Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin

  • rojane
  • 10:50 17 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Kesên ku xwe weke polîs dan nasîn li ser rêbeja Mêrdin-Amedê rê li rojnameger Rohat Bulut girtin. Rojnameger Bulut hate derbkirin û gef lê hatin xwarin. 

 
Di encama serdegirtinên malan ên di 8’ê hezîrana 2022’an yên Amedê de 16 rojnameger hatibûn girtin û di 12’ê tîrmehê di danişîna ewil de hatibûn tehliyekirin. Yek ji wan rojnamegeran jî Rohat Bulut bû. Di 15’ê cotmehê de hin kesên xwe weke polîs dan nasîn rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin. Dema Bulut bi wesayîta xwe ya şexsî ji Mêrdînê vedigeriya Amedê, li ser rêya Bismilê ji hêla kesên xwe weke “polîsên sivîl” dan nasîn û li wesayîteke bêplaka ya bi markaya Doblo hate sekinandin. Kesên behsa xeberê bi pora Bulut girtin û berê wî dan wesayîtê. Her wiha heqaret li Bulut kirin û gef lê xwarin. Rojnameger Bulut ku li nexweşxaneyê rapora derbkirinê wergirt dê giliyê polîsan bike. 
 
PIŞTÎ TEHLIYEYÊ HER TIM DIHAT ŞOPANDIN 
 
Rojnameger Bulut têkildarî bûyera bi serê wî hatî axivî û wiha got: “Piştî ji girtîgehê derketîm, min xebatên xwe yên rojnamegeriyê domandin. Lê belê piştî derketinê, polîsan hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla teknîkî ve ez dişopandim. Ev şopandin, gihişt asta mudaxileya fîzîkî.” 
 
‘DI RÊ DE BI SELEKTORÊ WESAYÎTA MIN DAN SEKINANDIN’ 
 
Bi domdarî Bulut got ku piştî tehliyeyê ji hêla polîsan ve hatiye şopandin û tacîzkirin û wiha qala bûyera di 15’ê cotmehê de kir: “Du roj berê dema ji Mêrdînê dihatim Amedê, li ser rêya Bismilê noqteya kontrolê hebû. Li wir rastî tu astengiyan nehatim. Lê demekî kin piştî ku noqteya kontrolê wesayîtekê selektor vêxist û îşaret kir ku bisekinim. Min jî ev dît û hêdî çûm. Nêzî min bû û ji min xwest ku bidim kêleka rê. Piştre kete pêşiya min û dam sekinandin. 3 kes ji wesayîtê paya bûn û ji min nasname xwestin. Min jî pirsa ‘hûn kî ne’ jê kir. Ji min re gotin ku polîs in. Ji min pirsa ‘ji ku têy?’ kirin. Piştre li nasnameya min nihêrtin, qîriyan û heqaret kirin. Ji wesayîtê derxistin, pora min kişandin, pişta min dan wesayîtê û mudaxileya fîzîkî kirin. Gef xwarin. Min jê re got ku tişta hûn dikin derhiqûqtî ye. Heke derheqê min de tiştek hebe; dozgerî dikare di çarçoveya hiqûqê de biryara binçavkirinê bide û dikare bide binçavkirin. Piştî van gotinên min, polîsan gotin; ‘ji bo min neaxive.'” 
 
SERÎ LI ÎHD Û TÎHV’Ê DA
 
Bi domdarî Bulut, ev tişt anî ziman: “Piştî ku min jê re got tiştên hûn dikin derhiqûqtî ye, polîsan bi gotinên; ‘hûn her tim xwe li pişt hiqûqê vedişêrin. Nebêjin ku dê tiştên we kirin ji bo we bimînin. Em her tim we dişopînin.’ gef li min xwarin. Dema di wesayîta min de lêgerîn dikirin, polîsan her tim heqaret dikirin. Min cara ewil ev polîs dîtin û nêzî 5 deqeyan ez bi awayekî derhiqûqî dîl hatim girtin. Têkildarî bûyerê min bi parêzerê xwe re hevdîtin kir. Piştre jî min serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) da. Bi rêya parêzerê xwe ez ê giliyê wan polîsan bikim.” 
 
RÊBAZA SALÊN 90’Î: EM Ê PAŞVEGAV NEAVÊJIN 
 
Bulut, got ku bi rêya tirsandin û tacîzê hewl didin xebatên wan ên rojnamegeriyê bên astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji salên 90’î heta niha her tim serî li van rêbazan dan. Hewl dan hevalên me bitirsînin û bêzar bikin. 10 hevalên min bi van sepanên derqanûnî hatin windakirin. Jixwe bi awayekî derhiqûqî em 13 mehan di hundir de hatin ragirtin. Armanca wan ew e ku bi awayekî derhiqûqî te ji karê te bikin, kar bi te nedin kirin û bêçare bihêlin. Li dijî van bêhiqûqtiyan em duh jî li ser karê xwe bûn û îro jî li ser karê xwe ne. Em paşvegavê naavêjin.” 
 
MA / Mujdat  Can - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

06/01/2024
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin