Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin

  • rojane
  • 17:02 10 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên elewiyan bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke mirovane û Tirkiyeya demokratîk” li Kadikoyê mitîng li dar xistin. Di mitîngê de peyama “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin, zû yan jî dereng bi ser kevin” hate dayîn. 
 
Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Kofederasyona Yekîneyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK), Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî, Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD),  Weqfa Cemê û Federasyona Alevî Canlar a Anatoliyayê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Perwerdeya laîk, jiyaneke mirovane û Tirkiyeya demokratîk” mitîng li dar xistin. 
 
Di mitîngê de pankartên “Hemwelatiya wekhev û jiyaneke mirovane mafekî bingehîn e. Em minetê bi komeke biçûk a ji keda bi milyonan kesan dixwin û rêya zalim telîmkirî nakin” û “Bila Diyanet bê rakirin” hatin vekirin. Her wiha dovîzên “Perwerdeya laîk”, “Em hemwelatiya wekhev dixwazin”, “Na ji dersên olê ya bi zorê re” û “Protokola ÇEDES’ê biavêjin sergoyê” hatin hilgirtin. 
 
Nûnerên gelek rêxistinên partiyên siyasî û rêxistin û dezgehên civaka sivîl tev li mitîngê bûn. Girse, bi kortejan ber bi qadê ve meşiya. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Bi tena serê xwe rizgarî nabe, an bi hev re yan tu kes ji me” hatin berzkirin. 
 
BERSIV DAN ÎDIAYA ‘WELAT DABEŞ DIKIN’ 
 
Di mitîngê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û piştre jî lawje hatin gotin. Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan di mitîngê de axivî û bal kişand ser pêdiviya bi demokratîkkirina komarê. Aslan, wiha got: “Em yekperest nînin. Bi taybet jî di demên dawî de îdiaya ‘elewî welat dabeş dikin’ dikin. Herin karê xwe. Em kesên yekperest, zayendperest û diz nînin. Em dixwazin vî welatî veguherînin welatekî demokratîk ku her kes bikare bi bawerî û rengê xwe tê de bijî. Em dixwazin perwerde laîk be. Lê Serokê Karên Diyanetê mîna MEB’ê dixebite. Dewlet nikare li dibistanan baweriyê li me ferz bike. Em dibêjin heke destûra bingehîn bibêje ‘laîk bimînin’ divê hûn wisa bikin. Em dibêjin ‘hedê xwe bizane.’  Careke din piştrast bû bê ka em çiqas mafdar bûn dema me digot bila Diyanet were rakirin. Di demeke ku mirov birçî, ji bo malê nanê xwe ji sergoyan kom dikin de dewletê bi rêya bacan dişêlînin û îcar niha jî destê xwe dirêjî nava malên me dikin. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û destûrê nedin wan. Hinek kes hewl didin elewiyên xwe biafirînin. Em ê destûrê nedin.” 
 
DAXUYANIYA HEVPAR 
 
Piştre jî daxuyaniya hevpar ji hêla Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cuma Erçe û Seroka Giştî ya AKD’ê Seher Şengul Yilmaz ve hate xwendin. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku rêveberên welêt civakê dabeş û xizan dikin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Weke kesên ji ber bawerî, nasname, tercîha zayendî û nêrîna xwe ya siyasî cihêkarî lê tên kirin, em serî li ber polîtîkaya yekperest û înkarger a îktîdara AKP-MHP’ê natewînin. Em careke din ragihînin ku dê teslîmî tarîtiya wan nebin. Me mil da ye milê hev û tam li hemberî polîtîkayên zilm, zordarî, paşverûtî, şerîatperest û nîjadperestin disekinin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyeta dixwaze welatê me ber bi tarîtiyê ve bibe bidome.”
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Civaka elewî li gel hemû mazluamn e û li dijî zaliman e. Lewma em dixwazin şerê qirêjî yê li ser xaka Filistînê tê domandin bê bidawîkirin. Her kesên li dijî kuştina zarok, jin û mazluman bêdeng dimîne û yên qaşo şermezar dikin, heta ku peymanên xwe yên leşkerî û aborî bidomînin dê ev şer bidome. Banga me ew e ku peywira xwe bi cih bînin. 
 
ZÛ YAN JÎ DERENG EM Ê BI SER KEVIN
 
Zilmên hevkariya AKP-MHP’ê bi hejmartinê bi dawî nabin. Di têkoşîna maf û heqîqetê de em ê dev ji kovara laîk û demokratîk bernedin. Weke hemû gelên di sedsala yekemîn a komarê de cihêkarî lê hatiye kirin em ê bên gel hev, mil bidin milên hev û têbikoşin û vî welatî azad bikin. Em îro li vê meydanê careke din radigihînin. Rizgarî, di milên me de ye. Berpirsyartiya me tevan mezin e, barê me giran e lê hêviya me bêdawî ye. Ji me tevan re qewet be. Ji bîr nekin rêhevalên hêja; em ê bi ser kevin. Zû yan jî dereng em ê bi ser kevin.” 
 

Sernavên din

16/12/2023
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe
09:21 Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin
09:09 52 roj in ji rojnameger Ehmed agahî nayên girtin
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome
09:06 Armanca Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo pêşketineke akademîk e
09:05 Li qeraxa Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax serbest e!
09:04 Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e
09:02 Birayê Yildiz a di greva birçîbûnê de ye: Divê gelê kurd xwedî li çalakiya girtiyan derkeve
09:01 Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê!
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN
14/12/2023
21:36 Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin
19:53 Delegasyona Jinan serdanên xwe yên li Amedê bi dawî kir
19:49 Rojnamevan Yilmaz ji girtîgehê derket: Hişê min li pişt dîwaran ma
19:04 Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
17:14 Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê!
16:27 Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan
16:15 Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:12 Li Meclisê bi kurdî axivî bi dovîzan tirkiya wê nîşan da
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn