Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê

img
ENQERE - Di hilbijartina 6’emîn Kongreya Awarte ya DBP’ê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê hatin hilbijartin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê 6’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Na ji tecrîdê re, aştî a niha”, “Di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ziwanê Kurdkî wa bibo ziwanê fermî” hatin daliqandin. Tevî Dayikên Aştiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û welatî jî tev li kongreyê bûn. 
 
BANGA ‘JI BO ABDULLAH OCALAN AZADÎ’ HATE KIRIN 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Gulderen Varli û Vezîr Coşkun ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Coşkun axivî û silavên xwe ji bo girtiyên siyasî şand. Coşkun, hêvî kir ku kongre bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêya hemû hevalan vekirî be.” 
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz, bal kişand ser êrişên li dijî gelê kurd û wiha got: “Gelê kurd, li dijî faşîzmê têdikoşe. Dewleta ku li dijî kurdan serî li her cureyên tundiyê dide, nekarî serî bi kurdan bide tewandin. Em ji bo pêşeroja xwe têdikoşin. Ev têkoşîn, têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Em li ku dibin bila bibin dê tevî gelê xwe têbikoşin. DBP, li gel kesên li zindanan li ber xwe didin û ji bo ziman û azadiya gelê kurd têdikoşin e. Li dijî tecrîda li ser gelê kurd û rêbertiya wê, em ê li her qadê li ber xwe bidin. Heta ku birêz Ocalan û gelê kurd azad dibin jî ev têkoşîn dê bidome. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
‘EM Ê JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ YA GELÊ KURD TÊBIKOŞIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku xwedî tecrûbeyeke têkoşînê ya zêdetirî 30 salan e û ev tişt anî ziman: “Di vê rêyê de me bi sedan hevalên xwe winda kirin. Em îro bi saya têkoşîna wan rêya xwe didomînin. Weke DBP’ê em ê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Weke DBP’ê em bibiryar in ku vê tecrîdê têk bibin û bikin ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dewletên kapîtalîst îro dixwazin gelê kurd tune bikni. Ji ber vê yekê em ê ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd têbikoşin. Em ê van berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.” 
 
BANGA JI BO ‘MEŞA AZADIYÊ’
 
Parlamenter Çîgdem Kiliçgun Uçar ku di konferans DBP’ê ya Amedê de ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê hatibû pêşniyarkirin jî axivî. Uçar, bal kişand ser têkoşîna zêdetirî 100 salan a gelê kurd. Uçar, wiha domand: “Divê ev berxwedan bi destê gelê kurd li Kurdistanê bigihije merheleyeke mezintir . Ya ku guherîna rejîma li Tirkiyeyê diyar dike, pirsgirêka kurd e. Pênasekirina tecrîdê ya weke bêhiqûqtiyê, bi tena serê xwe kêm dimîne. Ev, polîtîkaya dewletê ye. Dixwazin çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Îmraliyê hefs bikin. Banga min ji bo her kesên li Tirkiyeyê ji bo wekheviyên têdikoşin ew e ku di 18’ê mijdarê de tev li Meşa Gemlîkê bibin. Têkbirina tecrîda li ser birêz Ocalan, tê wateya çareserkirina pirssgirêka kurd a sedsalî.” 
 
Piştî axaftinan, raporên xebat û maliyeyê hatin xwendin. Piştre jî hilbijartin hate kirin. Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî hatin hilbijartin. Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi dirûşmên “Bijî Serok Apo", “Jin, jiyan, azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

14/11/2023
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir