Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe

  • rojane
  • 09:02 5 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd de, dê li 160 navendan çalakiya "Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" û li Cenevreyê jî meşek were lidarxistin.
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de ye, 33 meh in tu agahî nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji bo rakirina tecrîdê li çar aliyê cîhanê çalakî û kampanyayên cuda tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de di 10’ê cotmehê de bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayek hat destpêkirin.
 
Starta kampanyayê ku dostên gelê kurd ew dan destpêkirin, li 74 navendên cuda yên cîhanê bi daxuyaniyekê û meşekê hat dayîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin jî, di roja 9’an de ye.
 
LI 160 NAVENDAN ÇALAKIYA 'ROJA PIRTÛKAN'
 
Di vê çarçoveyê de dê di 10'ê kanûnê de bi navê "Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" li 160 navendan rojên xwendinê bên lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de ku armanca wê ravekirin û belavkirina paradîgmaya Rêberê PKK'ê ye, di vîdeoya di malpera "Ocalanbooks.com'ê" de hat weşandin de ev gotin hene: "Modernîteya kapîtalîst bi krîzeke kujende re rû bi rû ye ku li çar hawirdorê cîhanê bandorê li jiyana mirovan dike. Ji ber vê yekê dem dema yekbûna têkoşînê ye. Azadiya jinê, ekolojiya civakî, demokrasiya gel, paradîgmaya ku wê serketinê bi berxwedanên cîhanê re bîne, em xwe ji bo xwendinên qadan ên li pêş amade bikin, dest bi xwendina pirtûkeke Abdullah Ocalan bikin, em ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe yên hevpar rêbazan bibînin û em siberojeke azad biafirînin, di 10'ê kanûnê de ji bo Roja Pirtûkên Ocalan a Cîhanê tevli me bibin!" 
 
Li ser malpera "Ocalanbooks.com" ku di sala 2008'an de hatiye avakirin, wergerên bi îngîlîzî, almanî, îtalî, fransî, spanî, portekîzî, hollandî, danîmarkî, tirkî, tamîlî, katalanî, swêdî, yewnanî, baskî, koreyî û soranî ya pirtûkên Abdullah Ocalan hene.
 
DI 13'Ê KANÛNÊ DE MEŞA AZADIYÊ
 
Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve (CDK) ve qada Nationsê ya li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê di çarçoveya kampanyaya "Dem dema azadiyê" de dewam dike. Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çar sal in didome. Wê di 13'ê Kanûnê de di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" meşek bê lidarxistin.
 
NOBEDA AZADIYÊ DIDOME
 
Nobeda ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de li qada ku Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) lê ne, dest pê kir. Çalakiya ku ev 11 sal in didome û heftê heft rojan didome, bi tevlîbûna komên cuda didome.
 
DÊ KAMPANYAYÊ TÊXIN ROJEVA PE'YÊ
 
Li aliyê din îro dê li Parlementoya Ewropayê (PE) 18'emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye û Kurd ku ji aliyê Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) ve tê organîzekirin, bê lidarxistin. Yek ji mijarên konferansê jî wê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” be ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin. 
 
Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de dewam dikin, lê ligel vê di van çalakî û çalakiyan de doza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd hat kirin. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

07/12/2023
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin
15:44 Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka
14:49 Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da
14:09 7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
13:44 Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin
13:31 Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve