‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'

  • rojane
  • 09:08 7 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Welatiyên ku tev li hevdîtina gel a li Qelqeliyê bûn diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji her tiştî girîngtir e û wiha gotin: "Divê em êdî tevahiya bedana xwe têxin bin kevirê azadiyê." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 32 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî vê tecrîda girankirî kampanyaya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Her wiha dê di çarçoveya kampanyayê de di 18'ê mijdarê de "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin. Ji bo vê MEBYA-DER û TUHAY-DER li navçeya Qelqelî ya Wanê hevdîtineke gel lidarxistin. Welatiyên tev li hevdîtinê bûn, destnîşan kirin ku tekane navnîşana çareserkirina meseleya kurd Îmrali ye û ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan îşaret bi têkoşînê kirin. 
   
‘EM Ê TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ MEZIN BIKIN'
 
Recep Ceylanci destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi salan e didome û got ku ji roja komploya navdewletî çêbûye heya niha Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Ceylanci, wiha domand: "Di şexsê Abdullah Ocalan de tecrîda li Îmraliyê li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. Ev tecrîd dê çawa bê şikandin? Tecrîd niha li ser zimanê me, çanda me, dîroka me û erdnîgariya me bi polîtîkayên cur bi cur tê domandin. Ocalan bi felsefeya xwe komploya navdewletî ya bi faşîzmê hat kirin, pûç kir. Êdî dora me ye ku em ji bo Ocalan ku bi salan ji bo me têkoşiya, bitêkoşin. Em ê jî ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin." 
 
‘DIVÊ EM BEDENA XWE TÊXIN BIN KEVIRÊ AZADIYÊ'
 
Ceylanci, diyar kir ku gelê kurd bi awayekî demokratîk doza mafên xwe dike û wiha pê de çû: "Gelê kurd doza zimanê xwe yê zikmakî dike. Em ji bo hemû tiştên xwe têdikoşin. Dixwazin têkoşîna gelê kurd betal bikin. Ger îro hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re bê kirin, tekane tişta ku bixwaze dê aştî be. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn muxatabê aştiyê Ocalan e. Ger meseleya kurd çareser nebe, dê li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareserî ne pêkan be. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Me kurdan gava ev têkoşîn dest pê kir, me destê xwe xist bin kevir û wiha dest pê kir. Niha jî divê em tevahiya bedena xwe têxin bin kevirê azadiyê ku tecrîd bê şikandin. Divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Ji bo tecrîd di çarçoveyele mafên demokratîk de bê şikandin, çi ji destê me bê divê em bikin. Ger tecrîd bişikê em ê dengê aştiyê bibihîsin. Divê em li her derê, li her qadê tecrîdê bilêv bikin. Hemû sazî û malbat, divê ji bo şikandina tecrîdê bên cem hev du û tevbigerin." 
 
Ayşe Hizir jî destnîşan kir ku divê gel tecrîdê qebûl nekin û wiha got: "Piştî vê saetê gelê kurd êdî li ser pêyan e, divê li dû rastiya xwe be. Ew qas mirovên me jiyana xwe ji dest dan, ew qas mirovên me hatin qetilkirin, bi hezaran mirov di girtîgehan de ne. Divê em van bînin ber çavê xwe û li gor wê tevbigerin. Divê her kes hay ji girîngiya meşa 18'ê mijdarê hebe. Gel divê ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bên cem hev du û aştiyê bilêv bikin." 
 
‘DIVÊ GEL XWEDÎ LÊ DERKEVE'
 
Seyfettîn Ozsoy jî bilêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi her awayî zirarê dide gelan û ev tişt gotin: "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd astengiyek e li ber avakirina aştiyê. Gelê kurd û gelên din felsefeya Ocalan kirine nexşerê û li gor vê têdikoşin. Tu hêleke hiqûqî ya vê tecrîdê tune ye. Gava li gor qanûna xwe jî lê mêze bikin, diyar e ku dijhiqûqî ye. Divê hemû gel di vî warî de hesas be û li gor têkoşîna rêbertiyê tevbigere. Lewma divê gel xwedî li rêberê xwe derkeve. Azadiya fîzîkî ya Ocalan ji her tiştî girîngtir e." 
 
‘TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Cengşz Yerlîkaya jî diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: "Ger tecrîd bidome, dê çareserkirina meseleya kurd ku meseleya herî mezin a Tirkiyeyê ye çareser nebe. Hevdîtineke bi Ocalan re dê ji bo avakirina aştiyê bingeheke gelekî mezin be." 
 
‘HELWESTEKE BIBIRYAR'
 
Yerlîkaya bibîr xist ku demekê li Başûrê Efrîqayê heman tecrîd hatiye serê Nelson Mandela jî û axaftina xwe wiha qedand: "Hêzên netew-dewletê yên cîhanê kesên doza aştî, demokrasî û azadiyê dikin qebûl nakin. Lê dewlet bi ser nakevin. Çawa cîhan ji bo Mandela rabû ser pêyan, niha li seranserê cîhanê mirov ji bo Ocalan jî radibin ser pêyan. Bi taybetî divê li Tirkiye û Kurdistanê mirov li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ger dengê xwe bilind nekin dê ev pirsgirêk bidomin. Êdî dem hatiye ku li dijî tecrîdê helwesteke bibiryar bê nîşandan." 
 
MA / Rûken Polat

Sernavên din

08/11/2023
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû