Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan

  • jin
  • 15:20 17 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a KESK'a Amedê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê eşkere kirin û gotin: "Em dizanin ku rêya têkbirina desthilatdariya sîstematîk a li ser keda me bi awayê rêxistinkirî bidawîkirina pergala kapîtalîst a baviksalarî ye."
 
Meclisa Jinan a Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Şaxa Amedê ya Jimara 1'an bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe da. Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK'a Amedê beşdarî civîn bûn. Metna çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Egîtîm Sena Amedê ya Jimara 1'ê Salîha Zorlû ve hat xwendin.
 
'DIJBERIYA ZAYENDINA CIVAKÎ ZÊDE DIKIN'
 
Zorlû da zanîn ku li cîhanê û li welêt hikûmetên rastgir, kevneperest bi polîtîkayên şer û tundiyê erişên xwe yên li ser nasname û keda jinan didomînin û got: “Daneyên şîdeta mêr ji aliyê hikûmetan ve nayên eşkerekirin. Hewl tê dayîn bûyerên şîdetê bên veşartin. Di sala 2022’an de tundiya mêran 334 jin kuştine. Dema em tenê li daneyên sala 2022’an dinêrin jî em dibînin ku hejmara jinên bûne hedefa şîdetê zêde bûye. Raporên rêxistinên LGBTI+ nîşan didin ku gotinên nefretê roj bi roj zêde dibin. Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê li şûna ku pirsgirêkê çareser bike, yên nû li siyaseta xwe ya mêtînger û gotinên nefretê zêde dike. Polîtîkayên mêtingeriyê li hemû cîhanê zêde dibin. Siyaset û polîtîkayên hikûmetên ku ji aliyê partî û koalîsyonên rastgir ên neteweperest ve hatine avakirin, ku ji salên 2010'an û vir ve her diçe zêde dibin, dijberiya zayendiya civakî zêde dikin."
 
'EM Ê BERXWEDA XWE BIDOMÎNIN' 
 
Zorlû destnîşan kir ku ew li dijî şîdeta dewleta mêr, xizanî, dijminatiya ked û şer aştî, jiyan û mafên xwe diparêzin û got, îsal jî weke her 25'ê Mijdarê hevgirtina jinan sînor derbas kirine û berxwedan û têkoşîna Xwişkên Mîrabal ên ku bûne sedema têkoşînê silav dikin. Zorlû wiha got: "Polîtîkayên serdestiya mêr, xizmeta êrîşên kapîtalîzm, îdeolojiyên neteweperest û monîst dike, newekheviyê ji nû ve hildiberîne û şîdeta mêr-dewletê rewa dike. Ji bo vê em weke jinên kedkarên cemaweriyê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê ya li her qadê ji têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê cuda nabînin. Em bi hefteyan bûn şahidê êrîşên tund ên Îsraîlê yên li ser Xezeyê. Em bi xemgînî dibînin ku piraniya kesên di şer de hatine kuştin jin û zarok in. Li Xezeyê sûcê şer tê kirin. Weke her car dewletên durû li her derê cîhanê, ji Filistînê heta Rojava, bedena jinê weke amûra polîtîkayên şer bi kar tînin û guh nadin jiyana wan."
 
'EM Ê DEV JI PEYMANA STENBOLÊ BERNEDIN'
 
Zorlû bi bîr xist ku Peymana Stenbolê ya ku yek ji destkeftiyên herî girîng bi têkoşîna bi salan e bi dest xistine, di şevekê de bi dawî bûye û diyar kir ku AKP'ê bi awayekî vekirî ragihandiye ku ew ê berpirsyariya guhertina tundiya mêr negire ser xwe. Zorlû bal kişand ku qanûna jimare 6284 niha ji bo nîqaşê hatiye vekirin û wiha axivî: “Tundiya mêr bê ceza tê hiştin, jinên ku jiyana xwe diparêzin rastî cezayên giran tên. Em dibêjin ji bo maf û jiyana xwe em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku peyman careke din bikeve meriyetê û qanûna hejmar 6284 bi bandor were bicihanîn."
 
'XEBATA BÊEWLE BERFIREH DIBE' 
 
Zorlû bal kişand ser qeyrana aborî û xizaniya jinan û wiha got: “Sererastkirinên ku yekane îstihdama jinan divê bê ewlehî be zêde dibin. Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên butçeyê yên hikûmetaAKP û MHP'ê yên ji sermaye, şer û rantê tên xwedîkirin, krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Hikûmeta ku bi lez û bez polîtîkayên xwe yên ku wê keda jinan bê ewle bike, di butçeya sala 2024'an de ji bo hêza jinê ji her sed lîreyî tenê 53 kuruş veqetîne. Bêkarî û xizaniya jinan di rojeva hikûmetê de nîne. Li gel pêkanînên weke biryarname, ji kar dûrxistinên nehiqûqî û neqanûnî û lêpirsînên ewlekariyê, bi rêya mobîng, sirgûn û şîdetê jî kesên ku nikarin bi biryarnameyên ji kar dûr bixin, neçar dikin ku îstifa bikin."
 
'EM HEBÛN, EM HENE Û EM Ê HEBIN' 
 
Zorlû di berdewama daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku rêya têkbirina desthilatdariya sîstematîk a li ser bingeha desteserkirina keda me û kontrolkirina bedena me û ji holêrakirina pergala kapîtalîst a baviksalarî, berdewamkirina têkoşîna jinan a rêxistinkirî bi biryar e. Em naxwazin  ku em ji ewlekariya aborî û civakî bêpar bimînin, xizan bin, bi nasnameyên ku li ser me hatine ferzkirin bijîn û bi karên ne ewle werin îstîsmarkirin. Em dixwazin polîtîkayên ku dê ji van pirsgirêkan re çareseriyê derxîne holê bên pêşxisitn û hemû cureyên tundiya li ser jinê ji holê bên rakirin. Em diyar dikin ku bêyî çareseriya pirsgirêka wekhevî û azadiyê jin nikarin bibin xwedî mafên siyasî, sivîl, civakî û aborî. Em dibêjin em hene, hebûn û em ê hebin.”
 
BERNAMEYA 25'Ê MIJDARÊ 
 
Zorlû der barê naveroka bernameya 25'ê Mijdarê de ev tişt got: "Serdana xizmên windayan, serdana Dayikên Aştiyê, serdana malbata Şenyaşar, bicihkirin pankart, afîş û dowîzên li şaxên sendîkayên me. li kargehan bixwvekirina kokartan û dayîna daxuyaniyên çapemeniyê, piştevaniya bi jinên KHK'yî re, şandina kartan ji jinên KESK'ê yên girtî re, Li semsûrê hevdîtina bi jinan re, organîzekirina gera duçerxeyê, şano, panel,  Di 24'ê Mijdarê de ji meclisê re faxskirina metna ÎLO û Peymana Stenbolê dê bên kirin. Meşa şevê û ji bo tevlibûna çalakiya DAKAP'ê ya 25'ê Mijdarê xebatên banga tevlibûnê dê bên kirin."
 
Zorlû di dawiya daxuyaniyê de hemû jin vexwendin çalakiyên 25'ê Mijdarê ku dê bên lidarxistin.

Sernavên din

20/11/2023
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe