê derbas dikirin û êrişî Kobanê dikirin de ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kesan sînor derbas kirin û tev li berxwedanê bûn. DAIŞ, di 5’ê cotmehê de kete bajar û xetereyeke mezin a komkujiyê li ser xelkê bajar çêbû. Li ser vê yekê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ev bang kir: “Ji destê kê çi tê bila niha bike. Bila gelê me li her çar aliyan rabe ser pêyan.” 
 
ABDULLAH OCALAN: EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN 
 
Êrişên li ser Kobanê gelek dijwar bûbûn û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û pê re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha got: “Li cihê ku DAIŞ lê heye û li ku dera herêmên kurdan DAIŞ hebe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em heta dawiyê li ber xwe bidin. Dê bi tu awayî tawîzê nedin DAIŞ’ê.” Li ser vê hişyariyê jî gelê kurd kete nava liv û tevgerê. Di 21 rojên êrişê de ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin ser sînor û bênavber li ber xwe dan. Her wiha li çar aliyan gelê kurd û dostên wan li kolanan bûn. Wezîrê demê û serokkomarê AKP’î yê niha Tayyîp Erdogan di 7’ê cotmehê de li Dîlokê got; “Vaye Kobanê jî li ber ketinê ye.” Piştî vê gotinê, Serhildana Kobanê jî dest pê kir. 
 
ÊRIŞÊN HÎZBULLAHÊ YÊN LI DIJÎ SERHILDANAN
 
Çalakiyên ku bi sernavê “Gelê kurd rabû serhildana Kobanê” hatin weşandin, di 6’ê cotmehê de mezintir bûn û di 7-8 û 9’ê cotmehê de veguherîn berxwedana mezin a gel. Hîzbûlkontra yên xwe di bin navê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) de birêxistinkirin û hêzên ewlekariyê jî dest bi êrişan kirin. Êrişên endamên Partiya Doza Azad û hêzên ewlekariyê tu cudahiya xwe ji sepanên Hîzbûlkontrayê yên salên 90’î nebûn. Li dijî endamên Hîzbûlkontrayê ku bi dirûşma “Bijî DAIŞ” piştgirî didan DAIŞ’ê, bi milyonên kesên Kobanê weke şoreşa azadiya xwe didîtin bi berxwedaneke mezin bersiv dan û şerekî mezin ê hebûnê kirin û navê xwe li dîrokê nivîsandin. 
 
BÎLANÇOYA ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÇALAKIYAN
 
Gelek bajar veguherîn Kobanê. Leşker û polîsan xwe ji qereqol û qişleyan vekişandin, di encama bûyeran de qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û li gelek noqteyên bajaran tank hatin bicihkirin. Di encama êrişan de li Amed, Mûş, Elih, Dîlok, Wan, Riha, Sêrt, Merdîn, Çewlik, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê; li 36 bajaran 2 hezar û 389 bûyer qewimîn, 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 438 sivîl û 331 polîs birîndar bûn, 4 hezar û 291 kes hatin binçavkirin û ji van 105 kes hatin girtin. 
 
LI GORÎ RAPORA ÎHD’Ê KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî bûyeran raporek amade kir. Li gorî raporê; di çalakiyan de 46 kesan jiyana xwe ji dest dan û 682 kes jî birîndar bûn. Her wiha li gorî raporê; hezar û 974 kes hatin binçavkirin û ji van 323 kes hatin girtin. Di raporê de hate gotin ku li Wanê Hamdî Caner (55) û Yûnûs Aktaş; li Sêrtê Davut Nas (17) û Kamîl Taş (25), li navçeya Misircê Yûsûf Çelîk (17), Mehdî Erdogan (35), Necmettîn Çelîk; li Gimgim a Mûşê Hakan Buksur (25); li Amedê Mahmûd Enez (55), Suleyman Kale (19), Turan Yavaş, Yûsûf Tokar, Mûrat Dag (24), Riyat Guneş, Mahsûn Çoban, Hasan Gokyuz, Ahmet Dagkak, Mesût Menekşe, Uğur Ozbay (19), Baver Şeyhanogûllari (18), Cûmalî Guneş (30), Yasîn Boru û Hasan Gokgoz; li Êlihê Emrah Demîr; li Qoser a Mêrdînê Kerem Karaaslan (22), Fehad Îbrahîm Elduverîc (hemwelatiyê Erebistana Siûdî), Abdullah Muhamet Latîf (hemwelatiyê Sûriyeyê), li Kerboranê Bîlal Gezer, Sînan Toprak, Abdulkerîm Seyhan, li Nisêbînê Beşîr Ramazan Arîf; li Îzmîrê Ekrem Kaçaroglû (38); li Dîlokê Sevgî Alici (18); li navçeya Yuregîr a Edeneyê Ahmet Albay (69) û li Esenyûrt a Stenbolê jî Mert Degîrmencî (18) jiyana xwe ji dest dan.
 
LÊPIRSÎN BÊYÎ LÊKOLÎNÊ HATE DESTPÊKIRIN 
 
Di encama bûyeran de bîlançoyeke giran derket holê lê tevî ku bi ser bûyeran re 9 sal derbas bûne jî têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn hejmareke zelal nehat eşkerekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê mijarê de 3 caran pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir lê belê ev daxwaza wê hate redkirin. Berevajî vê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê endam û rêveberên HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de wiha hate gotin: “Di bûyerê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, hewldana kuştina 29 kesan hate kirin, 326 hêzên ewlekariyê û 435 kes birîndar bûn.” 
 
KOBANÊ NEKET LÊ DAIŞ KET 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dayîn lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê di nava 9 salan de ji bilî Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz derheqê mirina tu kesên din de lêpirsîn neda destpêkirin. Piştî bûyeran, di 30’ê cotmeha 2014’an de Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) civiya û biryara konsepta şerê topyekûn hate destpêkirin ku di sala 2015’an de kete meriyetê. Li Kobanê ku teslîmî tarîtiyê nebû, berxwedaneke bêhempa hate raberkirin û 134 rojan berdewam kir. Berxwedêran li Kobanê serî bi DAIŞ’ê dan tewandin ku tevahiya cîhanê jê ditirsiya û bajar rizgar kirin. 9 sal berê Kobanê neket lê li gorî rêzê Til Hemîs, Til Beraq, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Girê Spî, Sirrin, Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de yek bi yek ketin. Destkeftiyên gelê kurd ku DAIŞ’ê têk bir, roj bi roj mezintir bûn. Dewleta tirk ji vê aciz bû. Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin û di 20’ê çileya 2018’an de êrişî Efrînê û di 9’ê cotmeha 2019’an de êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û bajar talan kirin. 
 
GEFÊN ERDOGAN Û DOZA KOBANÊ
 
Tayyîp Erdogan, HDP ji mirina Yasîn Boru berpirsyar dît û fatûreya bûyeran li rêveberên partiyê birî. Erdogan, ji ber piştgiriya bi çalakiyên Kobanê re, di 11’ê cotmehê de li Rîzeyê gefa “Em ê hesaba wê bipirsin” li siyasetmedarên kurd xwar. Di hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîrana 2015’an de AKP nekarî bi tena serê xwe bibe îktîdar. Bi vê yekê re bêtehemûliya wê ya li hemberî têkçûna DAIŞ’ê zêde bû û bi destê darazê li dijî HDP’ê pêleke êrişan a nû da destpêkirin. Hevserokên HDP’ê yên berê jî di nav de û 18 girtî bi giştî derheqê 108 siyasetmedaran de doz hate vekirin. Ji bo 108 siyasetmedarên di “Doza Kobanê” de tên darizandin ji 29 sûcên cuda 38 caran muebbeta giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê tê xwestin. 
 
Doza Kobanê di heman demê de kirin sedema sereke ya îdianameya doza girtina HDP’ê ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind amade kiriye. 
 
SIBE: Fatûreya têkçûna DAIŞ’ê li HDP’ê dibirin! 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

06/10/2023
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome