Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in

  • rojane
  • 11:24 4 Mijdar 2023
  • |

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di kongreya giştî ya ÎHD’ê de axivî û operasyona 4’ê Mijdarê ya li dijî siyasetmedarên kurd pêk hat wek “darbeye” pênase kir û got: “Rojên ku wê yên vê darbeyê û vê zilmê dikin bên darizandin nêz in.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan beşdarî Kongreya Giştî ya 21’emîn a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li Sehneya Yilmaz Guney a Şaredariya Çankaya Enqereyê tê lidarxistin bû. 
 
Bakirhan di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya saziyek wek ÎHD’ê û girîngiya mafên mirovan. 
 
Bakirkhan diyar kir ku 37 sal in ÎHD tevî hemû zextan, zoriyan û cînayetên kiryar nediyar jî li ser pêya maye û got: “37 sal in ÎHD bûye cihê lêgerîna maf û edaletê ya mazlûman, kedkaran, kurdan, elewiyan, bindestan. Li tu deverek cîhanê saziyek ku li dijî faşîzmê 37 sal li ber xwe dabe nîne. Lê ÎHD 37 sal in li dijî her cûre cînayetên ku endam û rêveberên wê hatin qetilkirin û sepanên faşîzmê li ber xwe da û xwe gihandiye roja me ya îro. Ez li ser navê partiya me spasiya hemû kedkarên ÎHD’ê dikim. Sekn û helwesta ÎHD’ê gelek tiştan nîşanî me da û bi me da fêmkirin.” 
 
‘EM Ê ALA TÊKOŞÎNA WAN BILIND BIKIN’ 
 
Bakirhan da zanîn k udi rojek wiha de helbet ew Vedat Aydin, Ayşenûr Zarakolû, Leman Firtina û gelek rêveber û endamên di têkoşîna mafên mirovan û ÎHD’ê de bûne cangorî bi bîr tînin û ew wan bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin û ew carek din soz didin ku wê li têkoşîna cangoriyên xwe xwedî derkevin. Bakirhan ji bo rêveberiya nû ku bê bijartin jî serkeftinê xwest. 
 
Bakirhan anî ziman ku di 20 salên dawî de ew bi darbeya siyasî tên birêvebirin û got: “Temenê darbeya leşkerî ewqas ne dirêj bû. Partiyek siyasî ku qaşo qala edalet û pêşvebirina aboriyê dike welat bi darbeye bi rê  ve dibe.” 
 
‘DI 4’Ê MIJDARÊ DE DARBEYA MEZIN LI DIJÎ SIYASETA KURD KIRIN’ 
 
Bakirhan wiha axivî: 
 
Îro 4’ê Mijdarê ye. Bi rastî ev roj roja derbeyên herî mezin e li tevgera siyasî ya kurd. Ji 4’ê Mijdarê ve Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û bi sedan hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Bi 4’ê Mijdarê re deriyê gelek saziyên me hatin kilîtkirin. ÎHD tam ji ber ku li cem bindestan disekinî gelek bi nirx e. Ev derbe didome. Li Rojhilata Navîn şer berdewam dike, xizanî û betalî didome. Asta cihêkariyê ya ku me berê qet nedîtibû berdewam dike. Dixwazim diyar bikim ku di demekê de ku mirov di nava rojê de li naverasta kolanan dihatin gulebarankirin, ji ber sedemên pir hêsan bi cezayên giran ÎHD li gel wan bû û xebat û têkoşînek mezin dikir. 
 
ROJÊN KU ZILM BIÇE NÊZ IN 
 
ÎHD parêzeriya gelê mezlûm dike û saziyek hevrê ye. 37 sal in ku bi zilmê re rû bi rû ye. Her tim xebatên wan hatine terorîzekirin. Herî dawî wezîrê karên navxweyî ku çû her tim ÎHD’ê kir hedef û gef lê xwar. Di serî de ÎHD û bar û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Rojên ku wê yên vê darbeyê û vê zilmê dikin bên darizandin nêz in. Rojên ku em ê van aktorên 4’ê Mijdarê bişînin û biqewirînin nêzik in. Bi van hest û ramanan di xebatên we de serkeftinê dixwazim û her bijî têkoşîna me ya mafdar.” 
 
 

Sernavên din

09/11/2023
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat