Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye

  • rojane
  • 09:12 13 Cotmeh 2023
  • |
img
 
EDENE - Bi ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû re 9 sal derbas bûn, lê di dosyeyê de hê jî tu pêşketin çênebûne. Serlêdana parêzeran a li AYM'ê jî 2 sal in nehatiye bersivandin. 
 
Xebatkarê Azadiya Welat (bi KHK'ê hatiye girtin) Kadrî Bagdû di 14'ê cotmeha 2014'an de gava li Taxa Ovayê ya semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi duçerxa xwe rojname belav dikir, endamên DAIŞ'ê ew qetil kiribûn. Lê belê dosyeya lêpirsînê ya Bagdû 9 sal in wekî berê ye û heya niha ji kiryaran yek jê jî nehatiye darizandin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, ji bo dosyeya Bagdû gotibû "ne bûyereke terorî, bûyereke edlî ye" û dosyeya wî daxilî nav a kiryar nediyaran kiribû. Çendî ku di sala 2016'an de Servet Koç ê DAIŞ'î bi dîmenan û bi nivîskî awayê pêkanîna cinayetê vegotibû jî, lê dîsa jî di dosyeyê de tu pêşketin çênebûn. 
 
Ji ber vê parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek bi hinceta "lêpirsîneke çalak nehatiye kirin" 2 sal berê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê belê AYM'ê hê jî der barê serlêdanê de biryarek nedaye. 
 
Parêzer Bek, rewşa dawî ya lêpirsîna cinayeta Bagdû nirxand. Bek diyar kir ku dosyeya cinayetê di nava yên kiryar nediyar de ye û got ku çendî dozgerî û midûriyeta polîsan dizanin ku Bagdû ji aliyê kîjan hucreya DAIŞ'ê ve hatiye qetilkirin û ev kes kî ne jî, bûyer ji roja ewil ve wekî bûyereke edlî û hisûmetê tê nîşandan. Bek destnîşan kir ku Bagdû di çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê de hatiye qetilkirin û got ku di heman rojê de Ahmet Albay û Yûsûf Gulduren jî ji aliyê hema hucreya DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin. 
 
‘NEXWESTIN KIRYARAN TESPÎT BIKIN'
 
Bek diyar kir ku roja bûyerê tu qeydeke kamerayan der barê kiryaran de tune ye û got: "Lê ev ne tiştekî qanehker e. Ev kes, miheqeq di kamerayekî ewlehiyê de asê mane. Lê em wiha difikirin ku ji ber atmosfera siyasî ya wê demê nexwestine kiryaran tespît bikin. Em rengvedana atmosfera siyasî ya wê demê niha jî dibînin. Tişta balkêş jî cinayeta Ahmet Albay û Yûsûf Gulduren jî wekî cinayetên bi fermana HDP'ê hatibin kirine hatine nîşandan. Lê gava mirov li naveroka van lêpirsînan mêze dike, jixwe ve jî di dema DAIŞ'ê de hatine eşkerekirin. Servet Koçê ku ev cinayet kirin û paşê çû tevlî nava refê DAIŞ'ê bû, gava li Sûriyeyê bûye deîmenek girtiye û ji bo vê cinayetê li xwe mikur hat. Diyar kir ku wî ev tişt kirine." 
 
'ÎTIRAFKAR DI BOMBEBERANÊ DE MIR'
 
Bek anî ziman ku paşê îtirafkarê DAIŞ'î Servet Koç di êrişeke hewayî ya TSK'ê de hatiye kuştin û got: "Lê belê em wiha difikirin ku kesên DAIŞ'î yên ji xeynî Servet Koç, ên daxilî nava van kiryaran bûn nehatin eşkerekirin. Ger kiryarên DAIŞ'ê yên wê dmeê bihatana eşkerekirin piştî vê bi salekê dê li Pirsûs, Amed û Enqereyê komkujî çênebûna. Ji ber ku lêpirsîneke çalak nehat kirin, wlehiay welatiyên me jî nehat parastin." 
 
Bek da zanîn ku serlêdana wan a li Dadgeha Detsûra Bingehîn jî 2 sal in nehatiye bersivandin û got ku ji ber pêwendiya desthilatê bi DAIŞ'ê re heye ev cinayet nayê çareserkirin. 
 
MA / HamdUllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

14/10/2023
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
15:32 Di êrişên dewleta tirk de 2 jê zarok 47 kes hatin qetilkirin
15:06 Doza Kobanê: Em li dijî tunehesibandinê têdikoşin
15:05 5 roj in qeyûm avê nade gundê Kabê
15:03 Lîmona ji bo paqijkirina kilsê xistin semawerî kirin hinceta taloqkirina înfazê
14:53 Ji bo kesê êrişî HDP’ê kirî biryara destgîrkirinê hate dayîn
14:31 Li Kobanê û Dêrikê cenazeyên 12 şervanan hatin veşartin
14:27 Ji bo parlamenter Turkoglû dê li benda bersiva Meclisê bisekinin
14:14 Li Mêrdînê malbatekê cenaze teşhîs kir
14:04 Baroya Rihayê dê giliyê kesên penaber dersînor kirin bike
13:37 Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
12:59 Xelata Rûmetê ya Konseya Ewropayê dan Ûca û Ozsoy