Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin

  • rojane
  • 11:33 24 Mijdar 2023
  • |

ENQERE -  Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan ji bo îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ya têkildarî kurtenavê HEDEP’ê diyar kir ku her çiqas amadekariyên xwe bikin ku îtîraz bikin jî ji bo beriya hilbijartinên herêmî rîskê newergirin, ew ê kurtenavê HEDEP’ê biguherînin. 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan têkildarî îtîraza wan a li dijî biryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a derheqê kurtenavê partiya wan de ku dişibe kurtenavê HADEP’ê û rojevên heyî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
DI BUDÇEYÊ DE GEL NÎNE 
 
Berdevka partiyê Dogan a qala hevdîtinên budçeya navendî yên sala 2024’an ku li Komîsyona Plan û Budçeyê berdewam dike kir, anî ziman ku budçeya tê amadekirin “budçeya şer û sermayeyê ye” keda bi milyonan welatiyên ku bi keda xwe debara xwe dikin di vê budçeyê de nîne. Dogan, bi lêv kir ku di budçeya tê amadekirin de gel nîne û wiha axivî: “Daxwaz û îtîrazên civakî di vê budçeyê de nînin. Çi heye? Rant heye, ji bo şîrketên alîgir teşwîq heye, zem, faîz û ji bo hin tarîqet û cemaetan pere hene. Ji ber vê yekê em navê vê budçeyê dikin budçeya sermaye, xizanî, şer û alîgiran.”
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURD, KURDÎ Û KURDISTANÊ 
 
Dogan, li ser êrişên li dijî gelê kurd, zimanê kurdî û Kurdistanê jî sekinî. Dogan, bal kişand ser nîşaneyên ku wê di dema nû de êrîşên bi vî rengî rû bidin û wiha got: “Cenazeyên bi kargoyan radestî me tên kirin, heke em bi tenê li rejîma qeyûm jî binerin, pêkane ku şêweyê zelal ê vê dijminatiya kategorîk bibînin.”
 
‘BIRYARÊN DMME’YÊ Û AYM’Ê PÊK BÎNIN’ 
 
Dogan, bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Hundir Hakan Fîdan ên di dema hevdîtinên budçeyê de têkildarî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) anîn ziman û bang li rayedarên desthilatê kir ku biryarên DMME’yê û AYM’ê pêk bînin.  
 
‘HEWLDANEKE NÛ YA KOMPLOYÊ’ 
 
Berdevka Partiyê Dogan di berdewama axaftina xwe de têkildarî îtîraza wan a li dijî biryara Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a derheqê kurtenavê partiya wan HEDEP’ê de axivî. 
Dogan, diyar kir ku komployên dadgeriyê yên li dijî kevneşopiya ku li ser bingeha wan hatiye avakirin dewam dikin û got: “Komployên li dijî partiya me bê navber dewam dikin. Ez ê biryareke nû ya komployê parve bikim. Biryareke nû ya ku Dadgeha Bilind daye. Me di 15’ê cotmehê de li dijî her cure astengkirin, zext û zorê kongreyeke girîng li dar xist. Me di kongreyê de navê partiya xwe bi kurtenavê HEDEP’ê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan guhert. Me çima pêdivî bi vê yekê dît. Ji ber ku doza girtina li dijî HDP’ê dewam dike û rîsk hebû ku nikaribin bikevin hilbijartinê, weke Partiya Çepên Kesk em ketin hilbijartinên dawî. Gelo em niha bi çi re rû bi rû ne. Çend meh beriya hilbijartinên herêmî, di dema ku kongreyên me yên navçe û navçeyan dewam dikirin de, çend roj beriya serlêdanên bernamzetiyê yên me, ji aliyê Buroya Siyasî ya Dadgeha Bilind ve ji bo kurtenavê partiya me HEDEP'ê îtiraz hat. Em matmayî man? Naxêr, neman. Hewldaneke nû ya ku têxin bin pençikê darazê ye.
 
TÊKILDARÎ DOZA GIRTINÊ YA HADEP’Ê TIRKIYE HATIBÛ MEHKUMKIRIN
 
Em bînin bîra xwe HADEP hatibû girtin. Ji ber vê yekê ne pêkane ku navê her du partiyan were tevlihev kirin. Qanûnê dibin û tînin dibêjin dişibe HADEP’ê û dixwazin em navê xwe biguherînin. Dozgerî dibêje ‘heke ev biryar neyê bicihanîn û daxwaza me li ber çavan negirin û dema me diyarkirî de guhertinên pêwîst nekin em ê doza hişyariyê li AYM’ê vekin’ bi vê yekê gefan li me dixwin. Dixwazin em têkildarî rêziknameyê de hin guhertinan bikin, HEDEP derveyî îtîrazê ye. Têkildarî doza girtinê ya HADEP’ê Tirkiye neheq hate dîtin û hate mehkûmkirin. Elbet em kevneşopiya ku jê hatine înkar nakin. HADEP yek ji kevirên girîng ên têkoşîna me ye.
 
EM DIZANIN JI KÎJAN ŞIBANDINÊ DITIRSIN 
 
Kesên dixwazin bi awayekî fîîlî AYM’ê bigirin, hewl didin beriya hilbijartinên herêmî me jî têxin rewşeke zor de. Em ji vir ji kesên me dişopînin, deng didin, dilê wan bi re ye bi bîr bixin ku nikarin çavên me bitirsînin. Li dijî van her cur bergiriyên me hene. Em dizanin HEDEP dişibe çi û ji kîşan şibandinan ditirsin. Em di ferqa van de ne. Ji înad, israr, dest jê neberdana me û ternekirina me ya qada siyaseta demokratîk ditirsin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan tenê ne partiyeke, ne HEDEP e. Ji ber vê yekê bi mudaxileyê dijhiqûqî hewldidin pêşiyê li me bigirin. 
 
DÊ ÎTÎRAZ BÊ KIRIN 
 
Em ê ji niha şunde çi bikin. Em ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re bêjin. Ji niha şunde bila ji bo îtîrazên xwe yên weke vê rêbereke bikaranînê jî lê zêde bike. Em dixwazim ji vir ragihînim ku ji bo beriya hilbijartina herêmî tu rîskan negirin dest bi xebatên xwe kirine. Têkildarî xalên tên xwestin dê hin guhertin bên kirin. Ev dê tenê di sînorên ku Dadgeha Bilind xwestin de bin. Ji bilî van tu guhertinên din nayên kirin. Em ê vê di demekî kurt de bikin. Dîsa ji bo kurtenavê nû yê partiyê jî xebatên me didomin. Navê partiya me yê dirêj Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan nayê guhertin, tenê dê kurtenavê me HEDEP were guhertin. 
 
HILBIJARTINÊN HERÊMΠ
 
Ev biryara hatiye ragihandin dide nîşandan ku ji serkeftina partiya me ya hilbijartinên herêmî ji niha ve ditirsin û bi hemû amûrên di destên xwe de dest bi êrişê kirin. Çima ditirsin? Ji ber ku di feraseta me ya rêveberiyên herêmî de rant, nelirêtî, bêûsûlî û talan nîne. Feraseta demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk heye. Ked heye, li gorî pêdiviya çavkaniyan bikaranîn heye. Tevkariya gelan a di pêvajoyên biryarê de heye. Ji ber vê yekê ditirsin.
 
EM Ê HEMÛ TIŞTÊN KU BI DARÊ ZORÊ JI ME GIRTINE PAŞ VE BIGIRIN
 
Ev hilbijartin ji bo me çima girîng in? Ji ber ku hemû şaredariyên me yên di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de bi qeyûman ji me girtin em ê paş ve bigirin. Hevşaredarên me bi awayekî bêhiqûqî tevî vîna gelan girtin, sirgun kirin, bajarên me bi her tiştê wan re hatin talankirin, mafê bajêr, mîrateya çandinî û dîrokî, avadaniya demografik tune hate hesibandin. 
 
Ez niha dixwazim ji vir ji rayagiştî re bangekê bikim. Ji bo mafê xwe yê bajaran em neçarin ku heta 31 adarê bênavber bi şev û roj bixebitin. Divê tiştên bi darê zorê ji me girtin bi israr û înada xwe em jinûve bidest bixin û vîna gel jinûve radest bikin. Bila kes bi rejîma qeyûman gefan li me nexweş. Em destûrê nadin vê yekê, em ê dest ji nirx, rêgez û demokrasiya herêmî bernedin. Em teqez qeyûmên ku şaredariyên me weke ganîmet dibînin û polîtîkayên dijminatiya kurdan pêk bînin ji bajarên xwe biavêjin. Em ê şaredariyên xwe azad bikin. Divê herkesên ji heq, hiqûq, mafê hilbijartinê re rêzê digire ji rejîma qeyûm re bêjin na. Hewce nake ku ji bo vê piştevan, endam, dilxwazên HEDEP’ê bin. Herkesên demokrasiya Tirkiyeyê dixwazin divê bi heman awayî berpirsyartiyê bigire ser xwe.”
 
EM Ê SINDOQAN DEYNIN
 
Dirûşmeya me ya serdema nû dê bibe şûna bide windakirin û bide qezenckirinê dê bibe qezenckirin. Ji ber vê yekê li her cihên ku em partiya yekemîn û duyemînin dê bi namzetên xwe bikevine hilbijartinê. Em bi şandina qeyûman nesikinin, bi polîtîkaya qezenckirinê tevbigerin. Têkildarî vê mijarê xebat û nîqaşên me berdewam dikin. Em ê namzetên xwe jî bi mutabaqateke berfireh diyar bikin. Em ê namzetên xwe bi endamên Meclisa xwe, endamên partiyên me yên pêkhate, kesên ji berê ve di rêveberiya me de cih girtine, rêveberiyên me yên ked dane, malbatên me, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi tevlibûna herkesên ji bo bajêr kedê didin diyar bikin. Em ê sindoqan deynin û namzetên xwe bi hilbijartinê diyar bikin. Hurgiliyên têkildarî rêbaza hilbijartinê dê Koordînasyona me ya Hilbijartinê ya Navendî û Desteya Rêveberiya Herêmî di demekî nêz de aşkere bike. 
 
SERLÊDAN DÊ DI 27’Ê MIJDARÊ DE DEST PÊ BIKIN 
 
Pergala hevserokatiyê pergaleke ku em weke destkeftiya jinan û demokrasiyê dibînine. Em qet dest ji vê pergalê bernadin. Ne tenê di hevşaredaran de di heman demê di endamên meclisê û hemû astên rêveberiyê de weke heta roja me, em ê bi rêgeza temsiliyeta wekhev tevbigerin. Em ê dîsa israr bikin ku hemû gel, bawerî û nasname di rêveberiyên herêmî de bibin xwedî gotin û biryar. Serlêdanên me yên bernamzetiyê dê di 27’ê mijdarê de dest pê bikin. Serlêdan dê du hefteyan heta 10’ê kanûnê berdewam bikin. Bi taybetî dixwazim bang li jinan û ciwanan bikim. Serlêdanên me yên bernamzetiyê berdewam dest pê dikin. Em dixwazin herî zêde jin û ciwan serî lê bidin. Ji kerema xwe ji bo ku di mekanizmaya rêveberiyên herêmî ya yekane partiya muxalefetê ya herî rast cih bigirin serlêdanên xwe bikin. Werin em bi hev re qezenc bikin û bi hev re bi rê ve bibin.”
 
 

Sernavên din

25/11/2023
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan
11:40 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin
11:09 Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e
10:28 Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye