Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî

  • jin
  • 09:45 18 Mijdar 2023
  • |
img
WAN - Têkoşîna jinan a li Îranê ev 44 sal in bênavber berdewam dike. Berdevka ICAVI Rouhi Shafii got: “Kuştina Jîna Emînî şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ afirand. Ev şoreş bi Îranê re sînordar nema, belavî gelek welatan bû.”
 
Li Îranê 1’ê Sibata 1979’an de bi xistina Şahê Îranê Muhammed Riza Pehlevî Komara Îslamê hate avakirin û ev yek weke “şoreş” hate nirxandin. Têkoşîna jinan a li dijî rejîma hatiye avakirin ev 44 sal in bênavber berdewam dike. Têkoşîna jinên Rojhilatî û Îranî, her ku çû destkeftiyên xwe bêhtir bi pêş xistin. Jin îro bi felsefaya “Jin, jiyan, azadî” ku her kes li dor civîyaye, ji sînoran derbas bûye. 
 
Şoreşa ku jin piştgirî dabûnê, bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a Îslamê, mafên jinan bi dest xistibûn hatin desteserkirin, têkoşîna jinê bi vê pêvajoyê bêhtir çalak bû û yekem carê jin weke bertek di Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 8’ê Adarê de, daketin kolanan. Rakirina qanûna ku temenê zewacê bilind dikir, zewaca bi gelek jinan re ji holê radikir û mafê dest jê berdanê dida jinan, bi qebûlkirina Qanuna Parastina Malbatê ya 1967’an ve hate betalkirin. Bi qanûna nû re jin rastî sepanên weke, cil û bergên li gorî şerîetê li xwe kirin, qedexekirina gelek pîşeyan, astengkirina teqawîtbûna pêşwext, qedexekirina kontrolkirina ducanîbûnê, kurtajê, astengkirina gerê, mafê mîrate û perwerdeyê hatin. Jinan têkoşîna xwe bi kuştina Jîna Emînî bilîndî asteke jortir kirin. Têkoşîna jinan a 44 salî, piştî qetilkirina Emînî, bi felsefeya “Jin, jiyan azadî” re gur bû, ji nasnameyan derbas bû û belavî tevahiya cîhanê bû.
 
Berdevka Koalîsyona li Dijî Tundiyê ya li Ingilistanê ava bûye Rouhi Shafii ku piştî gûherîna rejîma sala 1979’an rastî zextan hatiye, piştî girtin û darvekirina gelek hevalên xwe neçarî koçkirinê maye, têkildarî 25’ê Mijdarê, derbarê têkoşîna li Îranê, bi ajansa me re axivî. 
 
PÊŞÎ ÇAV BERDAN MAFÊN JINAN 
 
Shafii anî ziman ku dema Humeynî hat rêveberiyê ewilî wekheviya zayenda civakî, rakir refê û wiha pê de çû: “Dewleta Îslamê ji roja ewil da zanîn ku jin hebûneke ku nikare bi zilaman re wekhev be. Jinan wek cinsekî cuda dît. Hêdî hêdî şerpe hat ferzkirin, hin qadên xebatan û perwerde hate qedexekirin. Jinên dixebitîn û xwendevanên zanîngehan ên jin, bûn qurbaniyên ewil ên hikûmetê.”
 
REMZA BERXWEDANÊ 8’Ê ADARÊ
 
Shafii anî ziman ku jin ji roja destpêkê ve qanûnên şerîetê qebûl nekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên xwende ên Îranê bi Humeynî û hikûmeta nû ava bûbû re, li hev nedikirin û ev yek di 8’ê adara 1979’an de bû remzekî derveyî. Di sala 1979’an de hezaran jin di kolanên Tehranê de meşiyan û daxuyaniyên Humeynî şermezar kirin. Ji wê rojê ber bi îro ve jin bi tu awayî li dijî hikûmeta îslamî têk neçûn. Jin bi çend nifşan ve di têkoşîna xwe ya cil û bergan, perwerde û azadiya xebata xwe de israr kirin. Rûyê cihêkariyê, di nava salan de hinekî biguhere jî, di hin mijaran de wekî xwe ma. Xalên bingehîn ên cihêkariyê di qadên perwerde, hilbijartina kar, zewac, cihêkariya dest ji hev berdanê, welayeta zarok, mafê gerînê, cihêkariya darizandina jin û zilaman de, her hebû. 
 
Jin bi kampanyayên îmze û cudatir ve, daxwazên xwe heya astekê di civakê de dan rûniştandin. Di vê pêvajoyê de zextên hişk û girtinên kêyfî, îşkenceyên fizîkî û ferasetî, bandoreke neyînî li ser rêxistinên jinan kirin. Herwiha nifşên nû bi çalakiyên bêîteatiya sivîl, derketin pêşberî rayedarên desthilatê û hin daxwazên xwe dan kirin. Berdêla hin serhildan û çalakiyan jî giran bû.”
 
MIRINA JÎNA EMÎNÎ
 
Shafii çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li navenda binçavkirinê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Jîna Emînî veguherandina çirûska di bin xweliya zext û tirsê de bûye agir e. Çalakî wekî pandemiyekê bingeha desthilatê hejand. Kuştina Jîna Emînî ya ji hêla hêzên geştî îrşadê rojekê li Tehranê ji ber porê xwe negirtibû, lêdana wê û jiyana xwe ji dest dana wê cinayet bû. Piştî mirina ev keça kurdistanî, desthilat tiştên ewqas derveyî aqil kirin kû, bûyer bû agireke ji xweliya xwe pêkiyayî.”  
 
JIN, JIYAN, AZADΠ
 
Shafii balê kişand ser giringiya çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” ên welat û wiha pê de çû: “Ev tevger çalakiyên jinên îranî, xwe gihand quncikê herî biçûk ê cîhanê. Lê belê di pêvajoya van çalakiyan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Dehan ciwanên zarok ên wekî Nîka û Sarîna bi awayê herî hov hatin qetilkirin û laşên wan ên perçekirî, hatin dîtin. Desthilatê sedan jin kuştjin, avêtin hefsê lê belê heya îro nekarî bi jinan gavekê paş ve bide avêtin. Berteka desthilatê ya şoreşa “Jin, jiyan, azadî” kuştin, avêtina hefsê, qewirandin, birîna cezayê pereyan bû, lê belê jin bi wêrekiyeke bêhempa li dijî vê yekê derketin. Jin hilgirtina ala desthilata ku hebûna wê girêdayî porê jinan e, bi awayekî zelal qebûl nekirin. 
 
DAXWAZA ZELAL A JINAN: WEKHEVÎ
 
Di dawiya axaftina xwe de Shafii da zanîn ku jin tevî hemû êrişên rejîmê, jin xwe wekî “mexdûr” nedîtin û ev tişt gotin: “Daxwazên jinan zelal in. Jin di her qadekê de dixwazin bi zilaman re wekî hev bin. Tundiya li ser jinên Îranê tê birêvebirin dibe çîrokeke bi hezaran rûpel. Lê belê hewce ye em bêjin ku jin bi tu awayî naxwazin xwe weke mexdûr nîşan bidin. Li gorî rêjaya xwendin û nivîsandina sala 2020’an a jinan ji sedî 85,5 e. Ev rêje ji bo zilaman bû ji sedî 80, ankû ji jinan kêmtir. A niha jî tevî hemû astengiyên desthilatê, rêjeya tevlîbûna jinan a perwerdeyê ji sedî 65 e. Tevî xwe gihandina amûrên ragihandinê, zilamên ku îro derbarê mafên jinan de hestiyartirin. Em hêvîdarin ku dê êdî jin weke zayendek û amûrekî zêdebûnê neyên dîtin û têkçûna vê desthilatê nêzîk e.”
 
MA / Berîvan Kûtlû
 

Sernavên din

20/11/2023
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe