Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot

  • rojane
  • 09:12 4 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Parêzer Hakîm Marol ê ku piştî niqaşa ji ber park kirina wesayîtê polîsan êrîşî wî kir û milê wî di sê cihan re şikand, giliyê polîsan kir û serpêhatiya xwe ya roja bûyerê vegot. 
 
Parêzerê Baroya Amedê, Hakîm Marol, di 1'ê kanûnê de li kolana Gazî ya navçeya Sûrê ji ber niqaşên park kirina wesayîtê polîsan êrîşî wî kir û milê wî şikandin. Marol ê ku polîsan milê wî yê çepê di 3 cihan re şikand, li nexweşxaneyek taybet hat dermankirin û hêju dermankirina wî didome. Marol, serpêhatiya xwe ya roja bûyerê ji Ajansa  Mezopotamya (MA) re vegot. 
 
BUYER BI NAQAŞA CIHE PARKÊ DEST PEKIR
 
Marol anî ziman ku li xaçerrêya kolana Gazî ya Sûrê saet di 17.00'an de xwest maşîna xwe park bike û wiha got: "Min cihekî vala dît û min ji polîsê trafîkê re got 'Vir ji bo parqkirinê guncav î?' Piştî vê pirsê min maşîna xwe park kir. Piştî min maşîne park kir, polîsekî ku destê xwe xistibû bêrîka xwe got 'Tu biçe ceza dê li pişt te were'. Li ser vê gotina polîs min jî got 'Tu qerfê xwe dike? Min got vir guncav î? Te got erê.' Piştî vê gotinê bûyerê dest pê kir û êrîşî min kir. Polîs got 'Te dubayên me pelçiqandine û te zerar daye malê dewletê. Min got 'duba saxlem in. Min zerar nedaye. Tu mafê te tune tu bi keyfi ceza li min bibire' Li ser vê yekê polîs got; 'Ez wisa rojê li 100 kesan ceza dibirim. Lê kes îtîraz nake. Tu jî nikare îtîraz bike.' Min got 'Ez parêzer im, ezê îtîraz bikim. Ez mafê xwe dizanim. Tu erka dewletê bi awayekî xerab bikar tînî. Tu eziyetê didî mirovan. Mafê te tune tu wisa neheqiyê li mirovan bikî'. Piştî vê gotinê êrîşî min kirin." 
 
‘MILE MIN DI 3 CIHAN RE ŞIKANDIN' 
 
Marol, da zanîn ku piştî niqaşan 2 polîsên bi cilên fermî êrîşî wî kirin û wiha axivî: "Piştî êrîşê polîsên sivîl ku li wir bûn jî êrîş kirin. Nêzî 7-8 polîsan êrîşî min kirin. Yekî bi destê min ê rastê girt û yekî din jî destê min ê çepê 3 caran bada û di 3 cihan re şikand. Piştî milê min şikandin jî li min dan. Yekî din hat ez ji nava destê polîsan derxistim. Got 'Em ê te bibin qereqolê' Min got 'Ez bi vî halê xwe nayêm qereqolê. Min berê bibin nexweşxaneyê. Ez li baroyê geriyam û hevalên min ên parêzer û em hatin nexweşxaneyê. Dema min fîlmê milê xwe kişand, min dît milê min ji 3 cihan şikestiye. Ez roja înê emeliyat bûm. Platin xistin milê min. Piştî min rapor stend, min der barê polîsan de serlêdana sûc kir. Ez ê heta dawiyê bûyerê bişopînim. Piştî ez bêm ser halê xwe ezê dosyayê bişopînim û heta dawî mafê xwe biparêzim. 
 
Marol, bertek nîşanî çapemeniya hawiz û hevkarê dewletê da û wiha bi dawî kir: "Çapemeniya hevkar ez sucdar nîşan dam. Qaşo polîsan milê min neşikandiye û ez ji êrîşan rizgar kirime. Wisa nûçeyên derew çêdikin." 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

04/12/2023
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve
10:26 Rêxistinên çapemeniyê: Ji bo 3 rojnamegerên girtî azadî
10:19 Rojnameger Gok ji ber pirtûka di salên 1800’î de hatiye nivîsandin tê darizandin!
10:11 Xwişka girtiyê di çalakiya grevê de: Êriş lê hate kirin, her derê wî reş û şîn e
09:54 Tanhan ê dema li ber mirinê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
09:29 Greva birçîbûnê di roja 8’an de didome
09:26 Ji edîtorê Rojnewsê 41 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Parêzerê ku polîs milê wî şikand serpêhatiya xwe vegot
09:11 ‘Em ê li ser sindoqan bersivê bidin kesên vîna gel nas nakin’
09:07 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê têkoşîn bê mezinkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2023'YAN
03/12/2023
20:03 HEDEP dê biryarên xwe yên pêvajoya hilbijartinê sibê aşkere bike
19:12 Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
18:43 Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
18:28 Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
17:11 Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn
17:02 Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû
16:58 Li Kerboranê bi ser malan de hate girtin: Kesek hate binçavkirin
16:50 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar bûn
16:42 Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya
15:50 ‘Divê em xwedî li girtiyan derkevin û barê wan sivik bikin’
15:39 Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
15:30 Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê
15:03 Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket
14:59 Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe
14:58 Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû
14:48 Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin
14:39 Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe
13:42 Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan
13:32 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne
13:16 Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be
12:25 Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket
12:01 Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
11:55 OHD: Tecrîdê bi dawî bikin, daxwazên girtiyan bi cih bînin
11:12 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin
10:51 Ji bo 3 rojnamegerên girtî dê li 3 bajaran daxuyanî bên dayîn
10:46 MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
10:39 Ji edîtorê Rojnewsê Ehmed 40 roj in tu agahî nayên girtin
10:39 Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
10:28 Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin
09:47 Greva birçîbûnê di roja 7’an de didome
09:36 Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin
09:09 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Em nikarin çayekê jî vexwin
09:07 Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin
09:05 Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê
09:04 ‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re'
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN
02/12/2023
19:55 Rapora meha Mijdarê ya DFG'ê: Di 52 dozan de 93 rojnameger hatin darizandin
17:33 MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin