Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye

  • rojane
  • 09:03 22 Cotmeh 2023
  • |
img
MEREŞ - Di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye yek dil e" de ji bo mexdûrên erdhejê 115 milyar û 146 milyon û 528 hezar lîre alîkarî hatin berhevkirin. Mexdûrên erdhejê jî diyar kirin ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û anîn ziman ku haya wan ji pereyên ji bo wan hatine komkirin tune ye.
 
Di 6’ê sibatê de navenda wan Mereş du erdhejên dijwar çêbûn û bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Li gorî daneyên fermî 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de bi sed hezaran xanî hilweşiyan, ji bo bi hezaran avahiyan jî biryara hilweşandina bilez hat dayîn. Gelek mexdûrên erdhejê yên ku piştî erdhejê di şert û mercên dijwar ên zivistanê de bi rojan li benda alîkariyê bûn, ji ber hewayê sar jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes di bin xirbeyan de ji ber xebatên derengmayî yên lêgerîn û rizgarkirinê jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê yên ku malên xwe winda kirin bi rojan li derve li benda alîkariya konan man lê alîkarî ji mexdurên erdhejê re nehatin û bertekên weke "Dewlet li ku ye" olan dan.
 
 
Li bajarên ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng hatin kirin, partiyên siyasî, dildar û rêxistinên sivîl ên civakî yekem car hatin alîkariya welatiyan. Dildarên ku bi derfetên xwe xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li xirbeyan kirin ji bo bi cih bûna mexdurên erdhejê bajarên kon ava kirin. Gelê ku tora hevgirtinê ava kir, li herêmên erdhejê seferber bûn û alîkarî gihandin gelek mexdûrên erdhejê. Hin alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatin şandin ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin, xebatên navendên Koordînasyona Krîzê yên ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji bo gihandina alîkariyên mexdurên erdhejê hatin avakirin jî ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin.
 
115 MILYAR LI KU NE?
 
Di dema ku ev geşedan li herêmên erdhejê diqewimîn, di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye yek dil e" de ji bo mexdûrên erdhejê bi weşana hevpar a li kanalên televîzyonê alîkarî hatin komkirin. Di encama kampanyayê de bi giştî 115 milyar û 146 milyon û 528 hezar lîre ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê hat berhevkirin. Lê tevî ev qas perê hatin kom kirin jî li gelek deverên weke gund û navçeyan xebatên çêkirina xaniyan nehatine destpêkirin û mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in. Ji bo cihên afetê, Fona Ji nû ve Avakirina Afetê ji aliyê AKP'ê ve pêşkeşî Meclisê hat kirin lê di nav vê fonê de pereyên ku ji bo mexdurên erdhejê hatibûn berhevkirin cih negirt. Li ser vê yekê pirsnîşana 115 milyar li ku ne bû rojev û di gelek malperên çapemeniyan de jî cih girt. 
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê ye tevî ku 8 meh derbas bûnê jî pêdiviya xaniyan a mexdurên erdhejê nehatinê dabin kirin. Mexdûrên erdhejê yên bi derfetên xwe ji xwe re cih û konteynir çêkirine diyar kirin ku haya wan ji pereyên 'ji bo wan hatine komkirin' nîne û ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin.
 
'HAYA ME JI PEREYAN TUNE YE'
 
Yek ji mexdûrên erdhejê Cemal Avlik (66) ku bi hevjîna xwe re di holika ku ji hesin û deriyên ku bi derfetên xwe çekiriyê de dijî, diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan xera bûye û zehmetiyên ku wan bi erdhejê re dîtine vegot. Avlik, da zanîn ku ji dewletê tu alîkarî negirtine û wiha got: “Nêzî 10 rojan em li derve bênan û bêav man. Tenê alîkariya dildaran hat. Me tu alîkarî ji dewletê negirt. Pereyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin çi bûye ez nizanim. Haya me ji pereyan tune ye. Alîkarî ji mexdurên erdhejê re nehatiye kirin. Alîkariya ji derve negihişt mexdûrên erdhejê." 
 
Avlik bal kişand ser nêzîkbûna meha zivistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vir zivistanê pir sar dibe. Ji ber ku lêkolîna erdê hê nehatiyê kirin bi derfetên xwe jî nikarim xaniyek ava bikim. Gotin dewlet dê alîkariyê bike, ji ber vê yekê em li bendê ne. Min ji bo xanî serlêdan kir, lê ez nizanim dê xanî bê çêkirin an na. Heke piştgirîyek ji me re bê kirin divê di zûtirîn demê de ev piştgirî bê dayîn da ku em malên xwe ava bikin.”
 
'ME ALÎKARÎ NEDÎT'
 
Sakîne Yaziman (50) ya ku di erdhejê de mala wê hilweşiya, diyar kir ku ew bi kurê xwe û hevserê xwe re di konteynira ku hevalên wê yên li Dîlokê şandine de dimînin û ev tişt gotin: “Me çend caran serlêdana xaniyekê kir lê tu encam derneket. Me tu alîkarî negirt. Me ne pere ne jî alîkarî girt. Heke dewletê alîkariya me bikira me dikarîbû xaniyê xwe ava bikin.”
 
Meryem (70) ya ku bi hevserê xwe re di xaniyek yek odeyî ku li ber deriyê mala xwe bi derfetên xwe çêkirine de dimînê jî diyar kir ku ji wan re tu alîkarî nehatiye kirin û wiha pê dê çû: “Piştî erdhejê çend rojan em li derve man. Piştre me bi derfetên xwe ev der ava kir. Ez û hevserê xwe di vê hola ku me bi derfetên xwe çekirinê de dimînin. Kurê min û neviyên min di konteynira din de dimînin. Em zivistana par li vir bûn. Niha zivistan hatiye û em dîsa li vir in. Me tu alîkarî nedît.”
 
'ME QURÎŞEK PERE NEGIRT'
 
Îbrahîm Talas (77) ê ku di erdhejê de mala xwe winda kir, diyar kir ku piştî demekê hewşek bi derfetên xwe çêkiriye û niha jî li xaniyekî bi kirê bi cih bûye. Talas wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo xanî çil caran çûm qeymeqamtiya navçeyê lê tiştek derneket. Heta nasekî te li derekê tune be tu tiştekî jî nadin te. Min yek qurîş jî ji hikûmetê wernegirt. Me ji bo xwedîderketina mafan serlêdan kir, lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn. Dibêjin dê xaniyek çêkin lê ne diyar e ka dê xanî çêkin yan na.”
 
Talas anî ziman ku ji pereyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine komkirin qurişekî jî negirtiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez nizanim di destê dewletê de ye yan di destê kê de ye. Lê me qurîşek nedît.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

23/10/2023
19:29 Li Sêrtê 5 kes hatin girtin
16:39 HEDEP'ê ji bo avakirina Wezareta Jinê pêşnûmeqanûn da
16:22 Aşan: Îktîdar ji bo dirêjkirina emrê xwe hewl dide destûra bingehîn biguherîne
16:07 26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin
15:17 Danîşîna faîlê destdirêjiyê Babat hate lidarxistin
15:16 Di doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê de biryar hate aşkerekirin
14:51 Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin
14:37 Dozger xwest rêveberên Baroya Amedê yên berê werin cezakirin
14:34 Edîtora Xwebûnê Bal hate binçavkirin
14:31 Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne
13:54 Rojnameger Bayram tehliye bû
12:59 Hevseroka HDP’a Mûşê Nergîz hate binçavkirin
12:50 Tevî biryara dûrxistinê jî Ayfer Kaya hate qetilkirin
11:52 Îsraîlê li Xezeyê ‘operasyona rehîneyan’ li dar xist
11:48 ‘Haylo Dîsa Tevlihev Bû’ dê li Stenbolê derkeve pêşberî şanohezan
11:11 Li Tekîrdagê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
10:42 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Em ê destkeftiyên xwe li rojava mezintir bikin
10:37 Qeyûm 420 hektarên erd da ber firotinê: Ersa xelas dibin!
10:15 Sûdanî xwest der barê şerê li Qereçoxê de lêpirsîn bê destpêkirin
10:06 Keskîn: Dema em li dijî şer derdikevin divê em li zimanê xwe hişyar bin
09:24 Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin
09:06 Kana keviran a li gundê Şivonê debara gundiyan qedand
09:05 Akdenîz: Yên ku aştiya Filistînê diparêzin divê aştiya kurdan jî biparêzin
09:04 Berhevkar Hîlmî Akyol: Kurd çanda xwe berhev nakin
09:01 Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin
09:00 ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2023'YAN
22/10/2023
23:57 Di teqîna li Qamişloyê de jinekê jiyana xwe ji dest da
23:17 Şaredariya Gundikê Melê şahiya jinan li dar xist
21:42 Amedsporê, Isparta 32 Spor 2 û 1 têk bir
19:35 DBP’ê serdana Sevîlgen kir: Di dawiya rê de serkeftin heye
17:57 Halîde Turkoglû bû Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê
17:48 HEDEP û DBP’ê malbatên dijminên hev bûn li hev anîn
17:29 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:56 Cegerxwîn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:31 Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû
16:21 Uysal: Abdullah Ocalan 24 sal in li dijî pergala tecrîdê têdikoşe
15:50 ‘Dengên AKP û CHP’ê dikevin yên HEDEP’ê zêde dibin’
15:33 Xizmên girtiyan 11 binpêkirinên li girtîgehan parve kirin
14:46 Li Xezeyê heta niha 4 hezar û 651 kes hatine kuştin
14:16 Cezaye hefsê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
13:27 Girtiyê 30 salan Karaagar bi girseyî hate ziyaretkirin
12:48 Bi ser wefata helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn re 39 sal derbas bûn
12:30 Parêzeran piştgirî dan kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:45 Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
11:17 Li dijî baregeha DYA’yê êriş hate kirin
11:16 Bernameya mijdarê ya Şanoya Bajar a Amedê diyar bû
10:18 Di êrişên Tirkiyeyê de li Rojava zêdetirî yek milyar dolar xesara madî çêbû
10:13 Hatîmogûllari: Siyaseta tenê bi îktîdarê bide windakirin bes nake, em ê birêve bibin
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye