Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were

  • rojane
  • 10:50 18 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku asta tundiya li ser jinan gihîştiye asta hovîtiyê û got: “Ev mirin ji mirinên şer xerabtir in. Çareserî bi hiqûqa wekhevî û azadiyê ya jinan dikare pêk were.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî tundî û kuştinên jinan ên li çar aliyê cîhanê gelek caran hişyarî da û nirxandin, tespît  û çareseriyên alternatîf ku ji bo jinan peşkir tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê dibe rênîşander. Gotin ango felsefeya, “Jin jiyan azadî” ya Abdullah Ocalan îro li tevahiya cîhanê deng vedaye û ketiye rojeva jinan. Me bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan nirxandin û pêşniyazên Abdullah Ocalan ên ji bo li dijî polîtîkayên qirkirina jinan berhev kir. 
 
PÊŞXISTINA JINAN 
 
Abdullah Ocalan ê ku di hemû tespît û dahurandinên xwe de nirxandibû ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan û ev teza wî îro li seranserî cîhanê belav bûye. Tespîta Ocalan a sedsala 21’emîn wiha ye: “Sedsala 19’emîn çawa ku bûye sedsala partiyên burjuva, sedsala 20’emîn çawa ku bûye sedsala xwe dispêre kedê, dê sedsala 21’emîn jî bibe sedsala jinan a partîbûnê. Divê jin xwe di warê azadî, aştî û demokrasiyê de li pêş bixin. Jin hêza herî xurt a pêşvebirina çand û hunerê ye.”
 
Ocalan di hevdîtinek sala 2001’an de ku li Girtîgeha Îmraliyê bi parêzerên xwe re pêk anîbû pêşniyaza “Peymana Civakî ya Jinan” kiribû û destnîşan kiribû ku ev tenê ne ji bo jinên kurd û tirk, ev ji bo hemû jinên cîhanê girîng e û divê tevgera jinan xwe bi tevgera hawirdorê re bike yek. 
 
XWEPARASTIN 
 
Abdullah Ocalan di piraniya hevdîtinên xwe yên salên 2009’an û 2010’an de ku tundî û qetilkirina jinan zêde bûbûn bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê û gotibû: “Ez rasterast bi feraseta namûsê nêz nabim. Ez behsa vê yekê dikim ku jin di warê mêjî, ruh û bedenê xwe biparêz e. Her kes dikare parastina xwe ya rewa bike. Min têgeha xweparastinê ji bo vê yekê li pêş xist. Min qala vê yekê kiribû her komek, jin û bi taybetî jin divê xwe biparêzin. Min gotibû ku divê jin xwe biparêzin. Divê her kes bizanibe ku xwe bi hişmendî û îradeya xwe biparêze. Balkêş e, divê yên xwe biparêzin jî lê ez neçar dimînin wan diparêzim. Her kom, her kes li cihê lê dimîne dikare xwe biparêze. Jin bi hişmendiya xwe ya xweser û bi îradeya xwe ya xurt dikarin xwe biparêzin. Namûs teqez ne zayendîtî nîne. Namûs hişmendiya heqî û îradeya xurt e. Xwedî li xwe, ruh û bedena xwe derkevin.” 
 
‘JIYANA BÊJIN NABE’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 18’ê adara 2013’an de destnîşan kiribû ku divê jin azad bibin û wiha gotibû: “Li Rojhilata Navîn jin neçarin xwe bi hêz bikin. Divê hûn xwe azad bikin. Jin dema li hundirê malê dimîne, dibe köle. Di hin zilaman de serjinikîbûn heye. Divê azadîxwaziya jinan hebe. Ez teşedayîna jinan wek bêehlaqî dibînim. Divê ‘xwedayê’ jinan hebe. ‘Xweda’ xwe bi xwe, xwe diwelidîne. Jina azad wek rojê hiltê. Peyvên jin û jiyan gelek watedar in. Jin bi qudret in, divê bibin xwedî azadî û biryarê. Jin Jin bûnawerek bi nirx e. Ji bo vê yekê peyvên jin-jiyan girîng in. Jinên xwedî biryarên xwe biafirînin. Divê malên jiyana azad ên jinan hebin, avahiyên wan hebin. Divê mkeanên ku li ser jiyanê biryar bên dayîn hebin. Lêgerîna jina azad bikin bingeha xebatên xwe. Ez dîsa dûbare dikim, bêjin jiyan nabe. Xwe bi hêvî bikin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingeha jinan girîng e.” 
 
‘BAWERIYA XWE BI ZILAMAN NEYNIN’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’yê nîsana 2013’an de ya bi Şandeya Îmraliyê re kiribû wiha axivibû: “Bêjin jiyan nabe, lê bi jina heyî re jî jiyan nabe. Dibêjin, ‘tu ya min î ya jî ya axê’. Dibêjin ‘bila dar li ser serê te be, zarok ji zikê xwe kêm neke’. Vaye çandek wiha gelek xeternak heye. Xebatên jinan gelek girîng in. Min berê gotibû navendên jin û jiyanê vekin. Em dikarin bêjin kolektîfa jinan. Divê aborî û parvekirina civakî ya jinan hebe. Baweriya xwe bi zilaman neyînin. Tişta ku zilam ji jinan fêm dikin, ‘hilde yekî û bireve’ ye. Jinbûn tiştek bêhempa ye. Ez nabêjim bila malbat tune bin. Di pirtûka min a ‘Kuştina Mêrantiyê’ de baş tê fêmkirin. Ji gotina min a hevberdan bêdawî şaş fêm nekin. Bi jinan re dikare bi awayek bêhempa jiyan bê jiyîn. Ev ne xelet in. Dogmatîka mêrantiyê hilweşînin. Mesele ne welidandina zarok e, xwedîkirin-mezinkirina zarok e. Dema sê çar jin hatin ba hev çareseriyan hilberînin. Zilam xwe dikin xwedê. Hûn jî ji jinbûna xwe bawer bin.”
 
‘JI ŞER WÊDETIR E’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê sibata 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê re têkildarî qetilkirin ango komkujiyên jinan wiha gotibû: “Her roj bi dehan jin tên kuştin. Ev mirin ji mirinên di şer de zêdetir û girantir in. Ev meseleya ewlehiya dewletê ye. Bi jinan re bi awayek bêhempa dikare bê jiyîn, lê jin îro di rewşek reben de ye. Meseleya zarokên biçûk ku dikin bûk. Tiştek pir bi êş e. Dema bigirî dibe hevjîn, dema tecawiz bikî dibe leş. Paşê wê çawa li rûyê wê bê bihêrîn? Şoreşek ku jinan azad neke, ew ne şoreş e.” 
 
‘ÇARESERÎ AZADÎ Û WEKHEVÎ YE’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe ya 29’ê mijdara 2014’an de jî diyar kiribû li dewletek-welatek ku ewqas jin bên kuştin, ew nabe endamê wê dewletê û got: “Çareserî wekheviya jinan e, hiqûqa azadiya jinan e û bi vî awayî azadî pêkan e. Hiqûqa jinan, hiqûqa azadiyê ji bo min esastir e.” 
 
SEDSALA JINAN
 
Ocalan di hevdîtinên xwe yên cuda yên li gel parêzeran jî wiha gotibû: “Divê jin ji bo azad bibin Bîrdoziya Rizgariya Jinê kûr bikin. Divê bi awayê hêza bîrdozî hebin. Ez ê her bi hevrêyên xwe yên jin re bim. Cîhanek azad ku bê qezenckirin heye, jiyanek azad ku bê qezenckirin heye. Bîrdoziya sedsala 21’emîn sedsala azadiya jinan e. Rêya rizgariyê azadî ye.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/02/2024
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir