Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî

  • jin
  • 09:27 23 Mijdar 2023
  • |
img
 
ŞIRNEX - Dengbêj Hediye Kalkan destnîşan kir ku dengê jinê yê ku dixwestin qut bikin bi yekem serhildana jinê ya dengbêjiyê belavî her çar aliyê cîhanê bûye û got: “Dengbêjî serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr e. Ji yek bingehên têkoşînê ye.”
 
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe û jin jî li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe berdewam dikin. Jinên li malê, li taxê û li her qadeke jiyanê rastî tundiyê tên, ji kûrahiya dîrokê ber bi îro ve bi şêwazên cuda, li ber xwe dan. Ji van şêwazan yek jî dengbêjî ye. Jin, bi dengbêjiya ku di wêjeya kurdan a devkî de xwedî konaxeke girîng e, denge xwe bi sedan salan gihandin her aliyê cîhanê. Sûsika Simo yek ji mînaka dengbêja jin a di dîrokê de tê nasîn e. 
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê dengbêj Hediye Kalkan, bi mînakên jiyana xwe, der barê girîngiya dengbêjiya jinan û di qada berxwedanê de û girîngiya dengbêjiyê ji ajansa me re axivî. 
 
HER KLAMEK JIYANEK E
 
Kalkan, li navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayîk bû û behsa erdnîgariya ku ji bo jiyana jinan zehmettir kir. Kalkan da zanîn ku çand û huner jê re wekî derman e û wiha axivî: “Ez bi hunerê, bêhnê distînim. Hem tiştên di dilê dayika xwe û di dilê xwe de bi saya dengbêjiyê tînim ziman.” Kalkan, anî ziman ku jin ji dîrokê ber bi îro ve, zehmetî û têkoşînên xwe bi klaman vegotine û wiha pê de çû: “Berî sedsalan deng û keda jinê hebû lê belê mêran ev ji jinan stendin û dest danîn ser keda wan. Jin jî zext û zilma ji mêr, eşîr û dewletê dîtiye, bi wêjeya devkî ya dengbêjiyê aniye ziman. Wekî mînaka strana Mihemedo. Ev kilam tiştên ku wê rojê hatine jiyîn vedibêje. Di stranê de zilma leşker û eşîran a li ser Mihemedo hatiye kirin, vedibêje. Dema em li dîrokê dinêrin gelek bûyerên bi vî rengî hatine jiyîn, bi dengbêjiya jinan, xwe gihandine îro."
 
YEKEM SERHILDANA JINAN 
 
Kalkan, bi bîr xist ku îro jin di gelek qadan de xwe rêxistin dikin û da zanîn ku jin berê jî bi denbêjiyê têkoşîn û rêxistinbûna xwe kirine. Kalkan, mînaka Fatma Îsa û Meyrem Xanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Tişta ku ew arasteyî dengbêjiyê kiriye, zehmetiyên hatine serê wan in. Tiştên hatine serê wan bi dengbêjiyê strandin û gihandine me. Qêrînên bêdeng, veguherandin aşûtê.” 
 
Kalkan, diyar kir ku civaka feodal û bawermend, bedena jinê hefsî nava çar dîwaran kir û wiha pê de çû: “Li gel vê yekê xwestin dengê wê jî qût bikin. Lê belê jinên dengbêj ên wê demê, vê yekê serobino kirin. Dengê jinê yên ku dixwestin qut bikin, gihandin her çar aliyê cîhanê. Dengbêjî yek ji yekem serhildanên jinan e. Li dijî pergal û civaka wê demê, serhildanek bû. Ji bingeha têkoşînên jinan e. Têkoşîna jinan a bi dengbêjiyê dest pê kiriye, heya artêşbûnê pêş ket. Jinên li dijî pergal, dewlet û desthilata mêr têkoşîyan, bûn artêş. Xwe, nasname û destkeftiyên xwe diparêzin. Em dikarin bêjin têkoşîna îro, bi dengbêjiyê dest pê kir.”
 
‘JIN JI HUNERÊ TÊN DÛRXISTIN’
 
Kalkan, destnîşan kir ku pergala desthilat a zilam dixwaze jinan derveyî qada hunerê bihêle û sedemên wê wiha vegot: "Tundiya li dijî jinê, di qada hunerê de jî berdewam dike. Ji ber ji hêza jinê ditirsin. Em bi van zehmetiyan re di nava mala xwe de jî rû bi rû dimînin. Jineke xwedî hêz û xwebûna xwe ava dike, zilaman aciz dike. Dema ku ez bi hunera xwe ve eleqedar dibûm, demeke dirêj bi zehmetiyên vê yekê re rû bi rû mam. Em hêj jî li ser dikê rastî zextan tên. Dema em derdikevin li ser dikê, zilam dengê xwe bilindtir derdixe û dengê jinê nade bihîstin. Dema ku bernameya xweser a jinan tê çêkirin jî zilamek bi awayekê dengê  xwe derdixe bernameyê. A rastî ev hemû cureyên tundiya derûnî ne.”
 
HEM JIN HEM KURD HEM JÎ DENGBÊJÎ
 
Kalkan, bilêv kir ku tevî hemû cureyên zext û tundiyan, jin di qada hunerê de xwedî girîgiyeke cuda ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî jî hunera bi kurdî tê kirin xwedî girîngiyeke cuda ye. Ji ber ku berî her tiştê zimanê me tê qedexekirin. Gelek berhemên bi kurdî tên gotin, tên qedexekirin. Bername tên qedexekirin. Yên ku stranan bibêjin, tên binçavkirin. Herwiha di van xebatan de wek jinekê cih girtin, têkoşîneke cudatir e. Ji ber roleke pergal û civakê roleke wekî ‘karê malê bike, bi zarok re eleqeder bibe' daye jinê. Em bi hebûna xwe ya di qada hunerê de re vê rola ku ji bo me hatiye diyarkirin, perçe dikin.” 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

25/11/2023
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan
11:40 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin
11:09 Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e
10:28 Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye