Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye

  • rojane
  • 11:33 28 Mijdar 2023
  • |
img
STENBOL - Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku li dijî êrişên zilamê serdest pêdivî bi tifaqake berfireh a jinan heye û got: “Dikare bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû were avakirin. Dem dema avakirina tifaqeke ku bi berfirehbûnê re sînoran ji holê radike ye." 
 
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê, her qada ku tê de ne vediguherînin qadên têkoşîn û berxwedanê. Yekem qadên têkoşînê yên ku sînoran ji holê radikin girtîgeha in. Jinên ku ji ber têkoşînên xwe yên ji bo aştî, nasname û azadiyê dimeşînin di girtîgehan de tên ragirtin, rastî binpêkirinên mafan ên giran tên. Yek ji van jinên xwedî gotin û têkoşîna xwe li Girtîgehan Tîpa F a Kandirayê didomîne jî Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag e. 
 
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, me pirsên xwe ji Yuksekdagê re şandin. Bersivên pirsên me, ji ber şert û mercên girtîgehê, bi derengî gihiştin ber destê me. Yuksekdag, der barê qonaxa tevgera jinê ya ku hatiye û nêrînên xwe yên ser mijara bersivbûna jinan, ji ajansa me re parve kir. 
 
‘JINAN DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDAN’
 
Yuksekdag, hemû jinên di 25’ê Mijdarê de ji bo azadî û mafên xwe daketine kolanan silav kir. Yuksekdag, diyar kir ku wê ji ber şert û mercên girtîgehê nekarî geşedanên der barê tevgerên jinan de baş bişopîne û ev tişt anî ziman: "Jinan dev ji têkoşînê bernedan. Serdestiya mêr, ji ber rastiya kesayeta ewqas êrişî mafên jinê dike. Desthilata AKP jî di qada aborî, siyaset, îdare, mafên civakî û her qadekê de dixwaze hebûna jinê ji holê rake. Desthilat di desthilatiya xwe ya 22 salan de dijminatiya jinan kir û tifaqa xwe ya nijadperest bi derdorên paşverû ve mezintir kir." 
 
ÇARESERIYA PERGALÊ KOLETÎ YE
 
Yuksekdag, da zanîn ku pergala kapîtalîst û mêr, çareseriyê di zêdekirina zext û ferzkirina koletiyê de dibîne û wiha domand: "Derketina ji Peymana Stenbolê, dewleta ku jinê bi awayeke çalak ji tundiyê naparêze, dadgeriya ku kujeran diparêze, çavberdana mafê nefeqe û temînata mafên civakî ji heman ferasetê tên. Jinên ku li dijî sînorên ji wan re hatine diyarkirin derdikevin, yên nabin hevjîn û dayik û li ber xwe didin, ji hêla desthilatê ve weke dijmin tên hesibandin. Jinên  kurd û jinên Rojhilata Navîn, di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Rola jinan di pêvajoyên dîrokî de gelek girîng e. Şoreşa Rojava tevî ku di nava xwe de, ji hêla maf, azadî, têkoşînê bêderfetiyên mezin hewandin jî, heqîqeteke bi mûcîzeyan re tije ye. Yên ku têkoşîneke bi bername dimeşînin û jinên pêşengtiya têkoşînê dikin, baş nîşan dan bê ka serkeftin çawa dibe. Jinên kurd bi 'Jin, jiyan, azadî' li hemû herêmê deng vedan û jinên Îran û rojhlatî, piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanek bi pêş xistin. Encamên van têkoşînan dê bandora xwe hem wek herêmî hem wek çandî di rojên pêş de nîşan bidin.”
 
‘DIVÊ TÊKOŞÎN ÊRIŞAN BÊBANDOR BIKE’
 
Yuksekdag, bal kişand ser zilm, hilweşîn û êrişên li dijî mafên jinan ên li Filistîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: "Divê 25’ê Mijdarê bibe bersiva hemû êrişên tundî, dagirker û mêtinger. Dagirkeriya DAIŞ’ê, bermayiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên DAIŞ’ê, êrişên herî bêexlaq, zayendîparêz pêş dixin. Li Xeze, Şengal û Mexmûrê ji heman rewş heye. Tevî ku mewziyên tevgera azadiyê bibingeh in jî, ji bo êrişan têrî bersivbûnê nake. Divê têkoşîn li gorî êrişên bîrdozî û texrîbata wan were li dar xistin. Divê em li ser mijara tevgerên jinan ên perçeyî jî bisekinin. Mînak hemû jin dikarin ser mijara tundiyê hevpariyekê bikin, lê ev çima nayê kirin? Asta tevgerên jinan ev demeke dirêj e di asta herî berfireh de ye. Kampanyayeke ku berê xwe bide armancekê û heya wê armancê pêk tîne, nîn e. Tevgerên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê, berdin êrişan heyî bêbandor bike, têrî parastina destkeftiyan nake."
 
‘PÊDIVÎ BI TIFAQEKE BERFIRAH HEYE’ 
 
Yuksekdag bal kişand ser êrişên tifaqa mêr û dorpêçkirina jiyanê û wiha bi dawî kir: "Tevî van êrişan, bi awayeke cudatir nêzî pêvajoyê bûn, jinan bê parastin dihêle û li paş dixe. Li dijî tundiya ser jinê, hewcehî bi têkoşînê û tifaqeke lezgîn û bibandor heye. 25'ê Mijdarê ji bo ku em xwe bigihînin civakeke bêşer, bêtundî, û bêyî mêtinger rêberek e. Dema vîn û siyaseta ku hembêza xwe berfireh vedike, hemû jinan di nava xwe de dihewîne, tîne cem hev û sînoran nas nake ye. Em jinên dîlgirtî bixwazin jî nikarin dengê xwe bigihînin dengê we lêbelê têkoşîn li her derekê ye. Em têkoşîna xwe tev li ya we dikin. Em di her qadekê de, di nava mewziyên xwe de, li dijî qetlîamên jinan, şer, tundî û tecrîdê dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

28/11/2023
15:33 Li Bedlîs û Wanê herî kêm 43 kes hatin binçavkirin
15:15 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Amedê gel vexwend kongreyê
15:14 Bi ser Komkujiya Roboskê re 143 meh derbas bûn
15:13 Doza Kobanê: Ez gotina ‘jirêdeketî’ li Diyanetê vedigerînim
14:20 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em di têkoşînê de bibiryar, di azadiyê de bi israr in
14:11 Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin