Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axivî. Hatîmogûllari, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê em dengê xwe bilindtir bikin.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn û Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari têkildarî rojevên heyî peyamên girîng da. 
 
‘EM Ê HER TIM BIBÊJIN AŞTÎ’
 
Hatîmogûllari bi silavkirina berxwedana Dayikên Aştiyê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn. Hatîmogûllari, qala êrişên li dijî Xezeyê kir û wiha got: “Em, êrişên Îsraîlê şermezar dikin. Ji bo têkoşîna aştiyê li vê erdnîgariyê mezintir bibe, em ê mîna duh îro jî têkoşîna xwe bidomînin. Li rexekê bombe li Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava dibarin. Îro jî îktîdara AKP’ê banga agirbestê li Îsraîlê dike. Em jî ji îktîdarê re dibêjin ku bi qasî tu bombeyan li gelê kurd ê mazlum bibarînî tu nikarî li cem xelkê Filistînê cih bigirî. Ma tiştên îro li Xezeyê tên kirin li Efrînê jî nehatin kirin? Ma Efrîn vala nekirin, ma bombe lê nebarandin? Ev îktîdara ku dijminê gelan e tu caran nikare ji bo gelan çareseriyê biafirîne. 
 
BANGAWAZIYA JI BO ABDULLAH OCALAN
 
Pirsgirêka kurd tenê dikare bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Heke îro li naverasta Stenbolê pariyê nanê me biçûk bibe, sedema vê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Lewma heta ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane tê çareserkirin, dê têkoşîna me ya li Tirkiye û Kurdistanê bidome. Ji bo vê jî divê tecrîd tavilê ji holê bê rakirin. Em ê tenê bi rakirina tecrîdê bisînor nemînin, di heman demê de heta ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez li vê derê ji CPT, sazî û dezgehên mafên mirovan, ji gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn re dibêjim ‘werin em bi hev re tecrîdê têk bibin.’ Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê em dengê xwe bêhtir derxînin.
 
SERLÊDANA SÛC A DADGEHA BILIND: EM NAS NAKIN 
 
Êdî bêhn ji Dadgeha Bilind tê. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind dibêje; ‘Ez biryarên AYM’ê nas nakim.’ Her wiha giliyê endamên AYM’ê dike. Em jî biryara vê daîreyê nas nakink. Divê Can Atalay tavilê were berdan. 
 
EM Ê ŞAREDARIYÊN QEYÛM LÊ HATINE TAYÎNKIRIN DÎSA BISTÎNIN 
 
Gelo dê HEDEP di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de çi bike? Dê ji bo Stenbol û Enqereyê çi bike? Di cih û demên dawî de me bersiva van pirsan dabû. Partiya me hilbijartinên giştî bi berfirehî nirxand. Nirxandin û pêşniyarên gelê me bi hûr û kûr tên nirxandin. Me heta astekî biryarên xwe dane. Yek ji biryara me ew e ku hemû şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin dîsa bistînin. Rejîma qeyûm, rejîmeke dijdemokratîk e. Faşîzm e. Bi vê rejîmê re ji kurdan re dibêjin; ‘mafê te yê bijartin û hilbijartinê nîne.’ Lewma weke karê ewilî em ê wan şaredariyên xwe bistînin. Ji bo vê em seferberiyeke mezin a gel radigihînin. Ji îro ve em ê li her tax û kolanên Stenbolê bixebitin. 
 
DÊ NAMZET ÇAWA BÊN HILBIJARTIN? 
 
Têkildarî hilbijartina namzetan jî me biryarên girîng dan. Em ê sindoqan deynin pêşiya gelê xwe û namzetên xwe ew ê diyar bikin. Yek ji pirsa her kes mereq dike jî ev e; gelo dê li Tirkiyeyê weke mînak li Stenbolê çi bikin? Em kirdeyên esil ên Stenbolê ne. Stenbol ne tenê Stenbol e. Çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ye. Li vir çi were kirin dê bandora wê li herêmê bike. Em dizanin ku dê li vir jî bi ser kevin.
 
EM Ê BALA XWE BIDIN SER SERKEFTINÊ
 
Yên ku HEDEP’ê jinedîtî ve tên, yên hewl didin ji hêla siyasî ve nedîtî tên, yên ji bo gelê kurd dibêjin ‘her çawa be jî’ bila baş zanin ku dê HEDEP di van hilbijartinan de bala xwe bide ser serkeftinê. Li vî welatî em mezintirîn partiya sêyemîn in. Me tu caran destûr neda ku tu kes me jinedîtî ve bê, li me qeyûman tayîn bikin û vîna me zincîr bikin. Em ê di vê hilbijartinê de jî destû nedin. Ji bo ku encama dixwazin bi dest bixin, rêxistinên me yên bajar û navçeyan seferber bûne. Em dixwazin Stenbol xwe bi xwe birêve bibe. 
 
Em ê bi têkoşîna xwe ya xurt a rêxistinkirî bersivê bidin kesên Doza Kompasê ya Kobanê li me vekirin. Evqas êş vala vala nehatine kişandin. Em ji bo serkeftinê tên. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 

Sernavên din

14/11/2023
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir