Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan

  • rojane
  • 09:08 17 Cotmeh 2023
  • |
img

ÇANAKKALE - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Çanakkaleyê xwest li dijî polîtîkayên şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Lê belê ji ber ku polîsan gef li xwediyê qada fûtbolê xwarin, tûrnûva hat betalkirin. 

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ku di kongreya dawî de navê wê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hat guherandin, di 24'ê tebaxê de li li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistan û Tirkiyeyê kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" da destpêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku li dijî tecrîdê, fuhûşê, tiryakê û çekdasrîkirina ferdî bitêkoşe û di vî warî de hayjêhebûnekê bide der. Meclisa Ciwanan jî di vê çaçroveyê de li gelek cihan çalakiyên wekî tûrnûvaya fûtbolê, geşt û seyran û şahiyan li dar dixe. 
 
Meclisa Ciwanan xwest di vî warî de ji bo bîranîna Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozan Yildiz tûrnûvayeke fûtbolê li dar bixe. Di 3'yê cotmehê de gelek ciwan li hev kom bûn û çend maç lîstin, lê belê polîsan hin astengî danîn ber ciwanan. Tûrnûva ji ber van astengiyan di 15'ê cotmehê de hat betalkirin. 
 
LI ÇANAKKALEYÊ ÇETEBÛYÎN Û TIRYAK
 
Endamê Meclisa HEDEP'ê ya Çanakkaleyê Mahsûm Koca ku têkildarî mijarê axivî, anî ziman ku ji ber zextên polîsan ji bêgavî tûrnûvayê betal kirine. Koca destnîşan kir ku ciwanên kurd ji cewhera xwe tên dûrxistin û wiha got: "Em dibêjin divê polîtîkayên qirkirin, înkarkirin û asîmlasiyonê yên li ser ciwanên kurd bên eşkerekirin. Bi polîtîkayên şerê taybet ciwanan dikin dijminê cewhera xwe. Li Çanakkalayê bi taybetî çetebûyîn û tiryak di nava ciwanên kurd de pir zêde bûye." 
 
‘ARMANC ÇAVTIRSANDIN Û ÇEWISANDIN E'
 
Koca bal kişand ser pêvajoya tûrnûvayê û got ku ji bo vê hevdîtin bi qadeke fûtbolê ya naskirî re têkilî danîne û wan û xwediyê qadê li hev kiriye. Koca anî ziman ku paşê xwediyê qadê telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye 'Maçê betal kirine' û got ku ji ber vê car din çûne cem xwediyê qadê. Koca wiha domand: "Xwediyê qadê got polîsan telefonî wî kiriye, gef lê xwarine û ji ber vê dê nikaribe qadê bide wan. Me di heman rojê d etelefonî qadeke din kir. Me got, em ê maçekê bikin. Me behsa maçê nekir û em ji bo maçê çûn qadê. Berî em dest pê bikin bi 10 deqeyan, belsebeb ji me re gotin dê qadê bigirin û rabûn ceryana wê birîn. Gava em derneketin gazî polîsan kirin. Bi dehan tîmên polîsan hatin û xwestin mudaixleyî me bikin. Çend roj bi şûn de du hevalên me binçav kirin. Helbet armanca wan çavtirsandin e û ew ku ciwan xwe birêxistin nekin." 
 
‘EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÇEWISANDINÊ RABIN'
 
Koca bilêv kir ku polîs li xwediyê qadên fûtbolê geriyane ku qadê nedin wan û got ku ev jî 'taktîkeke' polîtîkaya şerê taybete. Koca got: "Qesda me ya ji şerê taybet jî ev e. Ji aliyekî ve destkeftiyên kurdan û nirxên wan tên bombeberankirin, ji aliyê din ve jî li bajarekî wekî Çanakkaleyê lihevkombûna ciwanên kurd wan ditirsîne. Helbet em natirsin û divê em li dijî van zextan û polîtîkayên tepisandinê rabin." 
 
Koca di dawiyê de ragihand ku dê di rojê pêş de bi çalakiyên cuda bersivan van qedexe û astengiyan bidin. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

05/01/2024
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin