Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû

  • rojane
  • 15:36 5 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Umît Akbiyik li ser sedan kesan îfade da û gelek kes da girtin. Yek ji wan jî Mizgîn Karataş bû. Karataş, di danişîna ewil de hate tehliyekirin. 
 
Şahidê eşkere Umît Akbiyik li ser sedan kesan îfade da û di 25’ê nîsanê di çarçoveya îfadeyên wî de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Yek ji kesên hatibû girtin jî Mizgîn Karataş bû. Danişîna ewil a Karataş li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Karataş û parêzerê wê Hasan Yalçin di danişînê de amade bûn. Şahid Akbiyik jî li Kirşehîrê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
Di îdianemeyê de hat îdiakirin ku Karataş di mala xwe de endamên rêxistinên hewandiye û ji endamên rêxistinê re gotiye “mala biewle.” Karataş, li dijî van îdiayan parastina xwe bi kurdî kir û ev îdia red kir. 
 
Karataş, anî ziman ku di 16’ê mijdara 2021’an de ji Stenbolê bar kiriye Amedê û wiha got: “Min ew mala behsa xeberê kirê kir. Di 9’ê hezîrana 2022’yan de min ew mal vala kir û li mala dayika xwe mam. Min li mala duder a kirêkirî tenê tiştên xwe hişt. Tu kes li vir nema li mala min. Ez şahid Akbiyik nas nakim û min ne ew û ne jî tu kesên din li mala xwe nehewandiye. Ez zewicî me û zarokên min hene. Dema hevjînê min li malê nedima, min tu caran mêfanên zilam nedigirt malê ku civaka me jî vê yekê qebûl nake. Îfadeyên şahid rast nînin.” 
 
KARATAŞ: EZ MEXDÛRA DOZÊ ME
 
Bi domdarî Karataş wiha got: “Ez mexdûra vê dozê me. Sûcdarê esasî şahid e. Lê ew şahid niha li derve ye. Ji bo xwe ji ceza xelas bike, navê min û kesên din da. Kurê min ê 4 salî li gel min di girtîgehê de dimîne. Ev yek bandoreke neyînî li ser gihaştina wî dike. Ji bo tenduristiya zarokê xwe, ez daxwaza tehliyeya xwe dikim.” 
 
SEROKÊ DADGEHÊ JÎ NAKIKÎ FERQ KIR 
 
Şahidê eşkere Umît Akbiyik jî hûrgiliyên di îfadeya wî ya ewil de nebûn li îfadeya xwe zêde kir. Di îfadeya xwe de siyasetmedar Z.K. weke “endamê rêxistinê” vegot û îdia kir ku tevî Z.K. û A.P. li mala Karataş mane. Akbiyik, got ku di meha îlona 2021’an de çendek caran li mala Karataş ma ye. Li ser vê yekê îfadeya Akbiyik ya li dadgehê û ya li emniyetê hev negirt. Serokê dadgehê ev nakokî ferq kir û bi bîr xist ku di îfadeya xwe ya ewil de Akbiyik gotiye ku di mijdara 2021’an de li mala Karataş maye û ev nakokî li girtekê da nivîsandin. 
 
Her wiha hevnegirtina îfadeyên li emniyet û dadgehê ji Akbiyik hate pirsîn û wî jî got: “Wê demê min derheqê gelek kesan de îfade da. Dibe ku ji ber zêdeîfadedayînê min ev xal ji bîr kiribe.” 
 
ÎDIAYA LIDARXISTINA CIVÎNA LI MALA KU KARATAŞ KIRÊ NEKIRIYE
 
Parêzer Hasan Yalçin jî destnîşan kir ku şahid di îfadeya xwe ya di 12’ê çileya 2022’yan de dibêje ku li mala miwekîla wî hêj civînên rêxistinî tên lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Miwekîla min di navbera 16’ê kanûna 2021’ê û 9’ê hezîrana 2022’yan de ew mal kirê kiriye. Îfadeyên şahid rast nînin. Di tespîtkirina navnîşanê ya piştî îfadeya şahid de jî xuya bû ku miwekîla min li wir ne rûdinişt. Her wiha şahid dibêje ku di gulana 2021’an de li mala miwekîla min civîn hatiye lidarxistin. Lê belê miwekîla min di 16’ê kanûna 2021’an de hatiye wê malê. Îfadeyên Akbiyik hev nagirin.”
 
Piştî parastinan, dozger mutalaaya xwe da. Di mutalaayê de dozger xwest ku bi sedema “ji bo endamên rêxistinên mala biewle peyda kiriye” û “pêwendiya wê bi wan re heye” û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û 15 roj cezayê hefsê li Karataş were birîn û rewşa wê ya girtî bidome. 
 
Parêzer Yalçin jî daxwaza tehliyekirina miwekîla xwe kir. 
 
BIRYARA TEHLIYEYÊ HATE DAYÎN
 
Dadgehê ji bo Karataş biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 14’ê mijdarê kir. 
 

Sernavên din

06/10/2023
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome