86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin

  • rojane
  • 09:38 14 Mijdar 2023
  • |
img

DÊRSIM - Cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî ku hatin bidarvekirin, 86 sal in nayê zanîn. Neviya Seyîd Riza, Zelîha Polat got: “Gorek ku em ê çeraxên xwe li serê vêxin nîne.” 

 
Bi ser darvekirina rêberên berxwedana Dêrsimê, Seyîd Riza û hevalên xwe Uşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê İvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa, Resîk Uşen 86 sal derbas bûn. Dewlet ji bo hevdîtinê gazî Seyîd Riza dike û wî vedixwîne Erzînganê. Seyîd Riza di 5’ê îlona 1937’an ve dema diçe Erzînganê bi rê ve tê binçavkirin û girtin. Seyîd Riza û hevalên xwe di 15’ê Mijdara 1937’an de li Meydana Bugday a Xarpêtê di encama dadgehek derqanûnî de ku di bin fermana Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê ji Enqereyê hatibûye şandin ve, tên bidarvekirin. Cenazeyê Seyîd Riza û hevalên wî li cihekî ku kes nizane hatiye veşartin. 
 
Dema ku Seyîd Riza tê binçavkirin hê li Dêrsîmê serhildanê berdewam kiriye. Serî rakirina Seyîd Riza wek Serhildana Dêrsimê jî tê zanîn. 
 
TEMENÊ WÎ HATIYE MEZINKIRIN Û BIDARVEKIRIN 
 
Tê diyarkirin ku wê serdemê temenê zarokan mezin kirine û cezayê mirinê yê mezinan nehatiye înfazkirin û Seyîd Riza yê 74 salî temenê wî hatiye biçûkkirin. Lawê wî Resîk Huseyîn hê 16 salî bûye temenê wî hatiye mezinkirin û bidarvekirin. Her wiha Seyîd Riza tevî ku dibêje, “Min beriya lawê min daliqînin” jî lê Resîk Huseyîn li ber çavê bavê xwe Seyîd Riza tê bidarvekirin. Paşê jî Seyîd Riza tê bidarvekirin. 
 
Tevî ku 86 sal bi ser darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî re derbas bûye jî hê jî cihê gorên wan nayê zanîn û tevî hemû bang û serlêdanan jî ew cih nayê eşkerekirin. Neviya Seyîd Riza, Zelîha Polat anî ziman ku 86 sal in cihê gora kalikê wê û hevalên wî nayê eşkerekirin. 
 
'MIRIYÊN ME JÎ REHET BERNADIN’ 
 
Zelîha Polat destnîşan kir ku hem cihê gorên wan berê nayê gotin hem jî gorên li gundê Axdadê yê bi ser navçeya Pulura Dêrsimê ve tên rûxandin û got: “Cihên gorên me yên berê nabêjin û gorên me ye nû jî xera dikin. Sala par bi dozeran ketin nava gorên me û xera kirin. Divê dest nedin gorên me lê vaye xera dikin. Nahêlin ku miriyên me jî di gorên xwe de rehet rakevin.” 
 
'GOREK ME KU EM Ê LI SERÊ ÇERAXÊN VÊXIN NÎNE’ 
 
Polat anî ziman ku şûna gora kalikê wê Seyîd Riza nayê eşkerekirin û wiha axivî: “Her çiqas em ji bo cihê gorê serlêdan dikin jî lê serlêdanên me bêbersiv tên hiştin. Ez fêm nakim ku çima cihê gora kalikê min nabêjin. Gora her mirovekî, goristanên her miletekî hene. Gorên me nirxên me ne. Gelo çima cihên gorên her kesî diyar in, çima yên me ne diyar in? Heke gora kalikê min hebûya em ê jî biçûna ser gorê û li ser gora wî çeraxan vêxista. Ji me re dibêjin, ‘naxêr hûn nikarin biçin ser gorê û çeraxê vêxin’. Dîrokê di her mijarê me mafdar derxist. Em wek malbatê xwedî wî mafî ne ku cihê gora kalikê me hebe û were zanîn. Av û axa me serûbin dikin û dixwazin navê me ji wir were paqijkirin. Halbûkî em mirovên aştîxwaz in, em alîgirên edalet, maf û hiqûqê ne. Tiştek ku wê ji vê bê tirsandin nîne. Çima hûn cihê gora me nabêjin? Êdî bila cihê gorek me hebe.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

14/11/2023
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin
09:26 Hejmara 7'an a Kovara Destarê derket
09:08 Prz. Demîrel: Heya rewşa Îmraliyê neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabin
09:07 Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
09:06 Ji îmzevanê 'Banga Aştiyê' Estûkyan: Tecrîd astengiya herî mezin a li ber çareseriyê ye
09:05 Bersiva ji bo biryara AYM'ê ya ji bo 'Qanûna Sansurê': Em bêdeng nemînin
09:04 Rêveberê MED-DER’ê Aktaş: Cîhan zimanê kurdî nas dike, çawa hûn nas nakin?
09:03 Qeyûmê ku ji bo xizmetê 'pere nabîne', dê karê midûriyeta polîsan bike
09:02 Doza tazmînatê ya der barê Ejder Ecer de hat redkirin
09:01 ‘Ji bo şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2023'YAN
10/11/2023
19:54 Cenazeyê Ogûz piştî 27 mehan hat definkirin
19:47 Kişanak: Tu hêcet tune ye, dema girtinê temam bûye
19:19 Li Xezeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 11 hezaran derbas kir
18:45 Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir