Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e

  • rojane
  • 09:02 10 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Welatiyan ji bo tevlibûna "Meşa Azadiyê" ku dê di 18'ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin bang kirin û gotin ku armanca wan a sereke azadiya Abdullah Ocalan e. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 32 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî vê tecrîda girankirî, kampanyaya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Her wiha dê di çarçoveya kampanyayê di 18'ê mijdarê de bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrguşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ber bi Gemlîkê ve "Meşa Azadiyê" bê lidarxistin.
 
Di vê çarçoveyê de li bajarên Serhedê civînên gel ên berfireh tên kirin. Welatiyên ku tev li civînên gel bûn, destnîşan kirin ku divê tecrîd bê rakirin û gelê kurd êdî dixwaze rêberê xwe bibîne. 
 
Niharî Kiyma bilêv kir ku ew dixwazin êdî êrişên li ser gelê kurd bi dawî bibin û Abdullah Ocalan bibînin û got: "Em aştiyê dixwazin, em dixwazin girtî bên berdan û bên cem malbatên xwe. Em dixwazin serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re bên qebûlkirin. Her kes dixwaze rêberê xwe bibîne." 
 
BANGA JI BO 18'Ê MIJDARÊ
 
Cîhangîr Balkan diyar kir ku divê gel lê hûr bibe ku dê çawa tecrîdê rake û got: "Ger li seranserê cîhanê xwedîderketine çêbibe, dê ev tecrîd bişikê." Balkan, destnîşan kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û ji bo meşa 18'ê mijdarê ku dê li dijî tecrîdê bê lidarxistin û wiha bang kir: "Divê em bi hev re meşeke girseyî li dar bixin. Em dikarin bi beşdarbûneke xurt ji heq her tiştî derkevin." 
 
‘ARMANCA AZADIYA OCALAN E'
 
Bayram Nîhal jî diyar kir ku çendî kurd doza aştiyê dikin jî rastî êrişan tên û got: "Armanca me ya sereke azadiya Ocalan e." 
 
'NAHÊLIN EM OCALAN Û ZAROKÊN XWE BIBÎNIN'
 
Pakîzer Başakê jî ev tişt anî ziman: "Zindan bi zarokên kurdan tije kirine. Zarokên me digirin û dişînin cihê dûr. Em nikarin biçin wan bibînin. Ne dihêlin em Ocalan bibînin ne jî zarokên xwe. Em ji xeynî aştiyê doza tu tiştî nakin. Her der kirine qada zilmê. Du kurên min di girtîgehê de ne û ew şandine girtîgehên dûr. Ji xeynî berxwedanê tu rê nemaye." 
 
'BILA RÊBER BÊ BERDAN'
 
Husnu Kiyar jî destnîşan kir ku tekane doza gelê kurd axa wan û nasnameya wan e û wiha axivî: "Em dixwazin wekî her dewletê axa me û zimanê me azad bibe. Em dixwazin rêberê gelê kurd serbest bê berdan û atmosfereke demokratîk bê avakirin. Divê tevî gelê kurd her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabe. Em careke din bi baran silavan dişînin Îmraliyê." 
 
'HEYA DENG DERNEYÊ DÊ EV POLÎTÎKA BIDOMIN'
 
Alaattîn Ozpolat jî got: "Bi salan e, bi mehan e gelê kurd û gelên din tu xeberê ji Ocalan nagirin. Lê ev bêdengî çi ye? Ger kurd nebin yek, dê ev bêdengî û tecrîd bidome. Divê gelê kurd biçe meşê. Ji lew re gava tev negere û deng neke, dê polîtîkayên vê dewletê bidomin." 
 
Hanim Abî jî anî ziman ku bi salan e daxwazên wan aştî û azadî ne û got ku divê êdî tecrîda ku sîrayetî her derê kiriye ji holê rabe. Abî, ji bo beşdariya li meşa li dijî tecrîdê bang li her kesî kir. 
 
'GER EM NEBIN YEK DÊ HER TIŞT XIRABTIR BIBE'
 
Nedîm Ozer jî derdorên li hemberî tecrîdê bêdeng rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: "40 milyon kurd hene û rêberê wan birêz Ocalan e. Ger em xwedî li Ocalan dernekevin, kes dernakeve. 40 milyon kurd divê bi hev re xwedî li Ocalan derkevin. Dê zilm bi vî awayî birûxe. Xurtbûyîna meşa 18'ê mijdarê girêdayî cidiyet, yekîtî û xebatên me ye. Ger em nebin yek dê her tişt xirabtir bibe."

Sernavên din

10/11/2023
17:50 Ciwanê winda bûbû cenazeyê wî hat dîtin
16:13 Rojnameger Kizmaz hate berdan
16:09 Li Botanê civîna gel: Hewcedariya gelan bi azadiya birêz Ocalan heye
15:20 Doza Kobanê: Êdî wê dengê defê li ber guhê AKP’ê biteqe
15:19 Baroya Rihayê: Tirkiyeyê wesfa xwe ya dewleta qanûnan winda kir
15:11 Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
14:01 DÎSK dê ji bo edaletê ber bi Enqereyê ve bimeşe
13:23 Ji sedî 86,7’ê welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin
13:05 Rojnameger Mehmet Kizmaz hate binçavkirin
12:30 Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye
12:29 Parêzer ber bi Dadgeha Bilind ve meşiyan
11:41 Cemal Tanhan ê tedawiya wî berdewam dike êdî nikare biaxive
11:40 Malbata Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:13 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê didomin: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
11:12 Dadgehê têkildarî rojnamevan Arslan biryara xwe ya bi hincet aşkere kir
11:09 Erdogan: Yên ku pesnê AYM’ê didin xeletiyê dikin
10:24 17 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:23 Parêzer Yureklî: Biryara NY’ê ya têkildarî Abdullah Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir krîtîk e
10:21 Ji bo ku kolandin li Newala Qesaba bê destpêkirin bang li şahidên wê demê kir
09:53 Li Girtîgeha Ewlehiyê berdana 7 girtiyan hate astengkirin
09:32 Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
09:05 Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçulerê girtî nayên dermankirin
09:03 HEDEP'a Stenbolê dê kongreya xwe li dar bixe: Armanc xurtkirina hêviyê ye
09:02 Amadekariyên 18'ê mijdarê: Armanca gel azadiya Abdullah Ocalan e
09:01 Ji lûtkeya Çiyayê Gabarê zêmarên bi suryanî olan dan
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2023'YAN
07:51 9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
09/11/2023
22:50 Ayzît piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:52 Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e
21:10 Têkildarî êrişa li KNK'ê 2 kes hatin binçavkirin
20:42 Doza Kobanê: Şahid îfadeyên hev pûç dikin
19:22 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn
19:09 HEDEP'ê li Şax û Miksê çû serdana dikandaran
16:10 Ji Gulistan Dokûyê 1405 roj in agahî nayê girtin: Dosya dê jinûve bê lêkolîkirin
16:05 Di kuştina welatiyê suryan de binçavkirî neman: Banga 'Bila nebe cînayeta kiryarê nediyar'
16:04 Di doza Esra Y. de qeyda wekîltiyê ya parêzeran hate jêbirin
15:49 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hate taloqkirin
15:38 Rojnameger Celalettîn Yalçin hate girtin
15:36 Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine
15:25 Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin
15:18 Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin
15:17 Serokwekîlê Meclisê Onder: Hewldana darbeyê ye, ez ê biryarê nexwînim
15:06 Dadgehê biryar da ku rewşa ‘taloqkirina înfazê’ ya ji bo Ozkan bidome
14:57 Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin
14:40 Lijneya Şêwrê ya Meclisê biryara civiyanê da
14:04 Koma HEDEP’ê ji bo Meclis bicive serlêdan kir
13:57 Kubîlay: Biryara Dadgeha Bilind darbe ye
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê