Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya

  • rojane
  • 10:40 4 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Huda Kaya diyar kir ku ji bo ew di çarçoveya lêpirsîna der barê wê de hatiye vekirin biçe îfade bide dozgeriyê lê dozger bi hefteyan jê reviyaye û bi destê darazê “xefika siyasî” lê hatiye kirin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya berê ya Stenbolê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de roja 1’ê mijdarê li Balafirgeha Stenbolê dema ji bo bernameyek diçû derveyî welat, hatbinçavkirin. Kaya heman rojê birin edliyeyê û hat girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê. 
 
Huda Kaya bersiva pirsên ajansa me Mezopotamya (MA) da. Kaya destnîşan kir ku bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê “xefika siyasî” lê hatiye kirin. 
 
Huda Kaya diyar kir ku piştî parlamenteriya wê qediyaye jî ew derketiye derveyî welat û hatiye û heke wê bixwesta bireviya wê berê bireviya û got: “Di 27’ê îlonê de wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê min de biryara ‘firariyê’ derxist. Ez li Stenbolê me û li navnîşana xwe ya fermî rûniştime. Ez li mala xwe me, telefona min vekirî ye lê dozgerî der barê min de biryara firariye dide. Tişta balkêş û xefk ev e.” 
 
‘DOZGER JI MIN REVIYA’ 
 
Kaya da zanîn ku ew li girtîgehê di odeyeke yek kesî de tê ragirtin û anî ziman ku dema wê û parêzerên xwe ev biryar bihîstie sedema vê biryarê lêkolîn kirine û îtîraz kirine. Kaya wiha berdewam kir: “Me got ku em li ku bin her kêlî dikarin îfade bidin. Me ji her du rojan carekê danûstandinê dikir. Ne ez, lê dozger bi xwe bi hefteyan ji min reviya. Helbet hatin û çûna min jî dizanin. Ez ê dîsa ji bo xebata pirtûkek jinekê ez ê derketina derveyî welat. Armanca wan ew bû ku bi gotina 'Dema direve hat girtin' û bi hinceta 'gumana revê' min dan girtin. Her ku me telefon dikir an jî dipirsî, ji me re digotin 'em ê li we vegerin'. Di dema der barê min de biryara fîrarê hebû, dozgerên cuda ji dosyeyên cuda ji bo îfadeyê bang li min kirin û heta hefteya borî jî min îfade da Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Li gel vê yekê jî baş e ez dipirsim; Gelo ev çi bêhiqûqî ye?” 
 
‘XEFIKA SIYASÎ LI MIN HAT KIRIN’ 
 
Kaya destnîşan kir ku bi destê darazê “xefka siyasî” li dijî wê hatiye danîn û divê hemû aliyên muxalîf li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan bidin û got: “Divê her kes ango aliyên muxalîf vê yekê teşhîr/eşkere bikin.” 
 
Kaya anî ziman ku ew ê li dijî biryara girtina der barê wê de îtîrazî dadgehê bikin û got: “Ez ê giliyê dozgerê bi hefteyan ji min reviya bikim.”  
 
‘BI SEDEMA SIYASÎ HAT GIRTIN’ 
 
Parêzera Kaya, Zîlan Leventoglû jî ku li girtîgehê çû serdana Kaya, da zanîn ku tevî hemû şert û mercên neyînî yên girtîgehê jî miwekîla bi awayek pozîtîf û bi moral li ser pêya ye. Leventoglû destnîşan kir ku biryara girtinê ya der barê miwekîla wê de bi sedem/saîkên siyasî hatiye dayîn û got: “Dema destê miwekîla min kelemçekirîbûn, dîmenên ku polîsan girtiye, bi zanebûn serwîsî medya alîgir hatiye kirin. Manşetên wek ‘Huda Kaya dema dixwest bireve’ hatin serwîskirin. Ev nûçe jî bi sûîkastên rûmeta mirovî, îthamên kirêt û îftirayan hatine çêkirin. Ev nûçe neheq û bêhiqûqî ne. Biryara girtina miwekîla min berê hatibû amadekirin. Dozgerê ku îfadeya wê nedigirt û daraz li ser çawa girtina wê xebitî ne. Dadger bêyî ku pirsan ji miwekîla min bike, wê da girtin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe û îtîrazên xwe bikin.” 
 
MA/ Rûkiye Adiguzel 
 
 

Sernavên din

09/11/2023
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan