Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 09:03 21 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê Eyhan Mûrad, diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk a li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêîradekirina Rêveberiya Xweser e û got: "Em bêav, bêceyran û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin û axa xwe terik nekin." 
 
Di 1'ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ya Wezareta Karên Hundirin çalakiyek pêk hat. Piştî vê çalakiyê dewleta tirk gefên êrişê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Dû re dewleta tirk di 4'ê cotmehê de êrîşên hewayî li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Di êrîşan de îstasyonên petrolê, avê, ceyran û depoyên genim, nexweşxane û dibistan hatin hedef girtin. Li gorî bîlançoya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi raya giştî parve kirî re dewleta tirk ji 4'ê cotmehê heta 9'ê Cotmehê 580 êrişên hewayî ji Dêrikê heta Şehbayê pêk anîn. Di van êrîşan de 44 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 55 jî birîndar bûn. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava berdewam dikin. Li dijî êrîşan bertek jî berdewam dikin. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a Girkê Legê Eyhan Murad û ji Komîteya Lihevhatinê ya Giştî ya Girkê Legê Esmer Murad êrişên dewleta tirk nirxandin. 
 
Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê Eyhan Murad, diyar kir ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li herêmê serdemeke nû dest pê kir û anî ziman ku weke gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrîşên dewleta tirk ên tên kirin şermezar dikin. 
 
'ÊRÎŞ LI DIJÎ FIKIR Û FELSEFEYA AZAD E'
 
Murad, bi lêv kir ku felsefeya Ocalan li dijî zilm û zordestiyê bûye mertal û wiha got: "Em bi gotinan nikarin zilm û zordariya ku hatiye serê vî gelî bînin ziman. Ji ber wê desthilatdaran xwest ku Rêber Apo ji holê rakin. Pergala zilmê ya ku li ser civakê dihat meşandin bi rêber Apo kete aliyekî. Êdî civakê hêdî hêdî xwe bi xwe birêvebir. Ji ber wê xwestin ku vê fikra azad ji civak û gelan dûr bikin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de her peyameke Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyan girîng e. Ji bo avakirina projeya netewa demokratîk şoreşa Rojava girîng bû. Heke ku em îro felsefeya Rêber Apo nekin nav nîqaşên xwe em ê wateya wê jî nizanibin. Em ê nikaribin wê berxwedan û tekoşînê di dîrokê de bibînin. Êrişên dewleta tirk li dijî van fikr û felsefeya azad e. Ji ber wê em dibînin projeya herî serkeftiye Rojava."
 
'BÊAV Û BÊNAN JÎ BIMÎNÎN EM Ê LI BER XWE BIDIN'
 
Eyhan Murad a bal kişand li ser êrîşên dewleta tirk, anî ziman ku armanc belavkirina tifaqa gelên Rojavayê Kurdistanê ye û wiha domand: "Êrişên ku li ser vê axê tên kirin li dijî projeya netewa demokratîk e. Ev êriş li dijî îradeya gelan û tifaqa gelan e. Ji ber wê îro êrîşên xwe zêde dikin û careke din dixwazin ku vî gelî perçe bikin û careke din dixwazin ku ferq û cudahiyê bixin navbera gelên ereb, kurd û suryanan. Dixwazin gelên vê derê ji vê îradeyê, berxwedanê û daxwaza azadiyê dûr bixin. 
 
Kantona Efrînê dagir kirin, bajarên Serêkanî û Girêspî hatin dagirkirin. Berxwedaneke mezin li wir hate nîşandan. Lê ev berxwedan hêj berdewam dikin. Em ê her bihostek axa me ya ku hatiye dagirkirin rizgar bikin. Dewleta tirk çiqasî axa me dagir kir, guhertina demografî çêkir jî ji vê têr nebû û êrîşên xwe zêdetir kirin. Nikare gelên Rojava ji Rojava derbixîne. Îro tecrîta li ser greva Îmraliyê jî bi van êrîşan ve girêdayî ye. Bi tecrîdê nikarîn me û Rêber Apo ji hev qut bikin. Ji ber wê îro êrîşî çavkaniyên me yên jiyanê dikin. Dixwazin ku îradeya Rêveberiya Xweser bişkînin. Lê gelê herêmê û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dê girêdayî îradeya xwe ya Rêveberiya Xweser be. Em çiqasî bêav jî bimînin, bêceyran û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e. An azadî an azadî. Em ê tu carî vê axê terik nekin. Heke ku bi me jinan tenê jî mabe em ê vî welatî xelas bikin. Rêber Apo Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê daye naskirin em ê weke jinan li ser piyan bin. An em ê di vî welatî de bişeref bimirin yan jî em ê di vî welatî de azad bijin."
 
'AN DÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN AN JÎ DÊ CIHÊ WAN LI GEL ME NEBE'
 
Murad, helwesta hêzên koalîsyonê ya li dijî êrîşên dewleta tirk rexne kir û wiha lê zêde kir: "Êrişên di bin çavdêriya hêzên navnetewî de tên kirin şik û gumanan di me de çêdikin. Ew jî şirîkên van êrîşan e. Em êdî qebûl nakin. Heke ku destê aşitiyê li me dirêj bikin û bibêjin ku em dostên hev in û em ê bi we re dawiyê li komên çeteyan bînin bila helwesta xwe zelal bikin. Heke ku di helwestê de guman hebin em ê qebûl nekin. Cihê ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin ev helwest nayê qebûlkirin.Yan dê helwesta xwe zelal bikin yan jî dê cihê wan li cem me nebe. Îradeya me ji hêza wan xurttir e."
 
'HÊZÊN KOALÎSYONÊ JI BO ME ÇI DIKIN?' 
 
Ji komîteya Lihevhatinê ya Giştî ya Girkê Legê Esmer Murad jî bertek nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta tirk dan û got ku heke hêzên koalîsyonê li dijî sûcê şer erka xwe pêk neyîne tu wateya hebûna wan a li herêmê nîne û wiha axivî: "Dewleta tirk mirovahiyê nas nake. Dinya alêm dibîne ku îro dewleta tirk komkujiyan dike. Ji zarokan, jinan, heywanan û heta welatiyên di nava malê xwe de û zeviyên xwe pêwîstiyên xwe yên malê pêk tîne jî hedef digire û dikuje. Pêwîstiya vî gelî bi avê, ceyranê û gazê heye û ev hemû tunekirin, wêran kirin. 
 
BI DAYIKAN MABE EM Ê YEK ÇETE LI SER AXA XWE NEHÊLIN 
 
Di destpêka Şoreşa Rojava de û heta niha li vir di nava gel de tifaqî çêbûye. Dixwaze ku me û pêkhateyên ereb bike dijminê hev. Ji destpêka Rojava heta niha êrîşên wan ên hewayî nesekinîne. Li ser her qadeke me êriş hene. Tişta ku jê tê dike. Ji ber wê em jin dibêjin dem dema şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê hatiye binavkirine. Banga me ji hemû jin û ciwanan re ye em li dijî faşîzma Erdogan bisekinin û êrîşên wî têk bibin. Heta ku em çeteyên Erdogan ji vir dernexînin em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Em ê li ser piyan bin, çimkî me sondxwari ye. Îro dem dema me ye. Em koletiyê, zilm û zordariyê qebûl nakin. Banga me ji hêzên koalîsyonê ye ku çima bêdengin û guhên xwe girtine? Îro di welatê me de komkujî çêdibe, xwîn diherike komeleyên mafên mirovan, hêzên koalîsyonê ji bo me çi dikin? Feydeya wan li me nîne lê ya me bi wan heye. Çavên xwe ji mirovahiyê re girtine. Ev hêzên koalîsyonê jî şirîkên Erdogan in, hevalbendên Erdogan in. Hûn durûtiyê dikin. Dibe ku ew bi xwe jî ferman didin û noqteyên me ew ji wan re tespît dikin. Ev hêzên koalîsyonê çi dikin li vir? Dibêjin em mafên mirovan diparêzin, îro li welatê me xwîn diherike, komkujî çêdibe çima bêdeng in? Nema sebra me. Bi me dayikan mabe em ê li ser piyan bin û em ê yek çete li ser axa xwe nehêlin."

Sernavên din

23/10/2023
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye