ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • rojane
  • 09:00 6 Kanûn 2023
  • |
img
* Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlamenterê HEDEP'ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku piştî erdheja li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê fikarên wan ên der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de hê zêdetir bûne û got ku ew dixwazin demildest hevdîtin bi parêzeran û malbatê re pêk bê. 
 
* Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku israra di tecrîdê de "israra di şer û bêhiqûqiyê de y" û got: "Eger tecrîd bê rakirin dê Tirkiye ber bi başbûnê ve biçe."
 
* Altûn Kayaoglû ya 62 salî ku bi salan e li Dêrsimê debara malbata xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ji ber ku niha mesref û qezenc li hev dernayên, ji bo jinên ku di şert û mercên zehmet de vî karî dikin, pêdivî bi temînatê heye. 
 
* Gulîstan Aydin ku li nexweşxaneya dewletê ji bo emeliyata çavan 60 hezar TL pere jê hat xwestin, îdia kir ku ji ber ku gotiye ew ê nikaribe bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê heqê emeliyatê bide, bijîşk heqaret lê kiriye û personelê ewlehiyê jî ew derxistiye derve. Aydinê giliyê bijîşkê navborî kir. 
 
* Li Wanê ku dinya sar bûye welatiyan diyar kir ku fatûreyên ceyran û gaza xwezayî li gorî par 3 qat zêde bûne û ew bi fikar in ku ev yek bihatir bibe. 
 
* Hevserokê TUAY-DER'ê yê Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku dê Nobeda Edaletê ya ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê dane destpêkirin bidomînin û got: “Birêz Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye. Divê êdî destwerdan neyê kirin. Ev gel dê ji vê wêdetir qebûl neke." 
 
* Li HEDEP'ê pêvajoya serlêdana ji bo bernamzetiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê dewam dike. Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn bi bîr xist ku dema serlêdanê 8'ê Kanûnê ye.
 
* Qeyûmê Şaredariya Cizîrê li ser girekî Cizîrê teraseke ji camê çêkiriye û heqê rûniştin û wênekişandinê ji gel distîne.
 
* Danişîna doza Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
 
* Danişîna doza cerdevan Ramazan Babat ku li Şirnexê ji ber sûcê tecawizkirina S.G. ya 16 salî tê darizandin dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (09.50-11.00)
 
*Danişîna 44’emîn a Doza Kobanê dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam bike. (10.00) 
 
* Çalakiyên Nobeta Edaletê ku li Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (10.00-18.00)
 
* Rêxistina HEDEP’ê ya Sêrtê dê bi tevlibûna Serokwekîla Koma partiyê Meral Daniş Beştaş dê 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê li dar bixe. (12.00) 
 
* Çalakiya dest ji kar berdanê ya karkerên Ozakê di roja 10’emîn de berdewam dike. (13.00)
 
* Rêxistina HEDEP’a Mêrsînê têkildarî Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê dê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) 
 
* Danişîna 5’emîn a doza amirê polîsan Sirri Erdogan ê bi wesayîta xwe li Şirnexê bi parêzer Serkan Karakaş dabû, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (14.00-15.00) 
 
* Ji aliyê Baroya Rihayê, OHD û ÎHD’ê ve di çarçoveya aktîvîteyên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan tên lidarxistin de dê li avahiya baroyê fîlmê PRESS nîşan bidin. (17.00)   
 
 

Sernavên din

07/12/2023
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin
16:17 Ji bo parastinê dem dan Ogun Samast
16:05 Nobetên Edaletê yên Amed, Wan, Mêrsîn û Edeneyê: Dê dawî muhteşem be
15:21 Dozger di mutala xwe de xwest ku Mehmet Emîn Ozkan bê cezakirin
15:00 Bi dronê êrişî baregeha leşkerî ya DYA’yê hate kirin
14:51 Gundekî Pîranê ev 20 roj in bêceyran e
14:40 Karkeran li Ozak Tekstîlê hilberîn dan sekinandin
14:29 HEDEP’a Mêrsînê ji bo serlêdanan bang kir
14:25 Danişîna doza cerdevanê tecawizkar: Zarokê got ku gef lê hatiye xwarin
13:42 Tevî du raporên ‘dikare ceza lê were birîn’ jî amirê polîsan cara sêyemîn sewqî ATK’ê hate kirin
13:17 Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
13:04 ÎSÎG: Di cînayetên kar ên mijdarê de 137 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:44 Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir
12:37 Rojnamevan Îrfan Ûçar hate binçavkirin
12:30 Darizandina Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê hate rawestandin
11:54 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike
11:52 Li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê bi sedan wesayît di dorê de man
11:51 Îşkenceya li dijî ciwanên belavok belav dikirin li emniyetê jî dom kir
11:20 Ji Sefîrtiya Japonyayê daxuyaniya PKK'ê
11:07 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstilê kirin
11:01 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:58 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Tecrîda mutleq sînorên tehemûlê derbas kir
10:27 Sedema beraetkirina Çaglar: Delîlên şênber nîn in
10:22 Îdianame ji 43 rûpelan pêk tê lê navê rojnameger Muftuoglû di 41 rûpelan de tune ye
09:58 Jinên girtî yên siyasetmedar xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bên kirin
09:53 Parêzer Ozdogan: Doza Vartînîsî bi biryara îradeya siyasî hate betalkirin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 10’an de didome
09:41 Ji rojnameger Silêman Ehmed 43 roj in tu agahî nayên girtin
09:08 Rûniştina li terasa qeyûm jî bi pereyan e
09:07 HEDEP: Roja dawî ya serlêdanên ji bo bernamzetiyê 10'ê Kanûnê ye
09:06 Nobeda Edaletê: Abdullah Ocalan xeta sor a vî gelî ye
09:05 Fatûre li gorî par 3 qat zêde bûne
09:04 Ji ber 'heqaretê' giliyê bijîşk kir
09:03 Ji bo jinên sewalkar doza temînatekê dike
09:02 Canpolat: Ger tecrîd rabe dê pirsgirêk çareser bibin
09:01 Omer Ocalan: Divê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re demildest pêk bê
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'YAN
05/12/2023
20:09 Doza Kobanê: Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê bi kar anî
17:21 Rojnamevan Abdûrrahman Gok ji girtîgehê derket
17:18 Cenazeyê Cemal Tanhan hate veşartin
17:06 21 kesan jiyana ji dest dan, girtî neman
17:03 Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
16:57 Nobeta Edaletê bi tevlibûnan berdewam dike
15:34 Di bombebarana Bamernê de kesek hat qetilkirin
15:11 Cîvîna gel: Girtî balê dikişinin ser riya çareseriyê
14:04 Danişîna Doza Pirsûsê: Daxwaza guhdarkirina Davûtoglû nehate qebûlkirin
13:56 Karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe didomînin
13:52 Doza Kobanê: DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn
13:23 Karkerê ji înşaetê ketî bi giranî birîndar bû
13:22 Hejmara girtîgehên ketine greva birçîbûnê derket 106’an
13:21 Di doza Sakîne Kultur de dozger ji bo faîl cezayê muebbeta giran xwest
12:49 Hatîmogûllari: Em ê qeyûman bişînin nav qirêjiya wan
11:23 Rojnameger Abdurrahman Gok hat tehliyekirin
11:11 Ji bo Abdullah Ocalan piştî erdhejê serlêdana “hevdîtina bilez” hate kirin
10:52 Li Meletiyê bi ser malan de hate girtin
10:49 Dewleta tirk Bamernê bombebaran kir
10:44 Danişîna edîtorê MA’yê Gok dest pê kir
10:38 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser bikevin
10:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 42 roj in tu agahî nayên girtin
09:55 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Tecrîdê rakin
09:33 Greva birçîbûnê di roja 9’an de didome
09:19 Ji girtîgehê peyamek: Xwedî li çalakiya me derkevin
09:16 Îstinafê cezayê li endamê meclisa şaredariyê hatibû birîn xera kir
09:15 30 sal in li benda birayê xwe ye: Em hestiyên xwe dixwazin
09:09 Li Dêrsimê ciwan koç dikin: Yekzilamî bûye sedema bêhêvîtiyê
09:02 Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' mezin dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN
04/12/2023
20:37 Alî Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
20:29 Ariboga ji girtîgehê derket
19:34 Di doza destdirêjiyê de li Sedat E. 17 sal û 6 meh ceza hat birîn
17:00 Girtî Çalim banga xwedîderketina li greva birçîbûnê kir
16:53 Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan
16:31 Karkerên Ozak Tekstîlê di daxwazên xwe de bi israr in
16:16 KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir: Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiyê heye
16:15 Li Amedê keyayek kuştî hate dîtin
16:12 212 sazî û kesayetan ji bo Ehmed ê ji aliyê PDK'ê ve hate revandin, bang kirin
15:44 Bertek nîşanî biryara demborînê dan: Çanda necezakirinê êdî kirine polîtîka
14:49 Parlamenter Hun ji bo girtiyê nexweş ê 75 salî Elbî serî li Meclisê da
14:09 7 ciwanên HEDEP’î hatin berdan
13:44 Di Hefteya Mafên Mirovan de panela "Pirsgirêka Koçberî û Vegerandinê" hat lidarxistin
13:31 Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin
13:28 Leşkeran êrişî karkerên li ber didin kirin: 2 kes hatin binçavkirin
12:56 Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê
12:26 Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar
12:14 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
11:38 Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn
11:34 Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş
11:12 Li Gemlîkê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
10:43 Girtî Atak: Divê gelê me xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve