DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn

  • rojane
  • 11:39 21 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - DFG’ê diyar kir ku bi ser qetilkirina belavkarê rojnameyê Halîl Adanir re 31 sal derbas bûne û wiha got: “Ew, ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn. Ji bo Çapemeniya Azad bigihije van rojan wan gelek ked dan.” 
 
Belavkarê rojnameyê Halîl Adanir di 21’ê mijdara sala 1992’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê Adanir bi bîr anî. 
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Dema mirov qala rojnamegeriya bi rûmet bike, bêguman ên ewil bên bibîranîn, şehîdên çapemeniyê ne ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine.  Dema em qala şehîdên çapemeniyê dikin, dibe ku hin kes car caran pir tên paşguhkirin, ew jî belavkarên rojnameyan e. Lê di rastiyê de yên ku bi gihandina rojnameyan rastiyan digihînin civakê, her wiha barê herî giran dane ser pişta xwe, ew bi xwe ne. 
 
ERKEKÎ MEZIN DAN SER MILÊN XWE
 
Dema em li salên 90’î dinêrin, yên bi rastî jî ketine nava têkoşîneke bêsînor û di têkoşîna bi rûmet de li refên herî pêş cihê xwe girtine belavkarên rojnameyanin ku wek ferdên berxwedêr a artêşa çapemeniya azad in. Dema rojnameger yek bi yek li naverasta kolanan dihatin qetilkirin, buroyên rojnameyan dihatin bombekirin, rojnameger bi rê û rêbazên cuda dihatin astengkirin, dema ku JÎTEM’ê,  kontr-gerîla û Hîzbî-qontra li kolanan serbest digeriyan, wisa ji dil, wisa bi can û bi fedekarî erk dan ser mile xwe û ketin bin berpirsiyariyê. Îro dema em wan bibîr tînin, em dibînin ku peyv têra vegotinê nake. 
 
MEHA MIJDARÊ MEHA BELAVKARÊN HATINE QETILKIRIN E
 
Meha mijdarê di heman demê de meha belavkarên hatine qetilkirin e. Di vê mehê de 5 hevalên me yên belavkar hatin qetilkirin. Yek ji van belavkaran jî Halîl Adanir e ku di 21’ê mijdara 1992’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Adanir, di heman demê de yekemîn belavkarê rojnameyê yê hatiye qetilkirin e. Îro hem ji ber salvegera qetilkirina Halîl Adanir hem jî ji ber gelek belavkarên rojnameyê yên di vê mehê de hatine qetilkirin, me xwest hemû belavkarên ku ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetilkirin bibîr bînin. 
 
BAVÊ 5 ZAROKAN BÛ
 
Halîl Adanir dema dest bi belavkariya rojnameya Ozgur Gundemê kir, 32 salî û bavê 5 zarokan bû. Li Êlihê ajokariya texsiyê dikir. Ji aliyê gelê Êlihê ve dihat hezkirin û rêz jêre dihat girtin. Rojnameya Ozgur Gundemê hêj nû di meha gulanê de dest bi weşanê kiribû. Hêj di çend mehên destpêkê de gelek caran rastî astengiyan hatibû. Ji bo ku rojnameya Ozgur Gundemê nefiroşin, gef li gelek bayiyên rojnameyan xwaribûn û bufe dişewitandin. 
 
ELEQEYEKE MEZINA GEL JI BO WÊREKTIYA ADANIR ÇÊBÛ
 
Êdî peydakirina rojnameyê hatibû astekî pir zor. Di pêvajoyeke wisa de Halîl erkekî zor da ser mile xwe û rojnameyên ku bayiyan nikaribûn bifirotana, bi texsiyê li kolan û taxan difirot. Vê nêzîkatiya Halîl ku li gel zext û tundiyê dest bi firotinê kir, rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Hêz û wêrekî da gelek kesan. Lê qatilên ku çavên wan sor bûbûn, bêtir hêrs bûn. 
 
BI HOVANE HATE QETILKIRIN
 
Hêj mehek nebû dest bi belavkariya rojnameyê kiribû. Di 21’ê mijdara 1992’yan saet di 14.00’ê de 3 kes wekî rêwî li texsiyê siwar bûn. Van kesan li nêzî Girtîgeha Berê Halîl Adanir bêhiş xistin û tevî erebeyê bi benzînê şewitandin. Halîl bi hovîtî qetil kirin. Xwestin bi vê hovîtiyê çavê hemû xebatkarên rojnameyê û xwîneran bitirsînin.
 
ROJNAMEGERÊN DI MIJDARÊ DE HATINE QETILKIRIN
 
Piştî kuştina Xelîl Adanir, êrişên li dijî belavkaran zêde bûn. Piştî kuştina Xelîl di 9’ê mijdara sala 1993’yan de Adil Başkan, di 19 ‘ê mijdara 1993’yan de Kadîr Îpeksurer, di 27’ê mijdara 1993’yan de Adnan Işik û di 27’ê mijdara 1998’an de jî Nîhat Yakut bûn hedef û hatin qetilkirin. Piştî meha mijdarê bi rêzê Kemal Ekîncî, Lokman Gunduz, Orhan Karaagar, Tegmen Demîr, Haşîm Yaşa, Yûsûf Karauzum, Zulkuf Akkaya, Yalçin Yaşa, Mehmet Sencer, Mûsa Duru, Zuhal Tepe, Hidir Çelîk, Hasan Aydin, Metîn Alataş û herî dawî jî Kadrî Bagdu hatin qetilkirin. Di rastiyê de faîlê gelekan diyar e. Ji aliye kesên ku dewlet wan diparêzin ve hatin qetilkirin. 
 
EM WAN BI HESRET BI BÎR TÎNIN
 
Ji serê salên 1990’î ve kevneşopiya çapemeniya azad pêş ket. Ji yekem belavkarê hatiye qetilkirin Halîl Adanir bigire heta Kadrî Bagdu, her 18 hevalên me yên belavkar ên hatine qetilkirin bêguman xwedî çîrokeke lehengiyê ne. Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn. Wan ji bo ku kevneşopiya çapemeniya azad xwe bigihîne van rojan ked û bedeleke giran dan. Tenê ked nedan, di vê oxirê de canê xwe dan. Em careke din hemûyan bi hurmet û bi hesret bi bîr tînin. Em dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re careke din dubare dikin.”
 

Sernavên din

23/11/2023
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan