Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye

  • rojane
  • 09:09 11 Kanûn 2023
  • |
img

SEMSÛR - Hevseroka SZK’ê Vîyan Hesen ku bi Ferhat Mûsa re Rêzimana Kurmancî çap kir bi lêv kir ku wan ji bo standartkirina kurdî ya nivîskî xebatek bi vî rengî danê destpêkirin û ev xebat berdewamiya xebatên beriya xwe ye. 

 
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007'an de li Rojava avabû. Lê ji ber polîtikayên qedexe yên dewleta Suriyeyê ya li dijî zimanê kurdî SZK, xebatên xwe yên ziman bi veşartî li Rojava didan meşandin. Piştî pêvajoya Şoreşa Rojava di sala 2011'an de SZK bi awayekî vekirî li herêma Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên ziman dan destpêkirin û piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo perwerdekirina mamosteyên dibîstanan ên giredayî Rêveberiya Xweser dest bi perwerdehiya mamosteyan kir. 
 
SZK di avabûn û vekirina dibîstanên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de rol û mîsyoneke mezin lîst û niha jî li bajarên weke Dêrik, Hesekê û Kobanê navendên xwe yên perwerdehiyê vêkirin û kar û xebatên xwe bi awayekî fermî pêk tîne. Her wiha SZK li ser lêkolîn û wergerê jî gelek xebat dan meşandin û ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî bingehek danî. Yek jî ji van xebatan jî xebata Rêzimana Kurmancî ye. Ev xebata li ser ziman cara ewil e li Rojava tê kirin. SZK ku di sala 2020’yan de dest bi xebata Rêzimana Kurmancî kir piştî lêkolîn û xebatên 3 salan di çileya 2023’yan de Rêzimana Kurmancî weke pirtûk çap kir.  Rêzimana Kurmancî ji aliyê Ferhad Mûsa û Vîyan Hesen ve hat çapkirin û ji bo standartkirina zimanê kurdî yê niviskî dê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di perwerdehiya 2024-2025’an de li dibistanan li ser pirtûkê ders bên dayin. 
 
Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen ku di amadekirina Rêzimana Kurmancî de cih girt diyar kir ku armanca wan standartkirina zimanê niviskî yê kurdî bûye û xebatên SZK’ê û nevaroka pirtûkê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vêgot.  
 
'BERDEWAMIYA XEBATÊN BERIYA XWE YE'
 
Vîyan Hesen anî ziman ku ji ber li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji aliyê zimanê niviskî ve li hevkirineke standart tune bûye wan hewcehî bi xebateke bi vî rengî dîtiye û bi armanca standartkirina zimanê nivîskî dest bi xebatê kirine. Vîyan got ku armanca wan ne yekkirina zimanê devkî ye û derbarê amadekirina pirtûkê de ev tişt gotin: "Li Rojavayê Kurdistanê çêkirina berhemeke bi vî rengî ya bi tena serê xwe zehmetiyeke. Ji ber ku ji şoreşê vir ve şert û mercên şer rojane hene. Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava çend caran me xebatên xwe dan sekinandin, me cih guherandin yek jî xwe gihandina çavkaniyan jî zehmetiyeke. Mînak hinek pirtûk hebûn bi mehan em li bendê man ku bigihêjin destê me."
 
Di berdewama axaftina xwe de Vîyan bi lêv kir ku pirtûka Rêzimana Kurmancî berdewamiya xebatên beriya xwe bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji aliyê tesnîfên rêziman û têgehan ve cûdahî hene. Di hilbijartina têgehan de heta ji me hat me hewl da bala xwe bidin zaravayên kurdî yên din jî. Me hewlda ji aliyê têgehan ve nezikatiyê di navbera zaravayan de çêbikin. Me pir dixwast komxebatekê bi parçeyên din re çêbikin û gelek kes tevli komxebatê bibin, rêziman bê nîqaşkirin û nirxandin pişt re bê çapkirin lê ji ber şert û mercên Rojava, me nekarî vê komxebatê pêk bînin. Lê di komîteya SZK’ê de hat nîqaşkirin û nirxandin ji hemû sazî û dezgehên Rojava re û ji derve re ji kes û dezgehên di vî warî de kar dikin re hate şandin, piştî wan tebiniyên xwe ji me re şandin bi çend guherandinan re hat çapkirin."
 
'CARA EWIL E'
 
Vîyan, bi lêv kir ku cara ewil e li Rojavayê Kurdistanê xebateke Rêzimana Kurmancî ji aliyê saziyekê ve hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Ji bo dû bendiya li ser rêziman ji holê rabê me xwest em xebateke bi vî rengî bikin. Li ser rêzimana me jî gelek nîqaş derketin. Hinek kes tevli bûn hinek kesan jî tevli nebûn. Lê formên ku hatinê hilbijartin formen ku ji xwe di kurmancî de hebûn. Taybet ji aliyê rastnivisînê ve têgehên ku me hilbijartin ji xwe di ziman de hebûn û me jî yek ji wan hilbijart. Piştî çapkirinê jî me got herkes bila rexneyên xwe bi awayekî fermî ji me re bişînin û em ê wan rexneyan bixwînin.  Ji xwe pirtûkeke ji sedî sed bê kemasî û şaşî ne mimkun e. Lê heta ku ji destê me hat me xwest ji gelek aliyan ve temam bikin. Heke kemasî an jî şaşitî di çapên din de hebin em ê sererast bikin. Di naveroka berhemê de zêdetir mijarên rast nivisînê bûn nîqaş. Çima paş daçek wiha hatine hilbijartin, tewanga navê nêr hatiyê guhertin. Yanî di berhemê de zêdetir li ser rastnivisînê nîqaş hatin kirin. Rexneyên hene em baş dibînin. Cara ewil e berhemeke bi vî rengî li Rojava dertê û heke weke dezgeyeke fermî em binirxînin, li Kurdistanê care ewil e gaveke wiha tê avetin."
 
TEWANG Û DAÇEK
 
Di berdewama axaftina xwe de Vîyan, guhertinên ku wan di pirtûkê de pêk anînê wiha ragihand: "Di navên nêr de bi biryara ku tewang bimînê hilbijart. Di xebatên rêziman ên berê de navên ner bê tewang hatine hilbijartin lê me aliyê wê yê tewandî hilbijart. Ew jî jixwe heye yanî ne ku cara yekemîn me hilbijartiyê. Ji bo parastina ergatîviya kurmancî  me tewanga navê ner parast. Mijara paş daçekan jî jixwe aliyên nivisînê yên cûda hene. Yanî daçekên (de re ve) hene û yên (da ra ve) hene ji van me daçekên ‘da ra ve’ hilbijart. Kurdên Xorasanê bi awayekî dinivisînin, kurdên behdînanê bi awayekî dinivisînin li Rojava bi awayekî û parçeyên din jî her wiha wisa. Ji bo yek kirinek di navbera me de çêbibe me awayê (da ra ve) hilbijart. Her dû di kurmanciya nivîskî de hene û ber belav in ji ber wê me hewl da em zaravayên din binêrin, wê deme me dît ku daçekên ‘da ra ve’ behtir tên bikaranîn me jî ev daçek hilbijartin."
 
'XEBAT Û PROJEYÊN SZK’Ê'
 
Vîyan da zanîn ku projeyên wan ên weke ferheng û komxebatan hene û tekildarî xebatên SZK'ê ev tişt anîn ziman: " 4 komîteyên SZK’ê hene yek jî ji wan, Komîteya Perwerdehiyê ye, li hemû bajarên kurdan navendên me hene û niha li herêma ereban jî em navendan vedikin û perwerdehiya zimanê kurdî didin. Komîteya me ya SZK Media heye, bi rêya medyaya sanal bernameyan çêdikin. Komîteya zimanî heye ev jî ji bo berdestkirina çavkaniyên zanîstî û ji zimanên biyanî û zaravayên kurdî dike. Xwendekarên ku ji SZK’ê derçûne 3 astên kirmançkî qedandine û ji zanîngehan dersên kirmançkî didin. Ji bo soranî jî em hewl didin çend kesan ji derve bînin û xebatên soranî li Rojava jî bidin destpêkirin. Ya bi taybetî ji bo standartkirina rêzimana Rojava bû heviya me ew e ku bi giştî li Kurdistanê di nav kurmancî de ji bo standartkirinê bibe gavek. Her wiha ji bo em ji zaravayên din sûde bigirin berhemên soranî û kurmanciya behdînanî bi alfabeya erebî hatinê çapkirin em niha wan berheman werdigerînin latînî. Me li Rojava ji Dêrikê heta Hesekê û Kobanê Navendên Perwerdehiyê yên SZK'ê dan destpêkirin. Plansaziya me heye ku gav bi gav bi dezgeyên perwerdehiyên heyî re em nîqaş û komxebatan pêk bînin."
 
'KURD BI KURDÎ DIXWÎNIN'
 
Vîyan destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re xebatên zimanê kurdî jî bi berfirehî hatin meşandin û wiha got: "Beriya şoreşê zimanê kurdî li Rojava qedexe bû. Ji bo axaftina bi kurdî bi sedan kurd hatinê cezakirin. Tevî van qedexeyan jî xebatên ziman hebûn. Beriya şoreşê jî navenda me hatibû vekirin lê me xebatên xwe veşartî dikirin. Piştî şoreşê bi awayekî vekirî bê tirs perwerdehiyên kurdî û kar û xebat hatin meşandin. Di destpêke de me dest bi amadekirina mamosteyan kir ku ji bo em dibistanên kurdî vekin. Niha di asta dezgehên fermî de zimanê kurdî gelek baş e. Di dibistanan de kurd bi kurdî dixwînin û dinivisînin. Niha merîv dikarê bêje ku nifşêk tê amadekirin ku dema pêş bi giştî zimanê niviskî bibe kurdî. Her çiqas hinek kemasî hebin jî ji aliyê nivisînê ve hemû fermiyet kurdî jî di nav de bi kurdî û erebî ye. Wek SZK hewldana me ew e ku pirsgirêkên heyî çareser bikin û zimanê kurdî hê xurtir bikin."
 
'ZIMAN DIKARE YEKITIYA NETEWÎ PÊK BÎNÊ'
 
Di dawiya axaftina xwe de Vîyan bi lêv kir ku divê li ser ziman yekitiya netewî pêk were û axaftina xwe wiha qedand: "Ziman tevî cûdahiyên siyasî û bawerî jî hêmaneke ku dikare yekitiya neteweyî pêk bîne. Em nikarin di gelek tiştan de li hev bikin jî em dikarin li derdora zimanê xwe kom bibin û li hev bikin. Divê em kurd li dora ziman kom bibin û yekitiya xwe ya neteweyî li ser ziman çêbikin. Weke SZK me di rêziknameya xwe de jî nivisiyê ku ji bo yek kirinek li dora zimanê kurdî çêbibe çi ji destê me were em ê bikin. Kes û dezgeyên ku em bi wan re dixebitin jî bîr û baweriyên wan ên siyasî li hev cûda bin jî ji bo zimanê kurdî bixwazin xizmeteke bikin em bi wan kes û saziyan re dikevin tekiliyê û dixwazin yek kirinekê pêş bixin. Ev yek jî peywîra zimanzanên kurd û sazî dezgehên kurdî ye. "
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

12/12/2023
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê