Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin

  • rojane
  • 09:17 26 Cotmeh 2023
  • |
img
SEMSÛR - Li gundê Kalemkaş ê bi ser bajarokê Harmanli ya navçeya Sergolanê ku ji sedî 90’ê wê di erdhejê de hilweşiya, mexdûrên erdhejê bi ruhê komunê gundê xwe yê weranbûyî û jiyana xwe ji nû ve ava dikin.
 
Li bajarê Semsûrê ji ber erdhejê ser û bin bû, li gorî daneyên fermî zêdeyî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Sergolanê ya Semsûrê ku 48 kîlometre dûrî navçeya Bazarcixa Mereşê ye, nîvê Sergolanê wêran bûye. Li gorî daneyên fermî zêdeyî 409 kesan li navçeyê jiyana xwe ji dest dane. Li Sergolanê gelek gundên wêran bûne jî hene. Ji ber ku rê û dirbên gund hilweşiyabûn alîkarî negihişt gundiyan. Li gundê Kalemkaş bi ser bajaroka Harmanli ya navçeya Sergolanê ku yek ji gundên ku bi rojan alîkarî negihîştiyê ye. Xelkê gund hewl dide rojên dijwar ên ku tê re derbas dibin bi piştgiriyeke rêxistinbûyî derbas bikin
 
Li gundê Kalemkaşê ku ji 181 xaniyan pêk tê, 142 xanî hilweşiyan û zirareke mezin dîtin û 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gund welatî bi derfetên xwe gundiyên di bin xirbeyan de mabûn rizgar kirin. Li gundê Kalemkaşê ku hema bêje bi temamî hilweşiya, mexdûrên erdhejê li qada bajarê konteyneran ku lê dimînin, hewl didin rojên dijwar bi rêxistina komunal ji ser xwe biavêjin û birînên xwe bikewînin. Mexdûrên erdhejê ku li bajarê konteyneran, navendên zarok û jinan û her wiha pirtûkxane û dezgehên civakî ava kirin, li gundên xwe yên wêranbûyî jiyanê ji nû ve ava dikin.
 
'ME BI HELANDINA BERFÊ PÊDIVIYA AVÊ DABÎN KIR'
 
Keyayê gundê Kalemkaşê Cengîz Kanoglan ê ku di erdhejê de mala wî hilweşiya, diyar kir ku li gundê wan ê ku bi rojan alîkarî negihîşt wan bi derfetên xwe nêzî 90 kes ji bin kavilan rizgar kirine. Kanoglan anî ziman ku wan bi derfetên xwe konbajar ava kirine û wiha got: “Pêşî me hewl da ku pêdiviyên gel bi cih bînin. Paşê me xwarinên di bin malên wêrankirî de mabûn derxist û li xelkê belav kir da ku birçî nemînin. Ne av û ne jî ceyran hebû. Me bi helandina berfê pêdiviyên xwe avê pêk anî.” 
 
'ME BI RÊXISTINBÛNÊ BÊHÊVÎTÎ JI HOLÊ RAKIR’ 
 
Kanoglan bi lêv kir ku wan ji bo ji nû ve avakirina jiyanê tora hevgirtinê ava kirine û wiha axivî: "Heke me wisa nekirina hê zêdetir kesan wê jiyana xwe ji dest bidana. Paşê bi konteynerên ji AFAD'ê dihatin me dest bi avakirina jiyaneke nû kir. Li qada bajarê konteyneran, me ji bo ciwanan da ku perwerdehiya xwe bidomînin navenda ciwanan ava kir. Ji bo ku gundî bi hev re bimînin me tesîseke civakî ava kir. Her wiha me pirtûkxaneyek jî ava kir. Me navenda perwerdeya zarokan û Navenda Hevgirtina Jinan ava kir. Bi Navenda Piştevaniya Jinan re me qadeke aborî ava kir ku em berhemên xwe yên herêmî lê bifroşin û hilberînin. Divê Kalemkaş ji gundên din re bibe mînak. Ev avakirin berhema rêxistinbûnê ye. Me bi rêxistinbûnê bêhêvîtî ji holê rakir."
 
'PÊDIVIYA ME BI PIŞTGIRIYÊ HEYE'
 
Kanoğlan destnîşan kir ku ji ber hê înşaeta xaniyan dest pê nekiriye ew hewl didin qadên stargeha zivistanê ava bikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku di konteyneran de sobe nayên bicihkirin, em li derdora konteynerê qadeke ku em dikarin sobê vêxin ava dikin. Divê em teslîmî qedera xwe nebin. Divê em li alternatîfekê bigerin. Dema ku parêzgehek di erdhejên berê de zirar dîtibû, sal derbas bûn ku mexdûrên erdhejê li malên nû bi cih bûn. Di van erdhejên ku bandor li 11 parêzgehan kir de, wê gelek sal derbas bibin ku mexdûrên erdhejê li malên nû bi cih bibin. Pêwîstî û daxwaza me ya bingehîn ew e ku em li xaniyan bi cih bibin. Lê belê heta bi cih bûna xaniyan ji bo em bikarin li vir hilberînan ava bikin pêdiviya me bi piştgiriyê jî heye."
 
'EM DIXWAZIN XWE BI XWE GUNDÊ XWE AVA BIKIN'
 
Yek ji jinên li Navenda Piştevaniya Jinan a bajarê konteynerê dixebite Bîrsen Kologlû (47) jî ku di erdhejê de xaniyê wê jî hilweşiyaye qala jiyana komunal a konteyneran kir û wiha got: “Em 13 rojan li derve li ber agir man. Kal û pîr û zarok di konên heyî de diman. Piştî ku em 6 mehan di konan de man, em derbasî konteynere bûn. Me hewl da ku bi hevgirtina kolektîf jiyanek ji nû ve ava bikin. Li Navenda Piştevaniya Jinan em dirûtin, xiftan, konserve û berhemên gundan çêdikin. Em dixwazin bi berhemên ku em çêdikin gundê xwe ji nû ve ava bikin."
 
MA / Mahmut Altintaş

Sernavên din

26/10/2023
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin
16:09 Rojnameger Selahattîn Kaygusuz hate girtin
15:24 Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
15:03 HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê
14:11 Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e
14:02 10 roj in agahî ji penaberê ji rojavayê Kurdistanê nayê girtin
13:32 Hevseroka HDP’a Mûşê hate berdan
13:23 Rêveberiya Xweser dosyaya têkildarî êrişên Tirkiyeyê ji NY’ê re şand
13:09 Rojnameger Nafiye Bal hate berdan
12:47 Hatimogûllari gazî AKP’ê kir: Çekdarên xwe ji Rojava derbixin
12:17 Serdegirtina avahiya HDP’a hat şermezarkirin: AKP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kir
12:05 Li çoltera Licê operasyon û şer diqewime
12:00 Dadgehê daxwaza di doza KCK’ê de piştî 12 salan nirxand
11:58 15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû
11:33 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
11:23 Endamên MYK’a HEDEP’ê diyar bûn
11:10 MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
11:02 ‘PDK hewl dide li gel MÎT’ê Mexmûrê kontrol bike’
11:01 Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin
10:48 Aktîvîstên TJA’yê: Em dikarin bi civaka polîtîk a ehlaqî li dijî şerê taybet bibin bersiv
10:24 Pirtûka girtî Kaya bi xwe nivîsandî bi hinceta ‘fikaredar e’ nadinê
10:13 30 sal piştre tehliye bû: Ev gel azadiyê heq dike
09:27 Ji AKP’ê amadekariya bidizî: 600 leşker û polîs li ser ‘Mêvaxneyê’ hatine qeydkirin
09:24 ‘Pirsgirêkên kurd û filistîniyan bi rêya demokrasiyê dikarin bên çareserkirin’
09:12 Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin
09:11 Mavîoglû: Ên ji bo şerê li dijî kurdan gotin 'erê' sedema feqîriyê ne
09:10 31 meh in xeber ji Îmraliyê nayê girtin: Bila qanûn bên sepandin
09:09 Doza rojnamevan Parlak: Her ku dadgeh red dike dozger îtiraz dike
09:08 Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin
09:04 Li quntara Çiyayê Cûdî jinan dest bi berhevkirina fistiqan kir
09:03 AKP heyfa têkçûna xwe ji welatiyên feqîr digire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:32 Li Cizîrê polîsan avêt ser avahiya HDP’ê
23/10/2023
23:17 Ozturkê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Em ê berxwedanê mezintir bikin
21:58 Rojnamevan Bayram ji girtîgehê derket
19:51 Li îranê 9 kes hatin darvekirin