Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin

  • rojane
  • 10:37 12 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Rêveberê KNK’ê Adem Ûzûn da zanîn ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku dostên gelê kurd daye destpêkirin, dê bi aktîvîteyên weke seminer, konferans, konser, serdan û mitîngan bê berfirehkirin. 

 
Dostên gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de ye û ev 31 meh in agahî jê nayê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngaveke nû dane destpêkirin. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa (KA), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî piştgirî dan pêngavê. 
 
Endamê Konseya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn têkildarî pêngavê nirxandin kirin. 
 
 
Adem Ûzûn
 
PÊVAJOYA PÊNGAVÊ 
 
Ûzûn, da zanîn bi banga “Komîteya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya Yekitiya Sendîkayên Ingilistanê” ku di sala 2016’an de hatiye avakirin starta pêngavê hate dayîn û wiha got: “Komîteyê piştî civîna di 26’ê tîrmehê de li Brukselê kir, biryar da ku divê xebatên heta niha kirine mezintir bibin û belavî her derê bibin. Li Strasbourgê têkildarî ku civînek li KA’yê bê kirin bang kir. Bi vê bangê re ji endamên Konseya Ewropayê bigirin heta saziyên sivîl ên civakî heta aktîvîstên jin bang li herkesê kirin ku tev li pêngavê bibin.”
 
Ûzûn, diyar kir ku piştî banga komîteyê, ji aliyê dostên gelê kurd ve “Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate avakirin. Ûzûn, anî ziman ku pêngava li 74 navendan hate destpêkirin xwedîderketineke zêdetir bi encam bûye û wiha berdewam kir: “Ji ber birêz Ocalan 74 salî ye hejmareke sembolik hate hilbijartin. Lê ji Asyayê heta Amerîkaya Latîn, ji Efrîkayê heta Ewropayê li gelek cihên cuda çalakiyên berfireh çêbûn. Herkesê xwest tev li van civînan bibe û hejmar gihişt 100’î. Ji ber wê çalakiyeke serkeftî çêbû.”
 
DAXWAZA BINGEHÎN: AZADIYA FÎZÎKÎ
 
Ûzûn, bi lêv kir ku daxwaza bingehîn ya hemû beşên di nava kampanyayê de cih digirin rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû jî dibêjin ku divê birêz Ocalan ji ber paradigmaya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên gerdûnî re perspektîfa çareseriyê pêşkeş dike, azad bibe. Ji ber vê yekê bi dehan cihan bi tevlibûna sedan mirovan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Yek ji tişta herî girîng ku di civînên çapemeniyê de derket holê jî ew bû ku beşdarên ewropî ji bo peywîr û berpirsyartiya xwe naînin bicih û çavên xwe li dewleta tirk digirin ew rexne kirin. Diyar kirin ku vê yekê qebûl nakin û bang kirin ku saziyên Ewropayê peywîra bi cih bînin. Bi taybetî Komîteya Wezîran a KA’yê, YE, NY, rêxistinên mafên mirovan û parlamento vexwendin peywîrê.”
 
‘PÊNGAV TENÊ DESTPÊKEK E’  
 
Ûzûn, anî ziman ku hamleya hate destpêkirin tenê “destpêkek” bû û da zanîn ku wê pêngav bi gelek çalakî û aktîvîteyan berdewam bike. Ûzûn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêguman ev pêngav destpêkek e. Ji niha şunda dê ji parlamenter, rojnamevan, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên têkildar re name bên nivîsîn û hevdîtin bên kirin. Ji bilî van dê semîner, konferans û konser bên lidarxistin. Dê şande bên avakirin û saziyên têkildar bên ziyaretkirin. Dû re dê çalakiyên rûniştinê û mitîng bên rêxistinkirin. Niha nîqaşa dê ev çawa çêbin tê kirin. Ji bo pêngavê tişteke wiha jî kirine armanc; di çarçoveya armancê de dibêjin ‘Divê ewilî em tecrîdê rakin. Bi rakirina tecrîdê divê em azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd pêk bînin.’”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

14/10/2023
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy
12:15 Di şerê Îsraîl-Filistînê de hejmara miriyan derket 2 hezar û 150 kesan
12:12 Di doza DÎAYDER’ê de dê dozger mutalayê amade bike
11:54 Penaberên ku hatin dersînorkirin radestî OSO’yê hatine kirin
11:48 MYK’a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê civiya
11:47 Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11:44 Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin
11:39 Pirsa ji hevserokên girtî hatiye kirin: Hûn çima tev li xebatên jinan bûn?
11:18 Dozger heqaret li Mîr Perwer kir û got ‘divê mirov van tevekan bişewitîne!’