650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin

  • rojane
  • 09:01 9 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - AKP hewl dide di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li navçeya Elkê bi ser keve û di vê çarçoveyê de 200 jê cerdevan navnîşanên 650 kesan ji gundan veguhest navenda navçeyê. Ji cerdevanan navnîşanên 67’an li heman apartmanê û yên 133’yan jî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin qeydkirin. 
 
Hilbijartinên rêveberiyên herêmî nêz dibin. Bi nêzbûna hilbijartinan re di serî de li Amed, Agirî û Şirnexê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hewldanên veguhestina hilbijêran zêde bûn. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de navnîşanên bi hezaran polîs û leşkeran li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibûn veguhestin û AKP’ê bi 772 dengên zêdetir şaredarî bi dest xistibû. 
 
ENCAMÊN HILBIJARTINA 14’Ê GULANÊ
 
Di hilbijartinên giştî yên 14’ê gulanê de li navenda navçeyê û gundan 49 sindoq hatin danîn û ji 11 hezar û 351 hilbijêran 8 hezar û 602 çûn ser sindoqan. Di hilbijartinê de 8 hezar û 408 deng hatin qebûlkirin. Partiya Çepên Kesk ku navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand, ji dengan 4 hezar û 373 (ji sedî 50,03), AKP’ê 2 hezar û 338 (ji sedî 26,75) deng stand. Ji 4 hezar û 533 hilbijêrên navenda navçeyê 3 hezar û 385 jê çûn ser sindoqê. Li navenda navçeyê 15 sindoq hatibûn danîn. Ji dengan hezar û 877 deng ji bo Partiya Çepên Kesk û 668 jî ji bo AKP’ê çûn. 
 
NAVNÎŞANÊN 67 CERDEVANAN LI HEMAN APARTMANÊ HATIN QEYDKIRIN 
 
Hilbijartinên rêveberiyên herêmî dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin. Bi nêzbûna hilbijartinê re AKP kete nava hewldanan. Hat diyarkirin ku ji bo ferqa di navberê de were girtin, AKP’ê 200 jê cerdevan bi giştî navnîşanên 650 hilbijêran veguhest navenda navçeyê. Ji van cerdevanan navnîşanên 67’an li Apartmana Ronî ya 7 qat ku endama Meclisa HEDEP’ê ya Navçeyê Sabûha Akdag jî li wir rûdine hatin qeydkirin. Li apartmana behsa xeberê 40 daîre hene. 
 
SEROKÊ AKP’Ê YÊ NAVÇEYÊ DEST BI VEGUHESTINA DENGAN KIR 
 
Li navçeyê bi hezaran leşker, polîs û cerdevan hene. AKP jî dixwaze li vir bi ser keve û hat destnîşankirin ku xebatên veguhestina navnîşanan dimeşîne. Li gorî îdiayên tên kirin; kurê sercerdevan Tahîr Adiyaman ê nêzî AKP’ê ku di heman demê de Serokê AKP’ê yê Elkê ye Hulusî Adiyaman dê bibe namzetê şaredariyê. Hat destnîşankirin ku Adiyaman ji bo ku di hilbijartinê de bi ser keve, ji Çeman, Gelejêr û gundên din 650 hilbijêr veguhestiye navenda navçeyê û ji van hilbijêran herî kêm 200 jê cerdevan in. Hat îdiakirin ku navnîşanên cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” hatine veguhestin. Balkêş e ku cerdevanên navnîşanên wan hatine veguhestin ji gundê Adiyaman Çemanê û gundên nêzî wê Gelejêr, Melêsê û Bîşiyê ne. Navnîşanên 133 cerdevanan li Fermandariya Cendirmeyan a Elkê û 67 jî li Apartmana Ronî ya li Taxa Alî Çavuşê hatine veguhestin. 
 
MA /  Omer Akin 
 

Sernavên din

10/11/2023
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê