Rêxistinên çapemeniyê: Ji bo 3 rojnamegerên girtî azadî

  • rojane
  • 10:26 4 Kanûn 2023
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - DFG, MKG, DÎSK Basin-Îşê xwestin rojnamegerên girtî Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz bên berdan û banga tevlibûna danişînên wan kirin. 

 
Danişînên dozên Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorên MA’yê Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz dest pê dikin. 
 
Duyemîn danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a Muftuoglû dê di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. Danişîna ewil a doza rojnameger Yilmaz jî dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin Îş têkildarî dozên rojnmaegeran îro li Amed, Enqere û Stenbolê dê daxuyaniyên hevpar dan. 
 
ENQERE
 
Daxuyaniya li Enqereyê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dayîn. Rojnameger ji bo hempîşeyên xwe yên girtî daxuyaniyê dan. Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol, endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamegeran hatin hilgirtin. Her wiha pankarta bi zimanên kurdî, tirkî û ingilîzî ya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin, ji rojnamegeran re azadî” hate vekirin. 
 
Metna hevpar a ku li her sê bajaran hatiye xwendin ji hêla Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Enqereyê Turgut Dedeoglû ve hate xwendin. 
 
AYKOL: DI SALEKÊ DE 35 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN 
 
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jî di daxuyaniyê de got ku di nava salekê de 35 rojnameger hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Di 11 mehan de hejmara rojnamegerên hatine girtin zêde bû. Ya ku em dikin tenê rojnamegerî ye. Em hewl didin ji bo mafê agahîgirtinê yê gel bibin bersiv. Hevalên me bi mehan di hundir de dimînin lê di danişîna ewil de tên berdan. Çima? Jixwe rojnameger in û di dadgehê de jî diyar dibe ku rojnamegeriyê dikin. Lewma em dixwazin ku hevalên me di danişîna ewil de bên berdan.” 
 
TÎP: EM LI GEL ROJNAMEGERAN E 
 
Serokê TÎP’a Enqereyê Firat Çoban jî wiha got: “Dîroka çapemeniyê ya vî welatî di heman demê de dîroka qirkirin, girtin û zextê ye. Mixabin li vî welatî zêde tişt naguherin. Lê zext roj bi roj girantir dibipn. Hevalên me ji bilî rojnamegeriyê tiştek nekirine. Em ê heta dawiyê bi wan re bin.” 
 
AMED
 
DFG, MKG û Dîsk Basin-Îş’ê li Amedê jî daxuyanî dan. Daxuyanî li ber Edliyeya Amedê hate dayîn û pankarta bi zimanên kurdî, tirkî û ingilîzî ya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate vekirin. Her wiha wêneyên rojnamegeran hatin hilgirtin. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, endamên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên civakî û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê ya kurdî ji hêla Endama Rêveberiyê ya MKG’ê Roza Metîna ve û ya tirkî jî, ji hêla Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk ve hat xwendin.
 
‘BÛYE WEKÎ GIRÊKA KOR’
 
Metîna, destnîşan kir ku li welêt yek ji pirsgirêkên ku mirovan diêşîne rewşa azadiya çapemeniyê û azadiya rojnamegerên girtî ye. Metîna, anî ziman ku ev pirsgirêk bûye wekî girêka kor û wiha got: “Îktîdar ji ber polîtîkayên cihêkariyê, kesên ku ne alîgir û hevkarê wê bin, şensa jiyanê nade wan. Ev polîtîkayên serdestan pirsgirêkan bêtir kûr dike. Ji şert û mercên azad ên xebata rojnamegeran bigire heta parvekirina twetekê, rojnameger rastî tundî û astengiyan tên. Li kolanê dema nûçe dişopînin tên astengkirin û lêdanê dixwin. Amûrên wan tên şikandin û nûçeyên wan tên sansurkirin. Bi giştî şensa jiyanê ji rojnamegeran tê stendin. Mafê jiyana wan sînor dikin.”
 
‘DÊ DI KANÛNÊ DE ROJNAMEGER DERKEVIN PÊŞBERÎ DADGEHAN’
 
Bi domdarî Metîna diyar kir ku bi taybetî dema mijar dibe rojnamegerên kurd û Çapemeniya Azad rêjeya tundiyê zêdetir dibe û di meha kanûnê dê dê bi dehan rojnameger li korîdorên edliyeyê ji ber sûcên nehatine kirin bi awayekî neheq derkevin pêşberî dadgeran. Metîna, da zanîn ku di nava rojnamegerên ku girtî tên darizandin de zêdetir wan eleqeder dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku ew bi her awayî ji azadiya xwe hatine dûrxistin. Ne tenê ev, bi rêya girtin û darizandina wan, çavê temamiya dezgehên çapemeniyê û medyayê ditirsînin. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî yên bên parastin û piştevanî bi wan re bê kirin, hevalên me rojnamegerên girtî ne. Di meha kanûnê de dozên rojnamegeran ên herî zêde balê dikişînin, rojnamegerên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û edîtorên Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok in.”
 
DANIŞÎNA GOK, MUFTUOGLÛ Û YILMAZ DEST PÊ DIKIN
 
Di berdewamê de Metîna bi lêv kir ku ji ewil rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger û di 7’ê kanûnê de jî Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu dê li heman dadgehê derkeve pêşberî dadger. Metîna, da zanîn ku herî dawî edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger û ev tişt got: “Hevalên me yên rojnameger ku xebatên wan ên rojnamegeriyê wekî sûc tên dîtin, ji aliyê raya giştî ve tên naskirin, nûçeyên ku di raya giştî de deng vedane çêkirine. Her wiha rojnamegerên ku nûçeyên baş û serkeftî çêkirine nin. Ji xwe hevalên me yên rojnameger ji ber van nûçeyên xwe yên serkeftî tên darizandin û cezakirin. Ji ber ku rojnamegeriya rast dikin tên darizandin û cezakirin. Wekî din ji ber ku şopdar û kedkarên kevneşopiya Çapemeniya Azad in raste rast dibin hedef.”
 
REWŞA ROJNAMEGERAN A LI TIRKIYEYÊ
 
Metîna, bi bîr xist ku di cîhanê de kesên rojnamegeriya baş dikin, tên xelatkirin û ji aliyê her kesî ve tên pîrozkirin. Metîna, wiha pê de çû: “Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ji aliyê Free Pres Umlimited ku saziyek navneteweyî ye û navenda wê li Hollandayê ye, hêjayî xelata ‘Rojnamegera herî bi hêz û berxwedêr’ hate dîtin. Lê mixabin li Tirkiyeyê rojnamegerên baş li girtîgehan tên girtin û cezakirin. Ev jî têrê nake, em tên astengkirin û sankurkirin. Em bi lêdan û tundiyê re rû bir û dimînin. Der barê me de lêpirsîn û doz tên vekirin. Em tên cezakirin. Ji xeynî 3 hevalên me yên girtî, tenê di meha kanûnê de dê 40 rojnameger derkevin pêşberî dadger. Ev dîmen bi sere xwe rastiya ku em tînin ziman piştrast dike.”
 
‘ROJA DANIŞÎNÊ LI BER EDLIYEYÊ BIN’
 
Metîna, da zanîn ku ji ber van sedemên li jor ew dixwazin ku ev xerabî bi dawî bibe û ew weke rojnamgerên ku mafê ragihandin û agahdarkirina gel diparêzin, ew vê rêveçûna xerab qebûl nakin. Metîna, destnîşan kir ku ew girtina rojnamegeran, zext, tundî û sansura li ser organên medya û çapemeniyê red dikin û ev tişt anî ziman: “Rojnameger mahkûmî şertên xerab tên kirin. Ev jî têr nake, rojnameger bêkar tên hiştin. Em ‘Zagona Dezenformanyonê’ ku di raya giştî de wekî zagona ‘Sansurê’ tê zanîn, wekî rêbaza rejîma îstîbdatê dibînin. Em van hemû zagon û polîtikayan red dikin. Em berî her tiştî ji rojnamegerên girtî re azadiyê dixwazin. Em dixwazin hevalên me yên rojnameger Dîcle, Sedat û Abdurrahman di dîrokên jor ku danişîna wan bê dîtin de, demildest serbest bên berdan. Ji bo ev yek pêk bê jî divê di serî de hempîşeyên me, rêxistinên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî hemû hêz û saziyên demokratîk bi rojnamegeran re din ava piştevaniyê de bin. Em bang li her kesî dikin ku di roja danişîna hevalên me yên rojnameger de li Edliyeya Amedê amade bibin.”
 
‘JI BER RAGIHANDINA RASTIYÊ TÊN DARIZANDIN’
 
Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Adalet Kaya di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Duh salvegera êrişa li ser rojnameya Ozgur Ulkeyê bû. Bi dehan sal ser re derbas bûn lê hêj jî faîl nehatine eşkerekirin. Em dizanin ka kê teşwîq kirine lê hêzên tarî yên di nav dewletê de nayên lêkolînkirin û darizandin. Her wiha îro jî zextên li ser çapemeniyê bi çewisandina edlî û hiqûqî dewam dikin. Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz, Abdurrahman Gok û 62 rojnamegerên di girtîgehê de tên ragirtin, tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û ji bo ku nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin tên darizandin.”
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ KIR
 
Bi domdarî Kaya bi lêv kir ku her çend ku li ser rojnamegerên muxalîf zextek hebe jî, zextên li ser rojnamegerên kurd bi awayekî sîstematîk tên domandin û wiha pê de çû: “Banga me ya ji vir ew e ku em li gel rojnamegerên xwe yên kurd bisekinin û li dijî vê desthilatê beşdarî danişînên wan bibin. Em dixwazin rojnameger tavilê bên berdan. Van hevalan ev pîşeye ji wan rojnamegerên ku ji bombeyan û êrişan rizgar bûne dewr girtine. Hûn nikarin bi tacîzên dadwerî û înfazê wan bitirsînin. Hevalên me tenê rojnamegeriyê dikin û ez bang li her kesî dikim ku beşdarî van danişînan bibin û li kêleka hevalên me cih bigirin.” 
 
STENBOL
 
Li Stenbolê jî li ofîsa DÎSK Basin-Îşê daxuyanî hate dayîn. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Midûra ji Karên Nivîsan a MA’yê Berpirsyar Dîren Yurtsever daxuyaniya hevpar xwend. 
 
Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ji bo rojnamegerên girtî bang kir. Altan, ev tişt anî ziman: “Divê hevalên me tavilê bên berdan. Rojnamegerî sûc nîne. Hevalên me tu sûc nekirine. Tavilê hevalên me berdin.” 
 
BAL KIŞAND SER GIRÎNGIYA PIŞTEVANIYÊ
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren jî di daxuyaniyê de wiha got: “Zexta li ser rojnamegeran tu carî bi dawî nebû. Îdianameyên wan hiqûqî nînin. Rojnameger Abdurrahman Gok ji ber wêneyên Kemal Kurt îro di girtîgehê de ye. Rojnamegeriya ku dixwazin asteng bikin ev e. Em dikarin bi rêya piştevanî û heqîqetê ji vê tarîtiyê derkevin. Banga piştevaniyê li her kesî dikim.” 
 
Sekretera Giştî ya TGS’ê Banû Tune jî bal kişand ser daxuyaniya duh bi boneya 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê û wiha got: “Xwestin Ozgur Ulkeyê tune bikin û îro jî zextên li ser rojnamegeran didomin. Heman aqil îro zextê li rojnamegeran dike. Banga piştevaniyê li her kesî dikim.” 
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û nivîskar û rojnameger Ayşe Duzkan jî di daxuyaniyê de bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên kurd û muxalîf û banga piştevaniyê kirin. 
 

Sernavên din

07/12/2023
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin
15:44 Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka
14:49 Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da
14:09 7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
13:44 Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin
13:31 Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve