Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan di konferansa DBP’ê de axivî û got ku DBP koka têkoşîna wan e. Bakirhan, bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û wiha got: “Êriş, li dijî hebûna me tên kirin. Di vê serdemê de pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye.” 

Konferansa Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) a li Amedê bi axaftinan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî. Bakirhan, di serî de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, girtiyên siyasî û beşdar silav kir.  Bakirhan, diyar kir ku DBP çiqas mezin bibe, tifaqa wan û HEDEP jî ewqas mezin dibe. 
 
‘EM DEYNDARÊN ŞEHÎDÊN AZADIYÊ NE’
 
Bakirhan anî ziman ku koka DBP’yê koka têkoşîna wan e û ev tişt anî ziman: “Di dîroka partiyê de kedeke pîroz heye. Ev ked keda bi hezaran şehîdan e. Em deyndarên şehîdên azadiyê ne. Divê em layiqî vê kedê û vê rêya pîroz bibin. Îro divê her kes vê rastiyê qebûl bike, heta siyaseta me ya kurdistanî mezin nebe em jî mezin nabin. DBP çiqas mezin bibe tifaqa me jî, HEDEP jî dê ewqas mezin bibe. Ji bo pêşengiya gel mîsyoneke dîrokî a DBP’yê heye. Ji ber vê yekê divê armanca me hemûyan bibe mezinkirina DBP’ê. 
 
‘ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E’
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser şer û aloziya li Rojhilata Navîn û wiha got: “Weke hûn jî dizanin îro li Rojhilata Navîn şerên giran berdewam dikin. Ev sed sal in sedema şer û aloziyê sîstem bixwe ye. Gelê kurd bi sed salan li hember polîtîkayên asîmîlasyonê û faşîzmê li ber xwe dide. Şerê hebûn û nemana me dide. Hevalên hêja; careke din ev rastî derketiye holê ku netew-dewletên nijadperest nikarin bibin çareserî. Îro jî em baş dizanin çareserî jiyaneke demokratîk û wekhev e. Li Rojhilata Navîn heta pirsgirêka gelê kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Heta kurd azad nebin tu gel azad nabe. Heta zilm û zordariya li ser gelê kurd berdewam bike tu welat nakevin nav aramiyê. Em dibêjin rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e.” 
 
‘HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE TARÎTIYA SER CIVAKÊ RANABE’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran bûye û wiha pê de çû: “Girêdayî vê tecrîdê, civak jî ketiye bin vê tecrîda mezin. Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe tecrîd û tarîtiya li ser civakê jî ranabe. Hemû hêzên gelê kurd û dostên gelê kurd divê vê rastiyê baş bizanin. Divê em hemû têkoşînê bilind bikin, tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Heta em rêxistinê mezin nekin ev tecrîd dê bidome. Rakirina tecrîdê ne bes e, divê em azadiya fizîkî ya birêz Ocalan jî pêk bînin. 
 
‘PÊDIVIYA ME YA HERÎ MEZIN YEKITIYA NETEWEYÎ YE’
 
Bakirhan, got ku di halê hazir de pêdiviya wan a herî mezin yekitiya neteweyî ye û wiha got: “Gelê kurd ji her alî ve di bin êrişên dijwar de ye. Êriş, li hember hebûna me ne. Divê hemû hêzên gelê kurd kom bibin û tenê pêşeroja gelê me esas bigirin. Ji bo vê jî divê em têkoşîna îdeolojîk û dîplomasiya gelan mezin bikin. Di vî alî de rol û mîsyona DBP’yê dîrokî û pîroz e. Li dijî îmha û asîmîlasyonê em ê paradîgmaya xwe heta dawiyê biparêzin. Ji bo kurd bigihêje statûya xwe, em ê bi hemû hêzên xwe têkoşînê mezin bikin. Ji bo têkçûna faşîzmê em ê tifaqên demokratîk mezin bikin. Wekî şoreşgerekî gotiye ger hûn li dijî faşîzmê nebin yek di zindanên faşîzmê de hûn ê werin cem hev.” 
 
‘JIN PÊŞENGÊN DOZA GELÊ ME NE’
 
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Tevgera jinan îro li hemû dinyayê deng û rengê jinan bilind dike. Hevalên me yên jin îro pêşengiya doza gelê me dikin. Dengê jinên kurd bi ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ li cîhanê belav dikin. Ez wek rêhevalê jinan têkoşîna jinan silav dikim, hûn her hebin hûn her bijîn. Her wiha divê em di nav partiya xwe de ji bo ciwanan zemînên baş ava bikin. Ciwan pêşeroja me ne. Em encax bi têkoşîna ciwanan dikarin pêşeroja xwe ava bikin. Ez careke din we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Kongreya me ji gelê me re pîroz be. Bi xêr be. Serkeftin ji me hemûyan re.”
 

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû