Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin

  • rojane
  • 14:10 10 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dostên gelê kurd li 74 navendan daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' dan destpêkirin.

 
Dostên gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de ye û ev 31 meh in agahî jê nayê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngaveke nû dane destpêkirin. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Tevî welatên Ewropayê li Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîka Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din di heman demê de daxuyanî hatin dayin.
 
Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' dan destpêkirin.
 
Daxuyaniya ku li 74 navendan bi hev re hate dayin, bi vî rengî ye:
 
"Kampanya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' ya navneteweyî, tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr û bi milyonan kurd û dostên wan ên li tevahiya cîhanê li dora armancekê digihîne hev. Ev armanc jî ew e ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyeke diyalogê ya nûkirî bê kirin, ji pirsgirêka Kurd re ku pirsgirêka sed salî ya Tirkiyeyê ye çareseriyeke siyasî û adîl peyda bike.
 
Abdullah Ocalan lîderekî siyasî yê Kurd e ku li tevahiya cîhanê ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê siyasî tê dîtin. Di sibata 1999'an de bi operasyoneke îstîxbaratê ya navneteweyî hate revandin û ji Tirkiyeyê re hate şandin. Ji hingî ve girtî ye û bi salan têkiliya wî ya bi derve re hate qutkirin. Êşkence û kiryarên din ên zalimane yên biçûkxistinê lê hatin kirin.
 
Tevî vê yekê jî tevgera ku Ocalan ava kiriye û mirovên jê sûdê werdigirin, li refên herî pêş ên têkoşîna diyarkirina çarenûsa Kurdan û di nava tevgerên demokrasiyê yên pir etnîkî û pir olî yên li Rojhilata Navîn cih digirin. Teoriyên wî ji bo her kesên ku li tevahiya cîhanê ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe, azadiya jinê û dawîanîna li newekhevî û mêtingeriyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê.
 
'Pirsgirêka Kurd' a ku li Tirkiyeyê nehatiye çareserkirin şer û nearamiya siyasî ya ji ber redkirina mafên siyasî û medenî yên bingehîn ên 20 milyon kurdên li Komara Tirkiyeyê ne bû sedem ku bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bibin û li tevahiya cîhanê neteweperestiya tund, olperestî û otokrat xurt kir. Pêwendiya vê yekê bi pirsgirêkên herî cidî yên herêmî û global heye -dagirkerî, nijadperestî, zordariya li jinan, nexweşbîniya olî, mêtingeriya aborî, xerakirina hawirdorê- ku bandorê li jiyana bi milyonan mirovî dike.
 
Kampanya ji aliyekî ve navneteweyî ye, ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Kurdistan di navbera çar dewletan de Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye parçekirin. Yên ku beriya sed salî ev parçekirin pêk anîn di serî de Îngilistan û Fransa hêzên Ewropî bûn. Şerê Tirkiyeyê yê li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan encama stratejiyeke nû ye ku bi piştgiriya bêşert a dehan salan a DYE û endamên din ên NATO'yê û bikaranîna van hêzan li dijî dewletên mîna Rûsya û Îranê ye, ku hewl dide ji her aliyan li dijî Kurdan tawîzan werbigire.
 
Navneteweyî ye, ji ber ku çareseriyên Abdullah Ocalan navneteweyî ne. Çarçoveya çareseriya siyasî ya ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd diyar kiriye, dikare şer û zilma sed salî ya Tirkiyeyê û li welatên cîran bi dawî bike. Teoriyên gerdûnî yên ku çarçoveya çareseriyên wî destnîşan dikin, ji zêdebûna newekheviyê heta bi guhertina avhewayê, li dijî bilindbûna otokratên rastgiriya tund, ji bo her mirovên ku li alternatîfa krîzên heyî digerin dikare bibe modelek.
 
Abdullah Ocalan bikare tevî pêvajoya siyasî ya çareserkirina pirsgirêka kurd bibe û fikirên xwe bi pêş ve bibe, wê azadî û aştî ji bo me tevan zêde bibe. Mixabin, rêbertiya otorîter a li Tirkiyeyê bi vê dizane û ji vê senaryoyê zêde ditirse. Ji lew ma bi piştgiriya civaka navneteweyî, ji bo parastina desthilata xwe û dirêjkirina şer, nêzîkê sê salan e Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de dihêle.  
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawîn de sala 2019’an got ku fersendê bidin ew ê pirsgirêka Kurd di hefteyekê de çareser bike û ji roja hikumeta tirk dawî li hevdîtinên ji bo aştiyê aniye, wî ji bo çareseriya siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurd fikirên xwe hêj bêhtir bi pêş ve birine. 
 
Tirkiye li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriya xwe zêde dike û li hundir û ji der ve zextan li ser mixelefetê zêde dike, kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û dinya ji her demê bêhtir hewceyê çareseriyeke siyasî ne. 
 
Em ji tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan ji berê bêhtir bi fikar in. Tecrîd di qada navneteweyî de wek awayekê êşkenceyê tê qebûlkirin. Berdewambûna êşkenceyê bi vî awayî bi sê salan, gelek xeternak e. Ji xeynê ‘cezayên dîsîplînê’ ku bi armanca astengkirina hevdîtina pê re tên dayîn û gefên kuştinê ku lê hatine xwarin di der heqê aqûbeta Abdullah Ocalan de tu tiştî nizanin. 
 
Ev rewş wiha nabe. Ji wê boneyê em van daxwazan dikin:
 
Divê demildest bihêlin ku Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike û derfeta bê dayîn ku di çareserkirina siyasî ya demokratîk a pirsgirêka kurd bi awayekê adilane û serbestî bi rolê xwe rabibe."
 

Sernavên din

11/10/2023
11:12 Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e
11:05 Rapora Girtîgeha Sîncanê ya Jinan: Tu girtiyek siyasî ji mafê berdana bişert sûdê wernagire
11:03 ‘Ji destpêkê ve di doza Helîn Şen de pratîka necezakirinê hebû’
10:59 ‘Jinên Rojhilatî wê qanûnên mafên jinan asteng dikin qebûl nekin'
10:19 Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!
10:09 Girtiyê nexweş Emîn Gurban anjiyo bû
09:44 Ji bo kesê hevjîn û 3 zarokên xwe kuştî cezayê muebbeta giran hate xwestin
09:07 Bi wesayîta zirxî Cîhan Can perçiqandibû: Dê rojê 20 TL'yî bide!
09:05 Hezex a ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin ji xizmetê bêpar e!
09:04 Leşkeran goristan rûxandin
09:01 Jinên ku tev li komxebatê bûn: Rêveberiyên xwecihî nikarin bi yekzimanî xizmetê bikin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:38 Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
10/10/2023
23:49 Êrişî Şehba û Efrînê hat kirin
22:06 Li Swîsreyê banga 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
19:24 Ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em kujeran nas dikin
17:01 Rêxistinên Ciwanan: Em ê hesabê êrişan bipirsin
16:55 Jinên bertek nîşanî tacîza çawişên pispor dayîn îfade dan
16:50 HSD: 4 leşker hatin kuştin
15:41 Leşkerekî dewleta tirk li Başûr hate kuştin
15:34 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
15:20 Doza Kobanê: Çareserî di guftûgo û muzakereyan de ye
14:58 Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
14:57 Di danişîna Eser ê polîsan qetil kir de tu biryar nehate dayîn
14:48 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Îlbasan hate girtin
14:36 OHD: Li girtîgehên Rihayê înfazên 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatin taloqkirin
14:34 Ciwanên enternasyonalîst çûn serdana MKG’ê
14:10 Dostên gelê kurd pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî' dan destpêkirin
14:00 Partiya Çepên Kesk: Bila 10’ê Cotmehê weke Roja Bîranîn û Şînê bê îlankirin
13:57 Gelek bajaran bîranîna 10’ê Cotmehê: Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe
13:55 Rêveberiya Xweser: Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca me ya stratejîk e
13:50 ÎSÎG: Di 9 mehan de hezar û 409 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:41 Amadekariyên kongreyê yên Partiya Çepên Kesk ber bi dawiyê ve ne
13:17 Ji bo 29 xwendekarên akademiyê derabe nehatin vekirin
13:10 Ûçar: Komploya 9’ê Cotmehê hatiye pûçkirin
13:00 Li dijî dozên Kobanê û Geziyê îtîraz hate kirin: Êdî bes e
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:47 Îsraîl: Cenazeyên hezar û 500 milîtanên Hamasê hatin dîtin
10:56 Partiya Çepên Kesk: Hewl didin Doza 10’ê Cotmehê di tariyê de bihêlin
09:58 Komkujiya 10’ê Cotmehê: Têkoşîna edaletê dê bidome
09:15 Endamên Polîtburo ya YNK’ê diyar bûn
09:15 104 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:11 'Tirkiye dixwaze tişta ku DAIŞ'ê nikaribû bike temam bike'
09:07 Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin
09:05 Keça girtiyê nexweş Tanhan: Bavê min bi mirinê re rû bi rû ye
09:04 Di rêveberiyên xwecihî de jin: Jin di nava civakê de azadiyê derdixe pêş
09:02 AKP li Botanê gund bi gund dengê cerdevanan vediguhêze navendan
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN
09/10/2023
23:00 Hevserokên HDP'a Îzmîrê hatin girtin
21:13 Li Geverê yek jê zarok 4 kes hatin girtin
20:38 Ji QSD′ê bîlançoya roja 4′an a êrişan
18:10 Li Eyn Îsayê 2 zarok bi obusan qetil kirin
17:00 Partiya Çepên Kesk: Komplo bi tecrîdê didome
16:46 Di navbera malbatan de şerê biçekê: Kesek mir 12 kes birîndar bûn
16:33 Li Hesekê li dijî komplo û êrişan meş hate lidarxistin
16:23 Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar çû serdana DÎSK’ê
16:09 Rêveberiya Xweser: 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê jiyana xwe ji dest dan
15:26 Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye
15:10 Ji ber dîmenê îşkenceya li dijî zarokan a li terîqetê gilî hate kirin
15:02 Dayikên Plaza de Mayoyê piştgirî dan Dayikên Şemiyê: Em bi we re ne
14:55 Salih Muslim: Em ê li dijî êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin
14:26 Bêyî ku hincetek were nîşandan 36 penaber hatin dersînorkirin
14:14 Li Serêkaniya binxetê 2 jin hatin qetilkirin
13:54 Ata: Heta ku ev gel bibêje ‘rêberê min e’ Abdullah Ocalan dê her azad be
13:18 Ji NY'yê re nameya Rojava: Bila qada hewayî bê girtin
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya