Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan

  • rojane
  • 20:15 6 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên bajer û gundên Herêma Cizirê, li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan.
 
Bi hezaran şêniyên Herêma Cizirîê ji bo protestokirina êrîşên dewleta tirk meşeke girseyî li dar xistin.
 
TIRBESPIYÊ
 
Bi sedan xelkê navçeya Tirbespiyê bi meşekê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ew ê li dijî êrişan berxwedanê bidomînin.
 
Beşdarên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan li pêşiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê kom bûn û ber bi sûka navendî ve çûn û êrişên artêşa tirk şermezar kirin û gotin armanca wan êrişan têkbirina ewlehî û îstîqrarê ye.
 
Li sûka navendî mîtîngek li dar xistin û endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Silêman Ereb axivî. Silêman Erebe got ku dewleta tirk di siyasetên xwe yên derxistina fitneyan de ku vê dawî li Dêrazorê çêbûye, têk çû, niha jî binesaziyê dike hedef û zextê li gelê herêmê dike.
 
Silêman Ereb diyar kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sûcên şer û terora dewleta tirk bi hêztir e û bang li hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî kir ku helwestên xwe li dijî van sûcan eşkera bikin.
 
ÇILAXA
 
Li Çilaxayê xelkê navçeyê, bajarok û gundewarên wê li aliyê başûrê navçeyê kom bûn û beşdarî meşa girseyî ya şermezarkirina êrişên dewleta tirk bûn.
 
Beşdaran alên HPC′ê û pankartên “Faşîzma Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe”, “Em bi hev re li dijî terorê bisekinin”, “Wê xwîna şehîdên me û qêrîna zarokên me we hesab bikin” hildan.
 
Piştî meşê li Qada Şehîd Mahsûm mîtîngek hat lidarxistin. Li vir hevserokê Nivîsgeha PYD′ê ya Çilaxayê Ebduselam Ebas axivî û şehîd bi bîr anîn.
 
Ebas bang li gelê herêmê kir hevgirtî bin û wiha got: “Dewleta tirk çi qas hewl bide nikare vîna gelên di her kêliyekî de amade ne canê xwe di oxira azadî û parastina projeya xwe ya demokratîk de bide, bişikîne."
 
TIL HEMÎS
 
Bi sedan şêniyên Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk meşeke girseyî li dar xist û li tevahî kolanan geriyan û li Çerxerêya Niyabê vegerî mîtîngê. Li vir hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
El Şemerî got hovîtiya êrişan nîşaneya zîhniyeta dewleta tirk a faşîst e û armanca wê qirkirina gelê herêmê ye, lê ev plan bi ser nakevin.
 
El Şemerî wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê civata navneteweyî xetereya êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên me baş bizane, bi taybet herêmên bi ser sînorê Tirkiyeyê ve ku tê de kampên koçberan hene."
 
DAXUYANIYA RÊXISTINA NÛDEM
 
Her wiha der barê mijarê de Rêxistina Nûdem a Astengdaran jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navenda rêxistinê ji aliyê endamê rêxistinê Samî Fetah ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn di civaka me de bi hezaran ‎kesên astengdar û xwedî pêdivîyên taybet hene, di nav van êrişan de herî zêde ‎kes û zarokên astengdar rastî zehmetiyan tên. Rojane êrişên ku tên kirin û ‎koçberiya ji encama wan, bi awayekî neyênî bandorê li jiyan, tenduristî û ‎derûniya astengdaran dike.”
 
Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.
 
​​​​​REQA
 
Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê bi meşekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
 
Meş ji pêşiya Mizgefta Nûr a li rojavayê bajar dest pê kir û dirûşmên "Na ji dagirkeriya tirk re", "Bijî berxwedana gelan", "Bijî QSD" û "Bimire dewleta Tirk a faşîst" hatin berzkirin.
 
Meş li ber nexweşxaneya Wetenî rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclîsa Kombûna Jinan  a Zenûbyayê Fatima Salih daxuyaniya bi navê meclîsa kombûnê xwend.
 
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca ji van êrîşan şikandina îradeya jinênazadxwaz e ku xwe li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine.
 
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di daxuyaniyê de got: ′′Em nahêlin dijmin armancên xwe pêk bîne û împoratoriya Osmaniyan zindî bike."
 
Bi navê Komîteya Kar û Barên Olî ya bajarê Reqayê Yehya Mehmûd jî anî ziman ku ew em ê li hemberî planên ku li dijî herêmên me yên ewle têne sazkirin, bêdeng nemînin.
 
HELEB
 
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
Meş ji pêşiya hola civînan a 8'ê Adarê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkirî û qirkirinê re", "Destê xwe ji Rojava bikişîne kujer Erdogan" û "Li hemberî êrîşên qirkirin û tevkariyê em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin" hatin hildan. Her wiha dirûşmên şermezarkirina êrîşan, banga hesabpirsînê ji sûcdaran û  xwedîderketina li şehîdan hatin berzkirin.
 
Meş li qada 7 Şehîdan rawestiya. Li vir hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Rewşen Mihemed diyar kir ku êrişên dewleta tirk bêçarebûna wê nîşan dide û got, rejîma Tirk bi van êrîşan dixwaze ji rewşa xwe bireve û raya giştî bixapîne.  Rewşen anî ziman ku berdewama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bibe sedema vejandina şandeyên veşartî yên DAÎŞ′ê.
 
Rewşen Mihemed bal kişand ser çalakiya fedaî ya endamên Tabûra Nemiran a li Enqereyê jî û got: "Çalakî bersiveke guncaw ji bo gefxwarinên dewleta tirk a dagirker bû ku hîna binesazî û saziyên xizmetguzarî û kampan dike hedef."
 
Di dawiya meşê de beşdaran soz dan ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê hevgirtin û têkoşîna xwe xurt bikin.

Sernavên din

08/10/2023
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e