Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye

  • rojane
  • 11:06 9 Mijdar 2023
  • |

ENQERE - - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku Dadgeha Bilind li dijî destûra bingehîn serî rakiriye û wiha got: “Em bang li Meclisê û Serokatiya Meclisê dikin ku li dijî hewldana darbeyê helwestê nîşan bidin.”

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tûncer Bakirhan têkildarî nasnekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a li ser Can Atalay û gilîkirina endamên AYM’ê ya Dadgeha Bilind, di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya li Navenda Giştî ya HDP’ê de axivî. 
 
SERDEMA BÊ DESTÛRA BINGEHÎN 
 
Bakirhan, ê biryara Dadgeha Bilind weke “hewldana darbeyê” nirxand, wiha got: “Li welatê me ku mekanîka darbeyan lê dixebite, Lijneya me ya Rêveberiya Navendî li ser pêwîstiya bidawîbûna van darbeyan nîqaşek kir. Niha dixwazim encama niqaşên me yên di Lijneya me Rêveberiya Navendî û Koma Meclisê de hatine kirin bi wer re parve bikim. Tirkiye di dîroka hiqûq û siyasetê de di serdemeke ku mekanîka darbeyê herî zindî ye re derbas dibe. Di vê serdema ku destûra bingehîn ji aliyê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ve hatiye rawestandin de weke ku di dîrokê de nehatibe dîtin bi qadrobûyîna di darazê de û esas girtina yekitiya hêzan re rûbirû ne.”
 
‘HEWLDANA DARBEYÊ YE’ 
 
Bakirhan, îşaret bi xala 153’yan a destûra bingehîn kir û wiha got: “Tevî vê yekê jî 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ku xwe bi ser AYM’ê, Meclisê û gelên li Tirkiyeyê dibîne bi awayekî aşkere nîşan dide ku armanca wê ya darbeya siyasî heye. Giliya 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind û Serdozgeriya Dadgeha Bilind li endamên AYM’ê kirin û gef li wan xwarin li Tirkiyea ku ji Nîsana 2015’ân ve vegueriye pergala OHAL’ê ya fîîlî hewldana darbeyê ye.”
 
ÇI RÊ LI BER VEKIR?
 
Bakirhan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Me heta niha ji ber nenaskirina biryarên DMME’yê gelek mînakên destwerdana siyasetê dîtibûn. Ev helwesta ji aliyê desthilata siyasî ve piştgiriya wê tê kirin, li Tirkiyeyê bingeha mudaxilekirina darazê ya bi destê siyasetê xurt kiriye. Di civîna koma partiyan de ku her hefte pêk tê, hevkarê desthilatê Bahçelî di serî de girtina HDP'ê, di gelek mijaran de Dadgeha Destûra Bingehîn hedef nîşan da û vê yekê rê li ber vê darbeya darazê vekir. Kadroyên netewperest, nijadperest ên bi destê desthilatê û cesaretkirina van kadroyan sedemê karesata hiqûqê ya îro ye. Aşkere ye ku berpirsyarên sereke yên vê karesata hiqûqê ya derketiye holê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye. Vê tifaqê ji bo berjewendiyên xwe hiqûq û edalet ji holê rakiriye. Bi gilîkirina duh hate kirin li rûpelên tarî yên dîroka hiqûqê ya cîhanê kareseteke din a hiqûqê lê hatiye zêdekirin. 
 
ÎTÎRAFA PERGALA FAŞÎST 
 
Cesaretkirina Dadgeha Bilind a ku di doza girtinê ya HDP’ê de derket derveyî hiqûqê, biryarên emsal ên DMME’yê nasnekirin û doza girtinê veguherand şoveke siyasî ya ji aliyê desthilatê û hevkarê wê ve pêşî li karesata hiqûqî ya duh vekir. Dadgeha Bilind ku ceazeyên neheq û bêhiqûqî yên bi hezaran hevalên me yên siyasetmedar re hatin birîn pejirandin, hevalên me yên siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û Leyla Guven ên dema girtinê ya 7 salan tejî kirin dîl digire. Ya ku Dadgeha Bilind teşwîqî darbeyê kir desthilata AKP’ê û MHP’ê bi xwe ye. Hevkarê biçûk ê desthilatê naxwe û navexwe dibêje divê ‘Dadgeha Destûra Bingehîn’ bê girtin. Kes jê re nabêje ‘Ya ku tu dikî hewldana ji holê rakirina pergala destûra bingehîn e!’. Lê belê ev gotin îtîrafek bû ku digotin em ê rejîmeke faşîst, populîst ava bikin.
 
YÊN KU DIGUHERÎNIN HÛN IN
 
Me gelek caran desthilata siyasî hişyar kir. Me diyar kir ku helwesta ji mekanîka darbeyê sûdên siyasî bistînin ji bilî neqenciyê wê ji bo gelên Tirkiyeyê tiştekî din bi xwe re neîne. Tevî hemû hişyariyên me jî desthilat xwedî li klîkên netewperest, nijadperest ên girêdayî desthilatê û di saziyên wesayetê yên bi destxistine de bûne qadro derdikeve. Erdogan negot ‘Ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakim’? Bahçelî negot ‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn demildest bê girtin’. Dadgehên herêmî gelek caran negotin ‘Em biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakin’? Dadgeha Bilind negot ‘Ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakim’? Yên pergala destûra bingehîn diguherînin hûn in. We bi hezaran girtiyên siyasî bi guhertina pergala destûra bingehîn sûcdar kirin. Lê sûcdarên esas hûn in.
 
DADGEHA BILIND SERÎ RAKIRIYE
 
Pêvajoya ji holê rakirina destûra bingehîn li Tirkiyeyê di esasê xwe de bi dawîkirina pêvajoya siyaseta demokratîk û lêgerîna maf e. Dadgeha Bilind ji pergala destûra bingehîn re bi awayekî aşkere serî rakiriye. Ev helwesta Dadgeha Bilind îtîrafa ku dibêjin em baweriyê bi demokrasiyê naînin û pergala destûra bingehîn qebûl nakin e. Li dijî vê serî rakirin û hewldana darbeyê divê biryarên DMME’yê û AYM’ê demildest bên pêkanîn. 
 
DIVÊ DEMILDEST BIRYAR BÊ PÊKANÎN 
 
Ji kevneşopiya me ya ji HEP’ê heta HEDEP’ê yên bûn şahid û mexdûrên mekanîka darbeyê û darbeyên siyasî yên darazê bûn em. Em vê feraseta darbekar baş dizanin û nas dikin. Em dizanin ku ev hişmendî encax bi têkoşîna kesên alîgirên aştî, mafên mirovan û demokrasiyê û bi muxalefeta civakî re dikare bê têkbirin. Jehrbira darbeyê zêdetir demokrasî, edalet û azadî ye. Divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser Can Atalay demildest bê pêkanîn. Divê hemû hevrêyên me yên girtiyên siyasî demildest bên berdan. 
 
BANG LI MECLISÊ KIR: HELWESTÊ BIGIRE 
 
Werin em bi hev re darbeyên siyasî yên darazê, bêhiqûqî û rizîna saziyî bi dawî bikin. Werin em bi hev re pergala hiqûqê, destûra bingehîn, qanûnan ji nû ve binirxînin û li vî welatî edalet, demokrasî û aştiyê jinûve ava bikin. Em banga xwe ya demokratîkkirina komarê û xelasbûna ji feraseta darbekaran a heta hetayê dubare dikin. Em bang li Meclisê û Serokatiya Meclisê dikin ku li dijî vê helwesta darbeyê helwestê nîşan bidin.”
 
 
 

Sernavên din

10/11/2023
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê