Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide

  • rojane
  • 09:01 14 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser tevahiya Kurdistanê li ser bingeha tunekirina kurdan pêk tên û got: “Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî din jî fermana kuştina kurdan dide.”
 
Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi ser wîlayeta Mûsila Iraqê ve ye. Ev wargeh di bin banê Neteweyên Yekbûyî de ye. Şêniyên wargehê hemû ji xelkê bakurê Kurdistanê yên ji salên 90’î ji ber şer reviyan e pêk tê. Bi hezaran welatî li wargehê dijîn û xwe bi xwe pergala xwe ya li wir ava kirine. Lê roj tune ku Tirkiye êriş nabe ser wir. Tirkiye bi bombeyan êriş dibe ser wargehê. Di 4 salên dawî de Tirkiyeyê bi Balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) 13 êrişan bir ser wargehê. Li wargeha penaberên kurd ku 12 hezar kes lê dijî, di 7’ê cotmehê de bû armanca êrişên Tirkiyeyê û bombe li mizgeftekê hatin barandin. Di êrişê de dayikek û du zarokên xwe birîndar bûn. 
 
Tirkiyeyê duh bi şev jî bi SÎHA’yan êriş bir ser wargehê û di êrişê de Ayşe Muhammed Ahmed a 50 salî birîndar bû. 
 
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak ji ajansa me re axivî û êrişên li ser wargehê nirxand. Budak diyar kir ku êrişên hewayî yên Tirkiyeyê bi armanca tunekirina kurdan pêk tên û di êrişên heya niha de bi dehan welatî hatine qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûne. 
 
‘TIRKIYE DEMA DIXITIME ÊRIŞ DIKE’ 
 
Budak ji bo êrişên Tirkiyeyê yên li ser wargehê bên sekinandin bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û hemû raya giştî ya cîhanê kir û wiha got: “Tirkiye kengê di siyaseta xwe ya navxweyî de bixitime, êrişî Mexmûrê, Şengal û rojavayê Kurdistanê dike. Tirkiye dema ku lîsteya xwe ya êrişan eşkere dike, ewilî Şengal, paşê Mexmûr, Qendîl û Rojava rêz dike. Ev deverên ez qala wan dikim, wargeh û cihên azad in. Li van deveran kurdan bi îradeya xwe azad nîşan dan û hewl didin jiyanek azad ava bikin. Ji bo vê yekê Tirkiye van deveran dike armanca xwe. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên kurdan tune bike. Bi vê xeyalê êriş dike.” 
 
‘RAYEDARAN SÎNYALA ÊRIŞAN DA’ 
 
Budak anî ziman ku piştî çalakiya HPG’ê ya li Enqereyê di 1’ê cotmehê de pêk anî, rayedarên Tirkiyeyê di peyam û gotinên xwe de gef li deverên navborî xwarine û sînyala êrişan dane. Budak da zanîn ku Tirkiye nemaze êrişî cihên sivîlan, santralên ceyranê û cihên hewcedariyên rojane yên xelkê lê tên dabînkirin dike û got: “Tirkiye her li ber PKK’ê nikare di êrişên de serkeftiyê bi destê xwe bixe, jîngehên sivîl dike hedefa xwe.” 
 
‘LI ALIYEKÎ BI QURANÊ SOND DIXWE Û LI ALIYEKÎ KURDAN DIKUJE’ 
 
Budak diyar kir ku siyaseta ku Tirkiye bi rê ve dibe li ser “bêehlaqiyê” û “derewan” dike û wiha got: “Nemaze polîtîkaya ku Erdogan li Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, polîtîkayek durû ye. Di destekî wî de Qurana Kerîm heye û dibêje, ‘xwişk û birayên min î misilman’ û li aliyekî jî êrişên Îsraîlê şermezar dike û li aliyekî jî her roj heman tiştî tîne serê Kurdistanê. Erdogan li rojavayê Kurdistanê mizgeft, dibistan, nexweşxane û tesîsên avê bombebaran dike. Van tiştên ku dike ji bo xwe rewa dibîne û lê dema hinek din heman tiştî dikin wan bi sûcê şer pênase dike. Tirkiye bi pêşengiya Erdogan êrişî Mexmûrê dike. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê 300 qat ji êrişên Hamas û Îsraîlê zêdetir in.” 
 
‘ARMANC TUNEKIRINA KURDAN E’ 
 
Budak destnîşan kir ku nemaze Tirkiye di 20 salên dawî de bi serkêşiya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan polîtîkaya tunekirina kurdan bi rê ve dibe û got: “Gelek caran muzakereyên ji bo aştiyê hatin kirin, bi destê Erdogan hatin xitimandin. Kurdan xwest şer bi dawî bibe lê Erdogan xwesteka wan nîvco hişt. Tirkiyeyê her tim di şer de israr kir. Dijwarkirina tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israrkirina şer e. Ev şer tenê ne parçeyek Kurdistanê dike armanc, ev şer ji bo tunekirina hemû kurdan tê kirin. Divê mirov viya wisa binirxîne.” 
 
‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E’ 
 
Budak bang li kurdan û dostên wan kir û wiha axivî: “Heke em jiyanek bi rûmet bixwazin divê ewilî armanca me rakirina tecrîdê be. Heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe û birêz Abdullah Ocalan azad nebe, wê li Rojhilata Navîn tu aştî pêk neyê. Çareseriya alozî û krîzên li Rojhilata Navîn bi azadiya birêz Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Heke em tecrîda li Îmraliyê rakin, em ê dikaribin van êrişan jî bidin qedandin. Dema tecrîd rabe wê çareserî jî pê re were. Ji bilî vê tu rêyek din nîn e. Heke tecrîd bê rakirin wê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de kurd nebin mijara bazariyê. Li şûna bazariyê wê kurd li ser maseyê bin. Wê kurd di sedsala nû de bibin xwedî gotin.” 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

17/10/2023
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide