Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye

  • rojane
  • 19:50 4 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd, MED-DER û PENa Kurd, bi sernavê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî helbesta kurmancî” û tevlibûna gelek kesan gotûbêjek li dar xist.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Û PENa Kurd, li Sendîkeya Kedkarên Perwerdehî û Cemaweriyê (Egîtîm-Sen) bi sernavê "Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî helbesta kurmancî" gotûbêjek li dar xist. Di gotûbêjêma ku moderatoriya wê Fatîme Tekîn kir, helbestkar-nivîskar Îrfan Amîda û Rêzan Diljen wekî axîver cih girtin. Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç û Rêdûr Dîjle, Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Tevgera Jinên Azad (TJA), KASED, MED-TUHAD-FED, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) a Şirnexê Newroz Ûysal, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray, Hevserokên HEDEP'ê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, malbata Arjen Arî û gelek nivîskar û wêjehez tev li gotûbêjê bûn.
 
Destpêkê Moderator Fatîme Tekîn axaftina ewilî kir û bal kişand ser giringiya helbestê. Piştre ji bo her du helbestvanên nemir deqeyekê rêz girtin û xwîşka Arjen Arî Necla Arî behsa bîranîneke xwe ya di derheqê Arjen Arî de kir.
 
‘HELBEST CUREYA HERÎ NETEWEYÎ YA WÊJEYÊ YE’
 
Dû re Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle axivî û got ku helbest û helbestkariya erdnîgariyekê ku bi salan tê dagirkirin hem zehmet e, hem jî bareke gelekî mezin e. Dîjle destnîşan kir ku helbest di nava cureyên wêjeyî de ya herî neteweyî ye û hêmana herî sereke ya helbestê hest e. Dîjle, anî ziman ku helbestkar bi cih anîna peywira xwe dibe barhilgirê vê jîyanê û wiha got: “Hestên neteweyî û bîra civakê hertim bi ruh û can dike, hêz û kûwetekê li peyva xwe bar dike û bi vê peyva xwe rê li ber azadiyê vedike. Di hemû tarîtî û zûlmatan de rastiyeke şoreşgerî diafirîne. Bêguman gava em li Seydayê Cegerxwîn û peyrêyê wî Arjen Arî mêze dikin, di helbest û di helwesta helbesta wan de baş dibînin. Cegerxwîn di rojên herî dijwar de bi helbesta xwe li dijî feodalîzmê hertim li cem kesên bindest bû û bû berdevkê wan. Di heman demê de wî konaxeke din ya helbesta kurmancî da destpêkirin. Her wiha Arjen Arî jî ev alaya ku Cegerxwîn bilind kirî, hilgirt û anî heta roja îro. Arjen Arî bi helbesta xwe bû awayê herî xweş yê peyva kurmancî. Ew bû dîmena herî xweş ya çiyayên vê erdnîgariyê.”
 
‘HELBESTVAN DILÊ VÎ WELATÎ NE’
 
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan dora axaftinê girt û got ku helbest kakilê zimanekî ye. Fîdan, destnîşan kir ku helbestvan jî dilê kesên ku wî zimanî diaxivin û dilê wî welatî ne. Fîdan, da zanîn ku ew ji bo helbestvan Cegerxwîn û Arjen Arî li wir in û bi lêv kir ku Kurdistaneke van helbestvanan hebûye. Fîdan, anî ziman ku Kurdistana wan di dilê wan de bûye û wiha direj kir: “Çi jiya bin, li kû jiya bin, çawa jiya bin Kurdistanek ji xwe re ava kirine û di wê Kurdistanê de jiyane. Sedema ku roj bi roj ev gel bêtir xwedî li wan derdikeve ev e ku bi xwebexşiyeke mezin, bi xweheziyeke zêde ew Kurdistana di dilê xwe de li her derî vegotine. Ez her du helbestvanên dil pola careke din bi rêzdarî bi bîr tînim.”
 
Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû jî çend gotin kirin û bal kişand ser giringiya hunerê.
 
‘CEGERXWÎN LI HEMBER FEODALÎZMÊ SERÎ HILDAYE’
 
Piştî axaftinan moderator Tekîn bi kurtasî jiyana her du axîver Amîda û Diljen xwend. Dû re Amîda mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku dîroka kurd û Kurdistanê çawa qed qedî be, dîroka wêjeya kurdî jî wiha qed qedî ye. Amîda, anî ziman ku Cegerxwîn konaxeke ku helbesta kurdî ji klasîzmê derbasî modernîzmê dibe û ev tişt gotin: “Cegerxwîn rast e rast temsîlkariya serhildêriyê ye. Cegerxwîn li hember serdemekê, li hember feodalîzmê serî hildaye. Cegerxwîn helbestkarekî mudaxalekir e. Ji ber ku mudaxaleya serdemekê û zemên dike. Cegerxwîn xwe neçar didît ku mudaxaleyê bîrê bike û her wiha xwe neçar didît ku bîrekê jî biafirîne. Lewma ne ev bîr be ku ne pêkane ku Kurdistanek jî ava bibe. Cegerxwîn ji tariyê hez nake û derdê wî rast e rast bi tariyê bi xwe re ye. Ji ber vê yekê çi çirayê peyda kir pê dixist.”
 
Amîda, têkildarî Arjen Arî jî got ku wî weke hevrêyê Cegerxwîn pênase dikin lê poetîka Arî û Cegerxwîn di hin tiştan de nêzî hev in, lê di helbest û helbestkariyê de dûrî hev in jî. Amîda, anî ziman ku Arî bi qasî ew şîddeta ku di zimanê Cegerxwîn de hêdî hêdî dadweribandî ji hevok û vegotinê dadwerivîne tê qonaxa peyvê.
 
Piştî Amîda, Rêzan Diljen mafê axaftinê wergirt û pêşiyê helbesta xwe xwend. Dû re jî Diljen, ji Kovara Hewarê heta koça dawî ya Arjen Arî helbesta kurdî bi awayekî kronolojîk vegot û ev tişt anî ziman: “Qedrî Can, Osman Sebrî, Kamûran Bedirxan, Celadet Bedirxan hwd. ji kovara Hewarê ne. Piştre Ronahî û dîsa heman kom heye, heta 1979’an Kovara Tîrêjê. Kovara Tîrêjê hinekî ber bi modernîzmê ve çû. Helbesta kurdî piştî ber bi rojava ve çû hinekî bilind bû. Gelek ciwanên ku helbestên tîr nivîsandin derketin holê. Herêma me di bin bandora Kafkasyayê nema. Dikarîbûn sûdê ji Kafkaskayê bigirin. Hêdî hêdî ew jî çêdibe. Kêm zêde bandora soraniya me jî li ser helbesta kurdî çêdibe. Heke helbestkarek derketiba û şûrê xwe li lênûska wêjeya me bixista, wê çaxê me dikarî bibêjin ku ekoleke vî heye. Bi min di helbesta kurdî de ekolek an jî rengekî xas çênebûye.”
 
HELBEST HATIN XWENDIN
 
Herî dawî hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç helbesta Cegerxwîn ya bi navê “Destgirtiya Xorta Me”, nivîskar û rojnamevan Roza Metîna helbesta Arjen Arî ya bi navê “Efendîno”, Mehmet Saît Arzû bi formata maqamê helbesta Cegerxwîn a bi navê “Xurtiya Yekitiyê” û herê dawî jî parlementer Newroz Ûysal helbesta Arjen Arî “Ev Çiya Rûspî Ne Heyran” xwend.
 
Bi xwendina helbestan gotûbêj bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

09/11/2023
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da