Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike

  • rojane
  • 14:53 4 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a di 21’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya ÎHD’ê de axivî, diyar kir ku Îsraîl terora dewletê dike, tişta li Filistînê tê kirin li Rojava jî tê kirin û wiha got: “Divê em weke rêxistinên muxalîf nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bikin.”
 
21’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya “Mirov bi mafen xwe heye, İHD bi tekoşina xwe” li Dika Yilmaz Guney a Şaredariya Çankayayê hate lidarxistin. Li eywana lijne lê hate kirin pankartên “Tecrîd Sûcê mirovahiyê ye, ji Girtiyên Nexweş re Azadî” , “Tundiya li dijî jinê polîtîk e” , “Bila windakirî bên dîtin, bila faîl bên darizandin” , “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn ê mirovî ye” hatin daliqandin. 
 
Dayikên Şemiyê, Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîma Poyraz, parlamentera HEDEP’ê ya Rihayê Dîlan Kûnt, nivîskara Fîkret Başkaya, EMEP, Partiya Saadetê, KESK, Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya 78’an û Weqfa Aştiyê tev li lijneyê bûn. 
 
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk Balaban destpêka lijneyê axivî. Balaban, diyar kir ku di serdemeke ku mafên mirovan di bin zexteke zêde ne de Lijneya Giştî ya ÎHD’ê tê kirin. Piştî axaftina Balaban hilbijartina dîvanê hate kirin. Pêkhatina dîvanê ya tenê ji jinan li eywanê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. Nîmet Tanrikûlû, Fehîme Poyraz, Hanîfe Yildiz, Berfîn Elçî û Neylan Solmaz Saçilik ji dîwanê re hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de rêz hate girtin. 
 
‘KESÊN KU QIRKIRINA ERMENAN KIRIN KOMAR AVA KIRIN’ 
 
Dû re Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî. Keskîn, diyar kir ku hemû endamên ÎHD’ê yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û wiha got: “Em li ÎHD’ê her tim dibêjin ‘dikevin pêvajoyeke zor û zehmet’. Belê dê ev pêvajo jî gelek zor bît. Ji ber ku ev îttîhata ku di sala 1915’an de Qirkirina Ermenan kir komar ava kir. Di pêvajoya sed salan de hewl hate dayîn bi qirkirin, sirgun û bişaftinê cudahiyên li welat dijîn bên tunekirin.”
 
‘PIRSGIRÊKA KURDISTANÊ’ 
 
Keskîn a qala pirsgirêkên li Kurdistanê dijîn kir, anî ziman ku bêyî nîqaşa bîrdoziya fermî aştî nayê. Keskîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk heye. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêka erdnîgariya me ye. Hişmendiya mêtînger dixwaze li her çar parçeyan kurdan tune bike. Belê îro şerekî biêş li Rojhilata Navîn heye. Îsraîl bi terora dewletê hewl dide Filistînê ji holê rabike. Hin kesên li vê erdnîgariyê ji xwe re dibêjin mûxalîf komkujiya li Filistînê dibînin, lê komkujiya li Rojava nabînin. Divê em weke rêxistinên muxalîf nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bikin.”
 
Keskîn, têkildarî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe dipirsin her tim tên binçavkirin jî wiha got: “Dema em îro li vir qala vê dikin, dibe ku saetek piştre hevalên me bên binçav kirin. Ji bo vê jî em ê piştî demekê daxuyaniya piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê bidin. Berxwedana Dayikên Şemiyê me hemûyan wêrek dike.”
 
‘SEDSALA KOMARÊ DÎROKA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN E’ 
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal ê pişt re axivî jî têkildarî sedsala Komara Tirkiyeyê wiha got: “Sedsala komarê dîroka binpêkirina mafên mirovan e. Pirsgirêka bingehîn a erdnîgariyê pirsgirêka kurd e. Divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbvazên demokratîk çareser bibe. Helbet ev yek jî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkane. Ji bo em civakeke wekhev ava bikin pêşengtiya me aştî ye. Heta ku aştî pêk neyê azadî nayê vî welatî.”
 
ROJNAMEVANÊN GIRTÎ BI BÎR XIST
 
Bîrdal di berdewama axaftina xwe de Çapemeniya Azad jî silav kir. Bîrdal, bi bîr xist ku îdianameya edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz ê jê re 37 sal ceza tê xwestin bi pere firotine wî û wiha got: “Rojnamevan Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz cezaevindeler. Ez ji vir Çapemeniya Azad a mafê agahî wergirtinê yê civakê diparêze silav dikim.”
 
PIŞTGIRIYA JI BO DAYIKÊN ŞEMIYÊ 
 
Piştî axaftina Bîrdal, ji bo daxuyaniya piştgiriyê ya ji Dayikên Şemiyê re navbereke kurt dan lijneyê. 
 
Piştî daxuyaniya piştevaniyê ya ji Dayikên Şemiyê re Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê yê beriya niha Ozturk Turkdogan axaftinek kir. Turkdogan, anî ziman ku êdî delegeyê ÎHD’ê ye û wiha got: “Di bin vî banî de demekî dirêj em bi we re têkoşiyan. Em rêgezeke ku di cîhanê de jî derbasdar e bi bîr bixin; hûn bi kê re şer bikin hûn ê bi wî/ê re li hev bên. Em di nava vê şewata Rojhilata Navîn de qet nebe li Kurdistanê dixwazin aştiyê bibînin. Em ê tecrîda li Îmraliyê ji bîr nekin. Em ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wan bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Kongre berdewam dike. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2023
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan