Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin

  • jin
  • 09:01 25 Mijdar 2023
  • |
img
RIHA - Rêvebera NADA'yê Abeer Hassaf anî ziman ku berxwedan û tifaqa jinan her roj mezintir dibin û wiha got: "Astengiya li ber rêxistineke jinan a gerdûnî, dîwarên netew-dewletan e. Divê jin rêxistin û tifaqa xwe xurttir bikin û wî dîwarî hilweşînin."
 
Li seranserî cîhanê pergala faşîzan a dewletên baviksalar serwer e. Jin, van polîtîkayên ku bi darê zorê li civakê tên ferzkirin red dikin û dadikevin kolanan. Li Rojhilata Navîn jî ku milîtarîzm hebûna xwe bi şer û rûxandinê didomîne, jin sînorên heyî diguherînin û pêşengtiya guhertinê dikin. Li dijî qirkirina jinan a li Rojhilata Navîn, jin mohra xwe li bin pêngaveke nû xistin û di 12’ê cotmeha 2020’an de Înîsiyatîfa ji bo Ewlekarî û Aştiyê, Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirinên Jinan ava kirin. Di serdemeke wiha de ku êrişên netew-dewletan  bênavber didomin, jinan têkoşîna xwe mezintir kir û di vê çarçoveyê de li paytexta Libnanê Beyrûdê di 31’ê Tîrmeha 2021’an de 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur li dar xistin. Di çarçoveya xebatên konferansê de biryara avakirina Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur û di asta neteweyî de jî biryara avakirina Komîteya Jinan a Herêmî hat dayîn. Di çarçoveya biryarên van saziyan de, Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Efrîqeya Bakur û Rojhilata Navîn (NADA) hat damezirandin.
 
Di 8’ê Adara 2022'yan de di Roja Jinan a Cîhanê de jî damezirandina NADA’yê hat ragihandin. Piştî damezrandina NADA'yê, 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve bi dirûşmeya “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” di 5-6'e Mijdara 2022'yan de li Berlînê hat lidarxistin.
 
Rêvebera NADA'yê Abeer Hassaf
 
Beşdarvana Konferansa Berlîn û Rêvebera NADA'yê Abeer Hassafê têkildarî têkoşîna jinan ku li dijî tundiya li Rojhilata Navînê xurt dibe û xebatên konferansê ji ajansa me re axivî.
 
JI ŞOREŞA FRANSAYÊ HEYA ŞOREŞA ROJAVAYÊ 
 
Abeer Hassafê destnişan kir ku li cîhanê hem rêxistina jinan xurt dibe hem jî li dijî vê tundî jî zêde dibe û wiha got: "Jin parastina nirxên nû di nava civakê de dikin. Her dem jin çandê diparêzin ku em hê kûrtir herin, jin her dem bûye hêza aştiyê. Jin tu carî nebûye hêza şer, nebûye hêza ku êşê belav bike. Tim û tim hewl daye ku aramiyê çêbike. Jin her dem jiyanê afirandiye li derdora xwe. Ji bo vê yekê li kêleka şer berxwedaneke jinan jî her dem hebû. Îro li derdora me, li her aliyî şer heye. Yên di şer de herî zêde diêşe jin û zarok in. Ji bo vê yekê her dem jin hewl dide aştiyê belav bike. Jinê hem aştî belav kir hem jî rêxistina xwe ava kir. Îro di nava rêxistinên xwe de têkiliyê xwe xurt dikin. Şer ne sekiniye, lê li dijî vê berxwedana jinê jî ne sekiniye. Ji Şoreşa Fransayê heya Şoreşa Rojavayê jin di nava hemû şoreşan de rol û mîsyona xwe lîstine. Şoreşa Rojavayê şoreşa jinan e."
 
'TUNDÎ JÎ BERXWEDAN JÎ MEZIN BÛ' 
 
Abeer Hassafê anî ziman ku di nava şer û pevçûnê de çi qas tundî zêde be jî, tifaqê jinan jî ew qas xwe birêxistin dike û wiha domand: "Ev 5 hezar sal in jin dibin tundiyekê de ne, lê li dijî vê jî di nava têkoşînekê de ne jî. Jin îro li gelek cihan tên cem hev û ji bo pisgirêkên xwe bi hev re têdikoşin. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê jî jinan bi navê NADA'yê tifaqa xwe xurt kirin. Çi qas tundî çêbe berxwedan jî dibe. Li dijî jinê tundî bi du rengan derdikeve pêş. Tundiya civakî û tundiya siyasî-polîtîk. Li Rojavayê jî ev her du tundî hebûn, lê şoreş hat lidarxistin û jinê berxwedanake bêhempa kir. Jin bi çekên xwe ji jinên cîhanê re bûn numûne. Hêzeke mîna DAIŞ'ê têk birin. Yekîneyên xwe ava kirin. Hemû netew anîn cem hev û civakeke jinan ava kirin. Dîwarê di navbera tifaqa jinan de hatin avakirin, dîwarê netew-dewletan hatin hilweşandin. Jinan dest dan hev. Ji bo rêxistineke jinan a navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê hemû werin hilweşandin. Xweparastina jinên Rojavayê ji bo jinên cîhanê mînak e."
 
'HÊ RÊYEKE DIRÊJ LI HEMBERÎ JINA HEYE' 
 
Abeer Hassafê bibîr xist ku têkoşîna jinan îro gihaştiye asta herî bilind û axaftina xwe wiha domand: "Îro jinên çalakvan hedef tên girtin. Ev nîşan dide ku asta berxwedanê çi qas bilind bûye. Desthilata dewletî tu caran naxwaze û qebûl nake tiştên destê xwe de ji destê xwe berde. Naxwazin hişmendiya baviksalarî ji destê wan biçe. Lê li hemberî vê yekê jin li her derî rola xwe dilîzin. Jin dê mafên xwe li hemberî zilam bistîne. Heya were asta hem jin hem jî zilam di nava civakê de wekî hev wê têkoşîn berdewam bike. Ya xwezayî ev e. Jinan gelek merhele derbas kirin, lê ez bawer im hê rêyeke dirêj li hemberî wan heye. Divê hê gelek gav werin avêtin."
 
'HEWCEYÎ BI KONFEDERALÎZMA JINÊ HEYE' 
 
Abeer Hassafê destnîşan kir ku berxwedana jinan hatiye asteke bilind lê hê jî ev ast ne ew ast e ku ew dixwazin û wiha pê de çû: "Pisgireka jinan di hemû civakan de kêm zêde wekî hev du ye. Rewşa jinên ereb çi li Misirê, çi li Libnanê çi jî li Filistînê... wekî hev e. Ji bo vê yekbûna jinê dibe xalek ku ew bi xwe kom bikin. Jin divê jiyana xwe bi xwe bi rê ve bibin. Her civakek bi rengekî ye. Armanca NADA'yê jî ev e. Armanca 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ku ji aliyê Tevna Jinên Siberojê Dihûnin ve bi dirûşmeya 'Şoreşa me: Azadkirina jiyanê' di 5-6'e Mijdara 2022'an li Berlînê hat derxistin jî ev bû. Ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ne jî Bakurê Afrîka ji bo hemû cîhanê ev hewce ye. Êş, ew pirs e ku mirovan digihîne hev du. Êşa jinan yekreng î ye. Ya ku li Berlînê jin anîn cem hev ev bû. Di konferansê de jinên kurd derketin pêş û felsefeya xwe anîn ziman. Di çarçoveya Modernita Demokratik de Konfederalîzma Jina hat nîqaşkirin. Îro li hemû cîhanê jin bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' mafê xwe dixwazin. Jin tev li konferansê bûn, hebûna xwe di wê projeye de dîtin. Çareseriya pisgirekan di vê felsefeyê de ye. Jinan ev tişt hemû anîn ziman. Biryara konferansê, bû Konfederalîzma Jinaan a ji bo jinan."
 
BANGAWAZÎ
 
Abeer Hassafê bibîr xist ku 5'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê ya Navneteweyî nêz bûye û peyama xwe wiha da: "Berxwedan û şoreşa me berdewam e. Ji bo şoreşê pir kar û xebat lazim in. Divê em jinê ji hundirê malê derxin. Bi milyonan jin hê jî di hundirê malê de veşartine. Asta me hê piçûk e. Dibê her jina gihaşt wê asta piçûk dest bide jinek din û bi xwe re rêxistin bike. Divê hemû kes dest bide ya li kêleka xwe. Îro şerê man û nemanê tê dayin. Şerê li Filistînê, Libnan, Ukrayna tê dayin ve nîşan dide. Divê jin rahêjin ala berxwedanê û kar û xebatên xwe hê mezintir bikin. Divê rêxistin û tifaqê xwe mezin bikin. Heya tifaqa gerdûnî, aştiyek gerdûnî çêbe dê tu kes gavekî jî paşve neaveji. Bi rengê aramiyê dibe berxwedan mezin bibe. Divê hemû jin bi va hestiyariya 25'ê Mijdarê dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

25/11/2023
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan
11:40 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin
11:09 Kana 'bi sabiqa' dîsa hilweşiya: Tedbîr negirtin, ev cînayet e
10:28 Li Mûglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin
10:16 Polîsekî hewl da destdirêjî zarokeke astengdar bike
09:37 Ji rojnameger Ehmed 32 roj in agahî nîne: Bi komployekê hatiye revandin
09:21 Dîroka Farqînê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye
09:01 33 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
09:01 Aktivîstê filistînî Amro: Em doza jiyaneke wekhev û azad dikin
09:01 Daxwaza ji bo amûra dawerîna avê bi hinceta 'ewlehiyê' hat redkirin
09:01 Rêvebera NADA'yê Hassaf: Ji bo rêxistineke navneteweyî divê dîwarên netew-dewletê bên hilweşandin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:03 Cenazeyên endamên YJA-Starê piştî 143 rojan hatin veşartin
24/11/2023
21:05 Cenazeyên endamên YJA-Starê 143 roj şûn de radestî malbatên wan hatin kirin
20:25 Girtiyê nexweş Oz ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, ji girtîgehê derket
20:19 Pêvajoya 'pevguherandina dîlgirtiyan' a di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
16:46 Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta tirk aramî û xizmetên jiyanî asteng dikin
16:21 Dê ‘nûmeqanûna Qirkirina Ekolojiyê' pêşkeşî Meclisê bê kirin
16:09 ‘Bûyera Gulistan Dokûyê şerê taybet bi xwe ye’
16:06 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Li dijî tundiya mêr-dewletê em biherikin qadan
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye